Destana Kerr û Kulik

KURTE

Destan li ser şerekî di navbera êla kurd Milan û êla ereb Gêsan de hatîye honandin. Behsa Mêrxasî û trajedîyeke civakî dike. Qehremanên destanê Ker û Kulik in. Di destanê de ciheke girîng ya hespan jî heye.

PEYVÊN SEREKE

Milan, Gêsan, Kerr û Kulik, Emer Axa, Bilêcan, Şer

Zargotina Kurdî

Zargotina Kurdî gelek rengîn e. Gelek cureyên destan, kilam, stran, çîrok, metelok, payîzok, heyranok û hwd. di hundurê xwe de dihewîne.

Kurd wekî erdnîgarî li li ser erdeke wisan bi cî û war bûne ku navenda cîhana kevn e. Vê jî hiştiye ku ji gelek çand û kaniyên dîrokî sûdê wergirin. Ji ber vê yekê jî karîne ku hemû reng û dengê çîrokî û dîrokî di nav çanda xwe ya gelêrî de bineqşînin û di nav zargotina xwe de bihewînin. Li ser vê erda kevnare û dewlemend zargotina kurdan jî dewlemend bûye.

Li ser van erdan bi hezaran sal bi hezaran bûyer rû dane ku hinek ji wan ketine nav rûpelên dîrokê û hinek ji wan jî ketine nav xeberoşkên çîrokî. Ev bûyer li ser zar û zimanan bi rengekî kurt bûn, dirêj bûn, guherîn, reng guhertin û hatin giheştin heta roja me. Bi vî rengî din av zargotina kurdî de bi hezaran çîrok, kilam, stran û destan hatin afirandin û reng dane jiyan û çanda gelê kurd.

Ji van çîrok û kilam û destanan hinek jê ji aliyê gel ve tenê wekî çîrokên çêkirî hatin dîtin û zêde qîmet bi wan nehate dayîn. Lê hinek ji van berhemên zargotinî wekî rastî hatin dîtin û ji aliyê çîrokbêj û dengbêjan ve li dîwanên mîr û axayan hatin gotin û nivş bi nivş hatin guhestin. Ji van kilam û destanan hinek hene ku li hemû deverên Kurdistanê hatin gotin û hatin nasîn. Eger em hinek qala van destanan bikin, ji van destan ên sereke ev in.

Çend ji Destanên Kurdî Ên Sereke

-Memê Alan

-Ristemê Zal

-Sîyabend û Xecê

-Zembîlfiroş

-Kerr û Kulik

-Binefşa Narîn

-Dimdim

-Stî û Ferxî

Destana Kerr û Kulik
Ji nava van destana emê berê xwe bidin destana Kerr û Kulik.
Kerr û Kulik jî wekî hemû destanên kurdî pir dereng hatiye berhevkirin û tomarkirin. Heta nîvê sedsala bîstan Kerr û Kulik jî nehatîye tomarkirin. Di salên nêvê sedsala 20an de bi taybetî li Ermenistanê hin derfet li pêşiya kurdî vedibin.
Kerr û Kulik jî wekî gelek destanên din li ser qehremanî, bêbextî û dilşawatîyekê hatîye honandin. Di destanê de, wêrekî, newêrekî, hesûdî, serserîtî, bêxîretî, tirajedî, dilsozî û bextreşî li hev hatine honandin. Çîrok bi terkeserbûna Silêmanê pismamê Emer Axa dest pê dike û dewam dike.
Erdnîgariya Destanê
Cihên ku destan li ser hatiye gotin û navê wan di destanê de derbas dibin der û dorên Rihayê û Deşta Heranê, devera Eşîra Milan e. Mesele di navbera du eşîrên mezin, eşîra kurd Milan û eşîra ereb Gêsan de diqewime. Heman erdnîgarî di destana Dewrêşê Evdî de jî derbas dibe. Wekî dema ku ev bûyer îtimal ku qewimîna salên 1750-1850 de ne..(1)Ev jî dide nîşan ku di navbera eşîrên kurd û ereb de li wan herêman gelek şer û pevçûnên mezin rû dane.
Qehremanên Destanê:
Qehremanên destanê Kerr û Kulik in. Lê gelek karekterên din jî di destanê de xwedî rolên sereke ne. Ew karekter jî ev in. Emer Axa, Silêman, Werdek, Hesê Dûdê, Perîşan, Sosik(navê hesp e), Bilêcan(navê hesp e), Nijdî(navê hesp e) û Hin karekterên din jî hene ku di dereca duwemîn de ne. Wekî Elîsarê Gêsî, Jina Emer Axa.(2)
Şax û Şêweyên Destanê:
Ev destan lig elek deverên Kurdistanê bi gelek reng û şêweyan ji alîyê dengbêj û çîrokbêjan ve di dîwanên mîr û axayan de û di dîwanên gundî û rêncberan de hatiye gotin.Geh ji aliyê dengbêjan ve wekî kilam, yan jî wekî çîroka bi kilam û geh jî ji aliyê çîrokbêjan de wekî çîrok cuda cuda hatiye gotin.
Di hinek guhertoyan de navê hin karekterên destanê cihê tê gotin. Mina ku di guhertoyek vê destanê de navê Emer Axa wekî “Emerê Smaîl Axayê Milî” û Navê Silêman jî wekî Silêmanê Madî derbas dibe.(3) Di hinek şaxan de jî navê keça Emer Axa ne Perîşan e Şemsî Xatûn e. (4) Di hinek şaxan de jî Navê keça Emer Axa Gulçîn Xanim e.(5) Di hinek guhertoyan de jî navê Hespê Elîsarê Gêsî Cancan e.(6)
Naveroka Destanê
Ev destan jî wekî gelek destanên din ên kurdî li ser şerekî û bûyerekî trajedîk hatîye honandin. Bavê lehengên destanê Silêman ji ber neheqiya mamê xwe Emer Axa serekê êlê dixeyîde, terkeser dibe, diçe din av êleke ereb êla Gêsan ve dertê û xwe li serekê êlê Elî Axa digire. Ji ber şîrhelalî û wêrekîya wî Elî Axa wî bi keça xwe Werdekê re dizewicîne. Du kurên wî yên cêwî çêdibin. navê yekî datîne Kulik, navê yekî jî datîne Kerro. Piştî ku Silêman dimire û babê Werdekê jî dimire, li ser wesîyeta Silêman Werdek herdu kurrên xwe digire tê ba êla babê zarokan, xwe dispêre Emer Axayê serekê Heft Eşîran. Li ser hesûdî û dexesîya jina Emer Axa bi şertê ku Kerr û Kulik biçin talanê Gêsiyan û Mehîna wan a ku navê wê Bilêcan e bînin dê Perîşanê bidin Kulik. Li ser vê Kerr û Kulik diçin talanê xalanên xwe tînin, lê Kulik bi bêbextî tê kuştin û Perîşanê bi Kerro re dizewicînin. (7)
Alîyê Destanê Yê Edebî
Di vê destanê de ji naverokê bêtir di hinek guhertoyande lîrîzmeke zîz û edebîyateke bilind heye. Mînak ev guhertoya ku ji aliyê Celîlê Celîl ve ji dengbêjeke ji alîyê Sêrtê hatiye girtin bedewîya Şemsî Xatûnê(Perîşanê) wiha anîye ziman.
