DI TORETA KURDÎ DE QEDEXETIYA LÊXISTIN Û KUŞTINA KEÇ Û JINAN

Xwişk û Birayên Hêja!
Ciwanên Dilovan!
Dema ez hin meseleyên ji Toreya Kurdî xasma jî yên kulturî dinivîsim, gelek xwişk û birayên me dikevin gumanê ku ji rastiya dûr in!
Bêguman tiştên ku werin nivîsandin, dibin malê mêjû.
Eger meriv ji rastiyê vajî binivîse, meriv rûreşiya xwe ji mêjû re diyar dike.
Ez bermayê saziyeke hezarsale me.
Min gelek tiştên kulturî wek mîrate ji bav û kalên xwe wergirtine.
Bapîrên me ji sedsala 12 û 13yan ve heta 1980yî, wek zanayên ol û pisporên civakî jiyana xwe domandine û xwedîmedrese bûne.
Dema hin gundî dihatine cem bavê min û dixwestin ku doza wan li gor Şerîeta Îslamê bête çareserkirin, bavên ew li gor Toreya Kurdî li hev dianîn.
Ev e 40 sal in ku ez jî, di nava lêkolînan de me û xebata min tenê li ser Tore û Çanda Kurdî ye. Herweha min 1.710 sernavên Folklorî jî berhev kirine. Di wan de gelek rê û rêbazên Toreya Kurdî hene. Jixwe 370 çîrokên ku min ew ji devan wergirtine û nivîsîne, tev xalên Zagona Bingehîn a jiyana Kurdan in û rewşa jiyana Kurdan bi her awayî di wa de diyar dibe.
Dema em behsa Kultur û Toreya Kurdî dikin, ji ber ku Neteweyê Kurd aleci, kevnar û niştecihê li ser axa xwe ye, bi bêgavî divê em xwe berdin kûrahiya dîrokê û bi hezarê salan berepaş herin, da ku em rind tore û çanda wan bizanibin.
Çand û Toreya miletên niştecihê warekî, ne mînane çand û toreya miletên ku jiyana wan li ser pişta hesp û hêstiran û di dibê kon û çadiran de derbar dikin in.
Miletên ku di binê konan de bin û li ser pişta hespan hertin di riyan de jiyana xwe bihurandibin, haya wan ji xame û lênûsê tune, ji saziyên xwendin û zanistiyê jî bêpar in.
Kesên wisa dema herin kîjan welatî, xwe dişûfînin çand û toreya miletên li wirê. Di kurdî de ji bo civatên wisa AVÎKÎ tê gotin.
Em ê vegerin ser babetê nivîsa xwe ya îşev:
Di Toreya Kurdî de lêdana keçên di mala bavê xwe de, qedexe ye.
Di Çand û Toreya Kurdî de, kuştina jinan torederî ye û lêdana li wan jî qedexe ye.
Ji ber ku Kurd, jinê wek saziyeke pîroz dibînin û dibêjin: ”Dayika zarûkên me…”
Dema pîrejinek bixwaze kurê xwe bizewicîne, dibêje: ”Ez ê kurê xwe bi serî kim.” û nabêje ku ew dê jinekê ji kurê xwe re bîne!
Kurd vê jî dibêjin: ”Jin taca serê mêrê xwe ye.”
Di Toreya Kurdî de dema zilamek diçe devereke xeternak û gumana ku hinek derb lêxin hebe, jinekê dide pêşiya xwe. Ji ber ku kes derbê li jinan naxe.
Ez zarûk bûm, diz ketibûna axura maleke ciranê me. Min dît ku zilaman jinekê dan pêşiya xwe û bi fanosê çûn li hunrê axurê geriyan.
Dema min ew hawe dît, min ji diya xwe pirsî ku çima jinekê dane pêşiya xwe? Gote min, kes li jinan naxe lewra wê jinê dabûn pêşiya zilaman.
Min gelek car dîtiye ku zilamên du taxan şer kirine, jinên herdu taxan ketine navbera wan û zilaman dest ji şerê xwe berdane.
Lê divê em jibîr nekin ku di van dusen salên bihurî de, gelek xalên Toreya Kurdî ji aliyên derûcîranên biyanî ve hatine serobinkirin. Xasma lêdana jinan ji Bisilmantiyê hatiye nava Kurdan. Ji ber ku dema jin bêemriya mêrê xwe bike, sunet e ku mêr lê bixe, lê bi mercê ku hestiyê wê neşikêne.
(Ev gotar li ser pêşniyara biraderê me Mamed Cimo hatiye nivîsandin)
Her şad û serfiraz bin…
Zeynel Abîdîn Zinar
08/ 04/ 2023

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Leave a Reply