Kovara Rewşenbîr, hejmara xwe ya nû derket

Kovara Rewşenbîr, bi hejmara xwe ya nû û bi dosyaya sereke ya “Ji Duh Heta Îro, Serpêhatiya Kurdan li ser Maseyên Muzakereyan” gihîşt ber destê xwendevanên xwe. Kovar ku wekî weşana Cudî Akademî weşangeriyeke akademîk û lêkolînî dimeşîne, di vê hejmarê de bi analîzên dewlemend balê dikişîne ser dîroka dîplomasiya kurdan. Armanca vê dosyeyê ew e ku ezmûnên dîrokî û pêşketinên rojane bi hev re binirxîne û perspektîfeke rexnegir û yekgirtî pêşkêşî pratîka dîplomasiya kurd bike.

Kovara Rewşenbîr bi sê zimanan tê weşandin û zimanê wê yê sereke Kurdî ye. Ji bo her gotarekê, kurtebiriyeke (abstract) bi Îngilîzî û Tirkî jî hatiye amadekirin. Di binê van kurtebiriyan de kodên QR (QR Code) cih digirin; bi vî awayî xwendekar dikarin bi skankirina kodê, her nivîsê bi her du zimanên din jî bi awayekî dîjîtal bixwînin.

“Em Divê Dersên Pêwîst Ji Rabirdûyê Bigirin”

Midûrê Giştî yê Weşanê yê Kovara Rewşenbîrê, Fethî Kaya, destnîşan kir ku pêşketinên heyî yên li çar parçeyên Kurdistanê, dubarekirina wan bûyeran e ku sed sal berê bi parçekirina erdnîgariya Kurdistanê encam dabûn. Kaya wiha got:

“Me bi taybetî ev mijar bi firehî hilda dest da ku em dîplomasiya kurd ji perspektîfeke dîrokî binirxînin û dersên pêwîst ji rabirdûyê bigirin.”

Fethî Kaya derbarê rewşa dîplomasiya kurdan de nirxandina xwe wiha domand:

“Dema ku pêvajoya dîrokî tê vekolîn, tê dîtin ku kurdan di qada şer de her tim berxwedan û têkoşînek serkeftî nîşan dane; lê di warê dîplomasî û pêvajoyên muzakereyan de pir caran di pozîsyoneke lawaz de mane. Ev rewş ne tenê bi hevsengiyên leşkerî an siyasî ve, lê di heman demê de bi sîstema navdewletî û bi aktorên hêzdar ên ku stratejiyê diyar dikin ve jî girêdayî ye.

Bi rastî, pêşketinên dawî nîşan didin ku pirsgirêka kurd careke din ketiye nav trafîkek dîplomasî ya dijwar. Pêwendiyên li Rojava yên di navbera hukûmeta navendî û rêveberiya herêmî de, bandorên ‘Pêvajoya Çareseriyê’ ya li Tirkiyeyê û dînamîkên nû yên li Kurdistana Rojhilat, di vê çarçoveyê de mijarên bingehîn in ku di vê hejmarê de bi baldarî hatine nirxandin.”

Naverok û Gotarên Di Vê Hejmarê De

1. Dîroka Dîplomasiya Kurdan

Armanca kovarê ew e ku bi perspektîfek dîrokî tecrûbeya dîplomasiya kurdan bide fêmkirin:

  • Şakir Epözdemir: Têkiliyên Osmanî-Kurd bi şiklekî berfireh vedikole û aliyên dîplomatîk ên hevpeymaniya di navbera Îdrîsê Bidlîsî û Siltan Yavuz Selîm de analîz dike.

  • Sevda Brukî: Di çarçoveya nîzama navneteweyî ya piştî Şerê Cîhanî yê Yekem de pozîsyona kurdan vedikole; Konferansa Parîsê, Peymana Sevrê û ya Lozanê ji nêrîna kurdan dinirxîne. Her wiha dîplomasiya ku Şerîf Paşa li Konferansa Aştiyê ya Parîsê meşandiye, wekî mînakeke serkeftî digire dest.

  • Dr. Avni Kılıç: Bi rêya têkiliyên Şêx Mehmûd Berzencî yên bi Îngilîz û Tirkan re, avahiya dîplomasî ya wê demê ya tevlihev radixe ber çavan.