“Şemsî xatûn çi karî ye.
Yeke kinik e xizêm şor e
Kema kêvroşk e, ebul şewat e
Qîr û qetran e, nav xezal e,
Pşî tiştîr e, Çav mêkew e
Enî gevel e, bisk bitêl e,
Rûyê xwe de berdaye sîsê kezî ye,
Serê kezîya derzî kirîye,
Aqût û lal û mircan û morî,
Tok û benîyan,
Avas û rengê gulan û gulçîçekan,
Hemî diçin temaşê,
sosinan, beybûnan, darçînan,
Miskê mawara,
Pilpilkên xizêman,
Li ser koda singê bozê deqandî reşandî ye,
Memkên xatûnê gelek mezin in.
Qasê gozê ne
Ji gozê fêhmatir in
Ji gozê sortir in
Ji nivişkê kejika
Ji keşka Gergerya,
Ji penîrê Artûşîya,
Sîrika Kiça,
Ji kevîyê erdê zozana jorîn
basiqê morê,
Pûrteqalê li dora Diyarbekir,
Pîvokê dora Mêrdînê,
Sêvê Meletîyê,
Ji helawa Eyîntabê,
Alîsokê ji milê Behdînan,
Wey babo çi bûye çi nebûye.
Lêvê wê tenik in,
Mîna kaxizê tel ê xandîye(xwendîye)
Çojmê wê dizî ye
Didan hûr e, birincî ye,
Zemzer e, koçerî ye,
(Li)Tirka ezmîn(ezman),
Qelûna Hesen Begê li ser danîye,
Gorcê xa(xwe) dar û deling hilkirîye
Pelek yê agirê darê berrû bi meqesê birrî
Ji çagûç û necara, wekî çavê kewa
Li ber neqeba xwe danîye.
Ev pirpirrkê xizêmê
Darê hûrê birincê girtîye
Li berdîla cîyê ku kor kirîye
Şê biskê zirav berdaye
Û qesta Kulikê Axê kirîye.”(
……….
Di şaxeke din de ku ji aliyê Şerefxan Cizîrî ve hatîye berhevkirin Şemsî Xatûn wiha hatîye terîf kirin.
″Yeke anî bi deqe, poz çilake,
Xanim dûndîr e, paşil tûştire,
Kemal keroşke, bisk bi têle,
Pêşmal şîne, ser bi zêre û diran sedefe.
Sêng û berê vê kûrmalê, kûrmal bavê sipî ne,
Weke berfa ku bi şevê bikeve ser Zozanê Şerefdîne,
Ji bona ku mirov wêna deyne ser birca olîyan,
Ku şev kete nîvê şevê û pê de,
Mirov bazde ser sêng û berê vê xatûna sêng sipîye.
Wê gavê ji nû de mirov ji xwe re dibîne Cûneta Bakîye…
Zendê wêna zerin koçerî ne,
Diran hûrin birincî ne,
Mirov dibêje qeşa ji Cûnete,
Di qirika we kûrmalê de danî ne.
Di nava serê wêna de çil û şeş kezî ne,
Tilîyên xwe ji mûm û şimayê birî ne.
Xormin dikeve toq û benîyan.
Siphan ji Rebê Îlahî re,
Mirov dibêje qey nawqa xwe ji keroşke,
Çavên xwe jî ji xezalê dizî ne.
Bi rojê şewq û şemala wêna diavêje çol û çiyan,
Diavêje ser behrê, ser pişta Gamasîyan,
Weke mewîjekê ji qirikê heta navikê xûyadike,
Mirov dibêje; Ya Rebî Xwedê ez bixwûm û vexwûm,
Li vê xibşa xezala temaşe bikim!..″(9)
Ev destan cara ewil ji aliyê Fekoyê Miraz ve di sala 1930yan de li Ermenistanê hatîye çapkirin, Paşê ji aliyê Hecîyê Cindî vehatîye berhevkirin û hatîye çapkirinû paşê jî ji alîyê Celîlê Celîl û Ordîxanê Celîl ve hatîye berhevkirin û çapkirin. Çarek jî wekî kurte ji aliyê Weqfa Kurdî Li Stockholmê di gel hevkarîya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê hatîye çapkirin.

Miraz Ronî

Çavkanî:

(1)Celîl Celîlê,. Bernameya Zargotina Kurdî, Kerr û Kuli,. Dünya TV

(2.(3)Cizîrî Şerefxan,Kovara Bîr, Adar, 2012

(3) Aras Ehmed, Kerr û Kulik, Di Mîtolojîya Kurdî Da Destanek, Weş. Firat, Îstanbul, 1993

(4)Celîl Celîlê, Bernameya Zargotina Destana Kurdî, Kerr û Kulik, Dünya TV. Fekoyê Miraz, 1930, hatiye çapkirin.

(5)Z(6) Cizîrî Şerefxa, Kovara Bîr, Adar, 2012

(6)Zîlan Reşo, Roşan Serdar, Destanên Kurdî, Wefa Kurdî ya Kulturî Li Stockholmê, 2002

(7) Aras Ehmed, Kerr û Kulik, Di Mîtolojîya Kurdî Da Destanek, Weş. Firat, Îstanbul, 1993

(Celîl Celîlê, Bernameya Zargotina Kurdî,Destana Kerr û Kulik, Dünya TV. Fekoyê Miraz, 1930, hatiye çapkirin.

(9)Cizîrî Şerefxa, Kovara Bîr, Adar, 2012

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *