Şanoya Areye Kayê yê li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê berî 15 salan hat avakirin. Şano ji wê rojê ve ji bo ku zaravayê Kirmanckî tine nebe bi wê zaravayê şanoyan pêşkêş dike. Koma Şanoyê ya Areye Kayê piştî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li Ewropayê jî gelek lîstikên şanoyê nîşan …
Read More »Ferhenga Têgehên Bedenê
JI WEŞANXANEYA SÎTAVÊ BERHEMEKE NÛ! Van salên dawî gelek xebatên girîng têne kirin li ser ferhenga kurdî. Her ku ew xebat têne kirin, dewlemendîya zimanê kurdî derdikeve pêş. Ev xebata li ber destê we jî yek ji wan xebatên girîng e ku li ser ferhenga kurdî hatîye kirin. Heta niha …
Read More »Fîlmê Zazakî ‘Demo ke Pelên Gozan Benî Zer’ premiera xwe li festîvala Goteborgê dike
Derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar, wê premiera fîlmê xwe yê bi navê “Demo ke Pelên Gozan Benî Zer” (Dema Pelên Gûzan Zer Dibin) li Festîvala Fîlman a Goteborgê bike. Fîlmê Dema Pelên Gûzan Zer Dibin ku bi zaravayê Kurdî yê Zazakî hatiye kêşan, fîlmê sêyemîn ê Mehmet Ali Konar e. Konar di derbarê fîlmê xwe …
Read More »Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata Şerefnameyê ya sala 2023yan Zimannasê Kurd Deham Ebdilfetah
Daxuyanîya Çapemenîyê Vîyana, 10ê çileya 2024an: Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir. Birêz Deham Ebdilfetah, ku zêdetirî çil ye salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 13ê çileya …
Read More »Ji Nûbiharê Du Pirtûk!
Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha Qedrî Sipranî çûkeke çiyayî me ez min ba diye baran diye berf û bapûk û tofan diye li deşt û naverastan nihêriye rojê pênc caran bangî xwedê hezar û pênc caran bangî dinê kiriye dinê xwe kerr û ker kiriye xwedê tenê xwedê zane ku çi kiriye! ISBN: …
Read More »Ji Nûbiharê Du Pirtûkên Nû!
SÎSÊ Mîroyê Esed Amadekar: Mustafa Kılıçaslan & Mehmet Yıldırımçakar Ev novela Mîroyê Esed a bi navê Sîsê, yek ji nimûneyên romanên Kurdî yên dewra Soviyêtê ye ku tema û şêwaza wê piranî li ser realîzmeke civakî ye. Her wisa veguherîn û rabûna cima‘etekî ‘elam dike, ku tevî azadbûna ji rêwresmên …
Read More »Di sala 2023an de Nûbihar
Kovar Di sala 2023an de kovara Nûbihar bi awayeke rêk û pêk meşa xwe berdewam kir. Di nava salê de hejmarên kovarê; 162, 163, 164, 165 weşiyan. Nûbihar Akademî jî bi hejmarên xwe yên 19 û 20an weşiyan. Pirtûkên Nû Di nava sala 2023an de wek weşanxane me 43 pirtûkên …
Read More »Ji bo zarokan kitêbên Nû
DU ÇÎROK Û NAMEYEK Çetoyê Zêdo Gerok û Gezok du mişkên destbirakên hev in. Di rojbûna Gezok de Gerok tê bajêr û dibe mêvanê wî… Di Çîroka duyem de Qero û Qoqo hene. Ew gerok in û dixwazin hemû dinyayê bibînin… Di beşa sêyem de nameya Deveyê Bedew heye: “…Em …
Read More »3 rojnameger li Wanê gund bi gund geriyan û çîrokên hezar salî tomar kirin
Sê rojnamegerên ji Wanê, li wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê gund bi gund geriyan û çîrokên hezar salî tomar kirin û bi navê Çîrokên Serhedê wekî pirtûk weşandin. Ew dibêjin armanca wan li hemberî serdemê parastina çanda devkî ye û çîrokên hatine jibîrkirin careke din bînin bîra civakê û çîrokbejîyê ji …
Read More »Ji Nûbiharê “Xusrew û Şîrîn”
Nizamiyê Genceyî, tê texmînkirin ku di navbera salên 1140-1208an de jiyaye. Li bajarê Genceyê hatiye dinê û li wir wefat kiriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û Mecnûna xwe de dayîka xwe wek Kurd dide nasandin. Nizamî, zanayê bi felsefeya Îslamî û Yûnanî û …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…