2. Di Dîplomasiyê de Rola Hêzên Garantor û Muzakere

  • Sevil Aral: Bi nêrîneke rexnegir li ser pêvajoyên muzakereyan radiweste û teqez dike ku maseyên dîplomasiyê ne tenê bi niyeta pak, lê bi hevsengiyên hêzê tên diyarkirin.

  • Zinar Barbeşî: Rola hêla sêyemîn û mekanîzmayên garantor di pêvajoyên aştiyê de analîz dike û balê dikişîne ser rêbazên pêvajoyê.

  • Çetin Nezan: Pêvajoya damezrandina Herêma Kurdistanê û naskirina wê di Destûra Iraqê de wekî mînakeke serkeftî ya dîplomasiyê dinirxîne.

3. Tecrûbeyên Hevberkî (Mukayese) û Hevpeyvîn

  • Adem Dumlu: Pêvajoya aştiyê ya di navbera IRA û Brîtanyayê de vedikole û di çarçoveya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê de encamên girîng bi rêbazeke mukayeseyî pêşkêş dike.

  • Fetullah Kaya: Sûikasta li dijî Dr. Qasimlo (ku wekî mînakeke bêbextiya li ser maseyên muzakereyê tê naskirin) bi şahidên bûyerê re bi rêya hevpeyvînekê aniye ziman.

  • Fethi Kaya: Bi Prof. Dr. Kemal Soleîmanî re hevpeyvînek çêkiriye û tê de bandorên pêşketinên di eksena Îran-Amerîka-Îsraîlê de yên li ser Kurdistana Rojhilat dinirxîne.

4. Gotarên Din ên Girîng

  • Prof. Dr. Ofra Bengio: Pêwendiyên Kurd û Îsraîlê di bin ronahiya guhertinên tektonîk ên li Rojhilata Navîn de analîz dike.

  • Dr. Rufat Bilind: Statuya sosyo-polîtîk a kurdan li Tirkiyeyê girtiye dest û dipirse: “Kurd kêmnetew ne yan hîmên (ûnsûrên) esasî ne?”

  • Dr. Felemez Karadeniz: Li ser despotîzma Rojhilata Navîn sekiniye û têkoşîna ramanî ya Seîdê Nursî û Abdurrahman el-Kevâkibî ya li hemberî vê despotîzmê bi şiklekî berfireh hildaye dest.

Lîsteya Sernavên Gotaran (Îndeks):

  1. Guhertinên tektonîk ên li Rojhilata Navîn û bandora wan li ser têkiliyên Kurd-Îsraîlê

  2. Li Tirkiyeyê statuya Kurdan: Pêkhatî ne yan damezirêner in?

  3. Rexneya Abdurrahman el-Kevâkibî û Seîdê Nursî ya li ser despotîzmê

  4. Tecrûbeya IRA’yê ji bo muzakereyên Bakûr û Rojava çawa dikare bibe mînak?

  5. Di dema dîplomasiyê de rola hêzên garantor: Bandora hebûna alîgirê sêyemîn di muzakereyên dualî de

  6. Maseya muzakereyê qada hêz e, ne qada niyeta pak e!

  7. Hêz li qadê, temsîl li ser maseyê: Mînaka Rojava

  8. Tifaqa Kurd û Osmaniyan, Îdrîsê Bîdlîsî; Dîplomatekî girîng bû yan mandaxwaz bû?

  9. Piştî Şerê Cîhanê yê 1’emîn, di çarçoveya peymanên navdewletî de dîplomasiya Kurd

  10. Muzakereyên Şêx Mehmûd Berzencî yên siyasî; digel Tirk û Îngîlîzan (1918-1931)

  11. Di pêvajoya damezirandina Federasyona Kurdistana Iraqê de girîngiya muzakere û dîplomasiyê

  12. Roportaj bi Prof. Dr. Kemal Soleîmanî re: “Divê Kurd stratejiyeke bi qisawet bimeşînin”

  13. Çîroka bêbextiya li ser maseya muzakereyê; Dr. Abdurrahman Qasimlo

  14. Teknîka Pêdagojiyê ya Kurdên Transkafkasyayê (1928)

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

ferhengkurdi.com

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *