Derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar, wê premiera fîlmê xwe yê bi navê “Demo ke Pelên Gozan Benî Zer” (Dema Pelên Gûzan Zer Dibin) li Festîvala Fîlman a Goteborgê bike.

Fîlmê Dema Pelên Gûzan Zer Dibin ku bi zaravayê Kurdî yê Zazakî hatiye kêşan, fîlmê sêyemîn ê Mehmet Ali Konar e.

Konar di derbarê fîlmê xwe de diyar kir ku mijara fîlmê wî çîroka bavekî ciwan ku di kêliyên dawî yên jiyana xwe de, hewl dide her tiştê dizane hînî kurê xwe bike û kurê wî jî hewl dide tiştên ku bavê wî şanî wî dide hîn bibe.

Fîlm ji dawiya salên 90î heta destpêka salên 2000î wek naveya çîrokê digire dest û ji bûyer û bi ji bûyer û kirûyen atmosfera civakî û siyasî ya ew salên Bakurê Kurdistanê hatiye hunandin.

Mehmet Alî Konar li ser hesabê xwe yên medyaya civakî li gel afîşa fîlm ev zanyarî dan:

“Ez bi kêfxweşî xeberê didim ku fîlma me ya bi navê Demo ke Pelê Gozan Benî Zer dê li Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Goteborgê premiera xwe ya cîhanî bike.”

Alî Konar herwiha da zanîn ku ji bo “Xelata Youth Jury Dragon”ê wê bikeve pêşbaziyê.

Konar herwiha spasiya hemû leyztikvan û hevalên xwe yên ked dane kir.