Ji Nûbiharê “Xusrew û Şîrîn”

Nizamiyê Genceyî, tê texmînkirin ku di navbera salên 1140-1208an de jiyaye. Li bajarê Genceyê hatiye
dinê û li wir wefat kiriye. Gence, gelek salan paytexta dewleta Kurdên Şedadî bûye. Nizamî, di Leyla û
Mecnûna xwe de dayîka xwe wek Kurd dide nasandin.
Nizamî, zanayê bi felsefeya Îslamî û Yûnanî û ‘irfana Îranî ye. Navê Nizamiyê Genceyî û berhemên wî, bi
cografyaya Îran û Rojhilata Navîn ve sînordar nemaye û gehiştîne çarhawêlê cîhanê. Di edebiyata Farsî
de, berî Nizamî gelek kesan çîrok vehûnane û Nizamî yekemîn kes nîne; lê di vehûnana çîrokan de ta
niha kes negehîştiye payeya wî ya bilind. Hunera vehûnana çîrokan ji aliyê Nizamî ve kar li ser hemû
edebiyata gelên Rojhelata Navîn kiriye. Li dû Nizamî re bi dehan kesî bi zimanê Farisî, Tirkî, Kurdî…
xwastine wek wî çîrokan vehûnin, lê dîsa kes negehîştiye toza şînbozê wî. Ji nava 5 pirtûkên Nizamî,
Xosrew û Şîrîn û Leyla û Mecnûn ji yên din bitesîrtir bûne. Ev her du pirtûk bi gelek zimanan hatine
wergêran û bûne mijarên fîlm û şanoyan. Gelek kesan, çi bi şêweya vegirtinê û çi jî bi şêweya wergêranê li ser van her du berhemana xebitîne. Bi Kurdî jî, çi bi Kurmancî çi bi Goranî, gelek şairên me rêça Nizamî girtine û ev herdu berhemên wî, yan wergerandine yan jî jê girtine.

Xosrew û Şîrîn
NIZAMÎYÊ GENCEYÎ

Wergêr: Dr. Perwîz Cîhanî

Buha: 420.00 tl
ISBN: 978-625-7383-89-9
Ebat: 13.50*21.00 cm
Rûpel: 704
Kapak: Karton Kapak
Kategorî: Şiir
Ziman: Kuramnciya Kurdî

Perwîz Cîhanî di sala 1955an de li gundê Belesora Jêrîn -navça Elendê- ku bi ser bajarê Kela Xoyê ye
hatiye dinyayê.
Li bajarên Xoy, Selmas û Ûrmiyê çûye xwendegehê. Di şaxê edebiyat û zimanê Farisî de lîsans
wergirtiye. Şeş salan li zadigeha xwe mamostetiya dibistana seretayî kiriye. Li bajarên Xoy û Makûyê di
sazûmana koçeran de wek karmend û lêkolînerê li ser jiyan û toreya koçeran xebitiye. Dûvre li radyoyên
Kurdî yên Tehran û Ûrmiyê wek bêjer û nivîskarê du bernameyên toreyî xebitiye. Sala 1984an piştî ku
Hêmin Mukriyanî çûye Ûrmiyê, bi tevlîbûna çend nivîskarên din jî kovara ferhengî edebî ya Sirwe
damezrandine. Ji sala 1984an ta sala 1995an di wê kovarê de wek nivîskar û berpirsê pişka Kurmancî
xebitiye. Di sala 1995an de ji Kurdistanê derketiye û ji hinga ve wek penaber li Swîsreyê dijî.
Di sala 1977an de dest bi nivîsîna Kurdî kiriye û heya niha gelek berhem û wergerên wî hatine weşandin.

Derbar ziman

Check Also

JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala …

Leave a Reply