- Demê xwe bi sîyaset û polîtîkaya rojane nekuje.
- Rê û rêbazên armanca xwe eşkere bike.
- Meyl û hunerên xwe keşf bike.
- Ji ceribandinê netirse.
- Heya neceribînî nagîhî konaxa xwekeşifkirinê.
- Pêşî wek sûbje xwe nasbike, têkêlîya xwe û obje-sûbjeyan raçav bike.
- Xwenaskirin û xwetespîtkirinê de zelal û rijid be.
- Her tişta ku te pênase dike baş di xwe de bicîh bike.
- Zimanê xwe baş hîn bibe, bila xwendin û fikirandina te ya bingehîn bi zimanê te be.
- Bila zimanê te nezîh û fesîh be, wek çemê Mûnzûr biherike.
- Edebîyat, çand û dîroka kurdan ji tûrê xwe neke.
- Heya karî, tiştê ku dixwînî, lêdikolî û dinivisînî bila tev kurdî bin.
- Xwe ji ava kanîya zanistên civakî, wek felsefe û sosyolojîyê qut neke.
- Dev ji fikrên rojane, skolastîk, mîstîk, ajîtatîk, şovenîstîk û hêvîkuj berde.
- Bide pey ronahîya hişê xwe.
- Ji nivisandinê netirse.
- Qelema xwe radestê hiş û binhişê xwe bike.
- Hînê zimanê Îngîlîzî yan jî Almanî bibe.
- Çav û dil bide hunerê.
- Bihêle bila hunerek reng û xweşîyek li jîyana te bireşîne.
- Motîvasyona xwe bi armanc û pergalên zexm û dûvdirêj perçîn bike.
- Nekerixe û pes neke.
- Xewn û xeyal, evîn û dostanîyên xwe texsîr neke.
- Li xwarina xwe miqate be, xwe ji xurekên hazir û çêkirî û ji karbonhîdrata zêde dûr bigire.
- Egzersîzê bike navenda jîyana xwe ya bike tendirustî.
- Di karê xwe de şareza û serbilind be, bi keda xwe bawer be, nekeve bin barê minetîyê.
- Fikir û ramanên xwe bike nav cilika serbestî û azadîyê, bila wek newrozê rengareng û xemilandî be.
- Nehêle bila tirs û berjewandî li te neke serdestî.
- Bi dil û mejî wek çîya be, lê wek deştek henûn û dilnizm be.
Serkan Aram