Şevbûherka “di qada dijîtal de xwendina kurdî”

Çi qas teknolojî bi pêş dikeve, derfet jî pê re zêde dibin. Heta em pirtûkekê dikirin carinan gelekî li bendê dimînin, kesên li gundan derfeta xwendina pirtûkan pirî caran derengtir dibînin, kesên li derveyî welêt heta xwe dighînin pirtûkekê bi mehan divê bisekinin, ji ber vanan û hin sedemên din di qada dijîtalê de zimanê Kurdî xwe bipêş de dibe.

Hem wek nivîsên kurt hem wek pirtûk hem jî wek kovaran êdî em dikarin gelek metnên kurdî li ser qada dîjîtal peyde bikin. Termên wek eKovar, ePirtûk jî êdî bûne parçeyekî zimanê me. Di vê warê de organîzasyon an kesên îllegal bêdestur nivîs, pirtûk an kovaran li ser înternetê belavdikin hene, ji aliyek din jî hin organîzasyon an kes bi destûra weşanger û nivîskaran û bi dayîna heqdest/heqnivîsê weşanên wan li ser înternetê belav dikin. Hin ji van berheman bêpere hin ji wan berhemên bi qîmet jî bi bihayekî hindik dighînin ber destê me.

Di heyama dawî de ji ber qeyrana aborî û pirsgirêkên peydekirina kaxizê bêguman ev derfeta li ser înternetê bidestxitina berhemên ji bo kurdî derfetek mezin e.

Êdî bi telefonek, tabletek, qumbersekê tenê, tu dikarî bigihîjê gelek pirtûkan. Ev dijîtalî hem erzantir e hem jî bileztir e.

Bi sponsoriya Koma Kovargerên Kurd, Malperên candname.com û epirtuk.comê pelê Çanada Kurdan bi moderetoriya Hêja Giyan û mêvanîya Pirtûkhez wê li ser mijara “di qada dijîtal de xwendina kurdî” civatekê bikin. Civat wê li ser pelê Çanda Kurdan ya Youtube roja yekşemê di seat 9ê êvarî de bê kirin.

https://twitter.com/hejagiyan/status/1540648334272102403?s=20&t=bvbvslm4S4WmZtpMzcRrBQ

Agahiyên Çalakiyê:

Nav: Di qada dijîtal de xwendina kurdî
Axaftvan: Pirtûkhez
Moderator: Hêja Giyan
Cure: Civata zindî
Cih: https://www.youtube.com/CandaKurdan
Dem: 26ê Hezîrana 2022an Seat: 21:00
Sponsor: Koma Kovargerên Kurd, Çandname, Epirtûk

Derbar Ridwan Xelîl

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply