Di Serdema Mîrîtiya Şerefxaniyan De Bedlîs

Rewşa Avahîsaziyê

Di Şerefnameyê de, di serdema Şerefxaniyan de Bedlîs mezin bûye û pêş ketiye. Di bajar de ji kevirên hatiyî tiraşkirî 21 kemer, 8 hemam hebûn. Bedlîs di wê demê de bajarekî mezin bû ku 18 taxên wê yên mezin hebûn.[1]

Ji bilê vê ku Ewliya Çelebî li gel Melek Ehmed Paşa hate Bedlîsê, di nav kelê de 300 xanî, ji bo veşartina zad û zaxireyê gelek şikeft, xan, hemam û bedestan heyina wan qeyd kiriye. Ewliya Çelebî di nivîsê xwe de di derveyê kelê de 17 tax 5000 xaniyên bibaxçe û bibanî ax cih girtina van jî pê ve kiriye.[2]

Di navbera Tetwan û Bedlîsê de îmareta Rehwayê hebû li wê komên avahiyan hebûn. Ev avahî ji bo rawestina qonaxvegirtina kerwanan bû û li wê zaviyekî bi stûnên bilind, zerîf û zirav hatiyî çêkirî, hemamek, mizgeftek ku dilê mirovan fireh dike. 10 dikan ji bo senetkar û bazirganiyan, ji bo pêdiviya avê jî kaniyek çêkirî bûn.

Bedlîs di s.s. XVII. û XVIII. de hikûmet ve girêdan wîlayeta Wanê bû. Di serî s.s. XIX. de statûya Bedlîs ya hikûmetî berdewam kir û gelheya wê teqrîbî 12 hezar kes, heta dawiya s.s. XIX. Bedlîs geşedaniya xwe biparêst. Di sala 1838an de Bedlîs gelheya wê kêmzêde 15-18 hezar kes bûn.[3]

Gelek avahiyên rin li Bedlîsê hebûn. Ev avahiyên rind yên Bedlîsê, Ustad û wêjevan Muhemmed Hesen Efendî; bi gotina wiha ev bajar teswîr kiriye, “Bînayê Xusrewane”[4] ne avahiyên vê bajarî.[5]

Di bakûrê bajarê, di navbera Mûş û Xelatê çiyayek bi navê “Çiyayê Nemrûz” (Nemrûd)” heye. Gorî baweriya xelkê, Nemrûd di wî aliyê de zivistana xwe derbaskir, di havînan de derkete li ser çiyayê, havîna xwe li vir borand. Li ber vê çendê gopika çiyayê keleyek, bi cûr avahî û qeyzeriyek mezin dabû çêkirin. Van deran rûdinişt û wextê xwe yê dirêj lêye derbas dikir, di nav kêf û xweşî, zevk û sefayê de zemanê xwe borandiye. Lê Xwedê (cc) xezeba xwe li ser aniye û ew çiyaya bilind a 2000 zirî nekêmtir ji nişkê ve hilweşiye, rûniştiye û tebiqiye. 1500 zirî daketiye û çalbûna li ber hilweşînê de goleke mezin çêbûye. Derdora vê golê hema bêje 5 hezar zirî ye. Ava vê golê gelek sar û zeliyayî ye. Lê belê tiştek ecêb jî heye, rexê golê ku tê kulandin avên kel dipijiqe. Erd û zemîn zêdehî bi kevir in. Herî û ax çinîn e. Lewre kevirên reş gel yêk û pêve ne. Ev kevir, wekî kewara mûzê hingivînê tijî û hişk û req in.[6]

Mizgeft

Di dema hikumdariya mîrîtiyê de çar mizgeftên mezin hebûn. Mizgefta Sor (Kızıl Mescîd) di demên fethê îslamê ev dêra Ermeniyan kirine mizgeft. Di dema Selçûqiyan de bi navê Mizgefta Kemn (Cami-i Köhne) hatiye çêkirin. Mizgeftek dî jî heye ku li ser bi nivîsa dîrokî ya “kûfî” hatiye nivîsî ew jî ji aliyê hikumdarê Bedlîsê Emîr Şemsedîn û li ber mizgeftê .[7]

Mizgeftên li Bedlîsê ev in: Mizgefta Mezin, Mizgefta Gokmeydan, Mizgefta Kizil, Mizgefta Şerefiye berhemên girîng ên mirov divê bibînin in. Mizgeftên dî jî ev in: Dortsandik, Aynel Berîd, Şêx Hesen, Alemdar, Kûreyşî, Taş, Xatûniye û Mizgefta Kalealti.

Necmeddin Kewe-Kürd Dili ve Edebiyatı

  • [1] Şerefxan, Şerefname Kürt Tarihi.Weşanên Hasatê, (wer.: M. Emin Bozarslan),  Stenbol 1990. r.270,271
  • [2] Ewliya Çelebî, Seyahatname-4, (Sad.: Muhammed Emin Zeki), Stenbol 1314,87-88-91.
  • [3] Kadîr Pektaş, Bitlis Tarihî Mezarlıklar ve Mezar Taşları, Weşanên Wezaretên Çandê, Enqere 2001,5.
  • [4] Hüsrevce Bina, şahane bina.
  • [5] Şerefxan, b.n.,270.
  • [6] Şerefxan, b.n., 275-276.
  • [7] Şerefxan, b.n., 269.

Derbar Rêvebir

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply