Dîsa Xerîbî Dîsa Hesret

Gelek gelek zore bi dûr ketina xanî
Heywax.! Dîsa xerîbî dîsa hesret
Ziman xilas nabi feryad û fîxanî
Heywax.! Dîsa xerîbî dîsa hesret

Rê xerîb,mirov xerîb her tişt xerîb
Ne dayik heye ne bav ne ji xwîşk
Tengasî ket dil derman nema enîşk
Heywax.! Dîsa xerîbî dîsa hesret

Çerxa felek dîsa stûyê me ra girt
Hesreta welat bi dilê me vegirt
Gazindin şev bi çav hêstir dagirt
Heywax.! Dîsa xerîbî dîsa hesret

Emir derbas bû bê dost û bê yar
Me nedît rojin xweşî û bextîyar
Derdekî biçûk dibe hezar milyar
Heywax.! Dîsa xerîbî dîsa hesret

-Ömer KURT-

www.candname.com

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *