Di sala 2023an de Nûbihar

Kovar

Di sala 2023an de kovara Nûbihar bi awayeke rêk û pêk meşa xwe berdewam kir. Di nava salê de
hejmarên kovarê; 162, 163, 164, 165 weşiyan.
Nûbihar Akademî jî bi hejmarên xwe yên 19 û 20an weşiyan.

Pirtûkên Nû

Di nava sala 2023an de wek weşanxane me 43 pirtûkên nû gihand ber destê xwîneran. Ji van pirtûkan
8 heb bi Tirkî, 35 heb jî bi Kurdî ne. Ji yên Kurdî 2 heb bi zaravaya Kirmancî-Zazakî, 33 heb jî bi
Kurmancî ne.

Lîsteya Pirtûkên nû:
Gundê Xweş û Gundê Nexweş / Şukran Çaçan / Zarok
Ofof/ Şukran Çaçan / Zarok
Prensesa Xwedivê/ Şukran Çaçan / Zarok
Şêrê Bitenê / Çetoyê Zêdo / Zarok
Du Çîrok Û Nameyek/ Çetoyê Zêdo / Zarok
Çûkê Bilûrvan Venûkirina Çîroka Gelêrî/ Çetoyê Zêdo / Zarok
Bilûrvanê Gundê Bimişk / Hans Christian Andersen; Memê Miksî / Zarok
Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan / Mihyedîn Nahrîn / Zarok û Perwerde
Dîwana Mîrê Zirav (Mela Muhemmed Gulnar) / Hanifi Taşkın / Helbest
kirasê mar / Evdal Baqî / Helbest
Risteyên Kaptan / Pablo Neruda / Werger: Talat İnanaç / Helbest
Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha / Qedrî Sipranî / Helbest
41+ 1 / Welat Dilken / Helbest
Vila Koyûn / Cuma Ali Karaman / Helbest (zazakî)
Memê û Zînê / Emînê Evdal / Helbest
Ber Bi Zertavê (Hemû Berhem Berg 3) / Abdulla Peşêw / Werger: Zülküf Ergün / Helbest
Xosrew û Şîrîn / Nizamiyê Genceyî / Werger: Perwîz Cîhanî / Helbest
Dubeytîyên Baba Tahirê Hemedanî / Baba Tahirê Hemedanî / Werger: Perwîz Cîhanî / Helbest
Dengbêj Mehmûdê Hesê Antolojiya Dengbêjan 4 / Ömer Güneş; İbrahim Şahin / Folklor
Lalezar Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan / Mela Husnî Hezîn / Folklor

Sîsê / Mîroyê Esed / Çîrok
Du Sêwî -Çîrokên Jiyayî / Süleyman Demirkol / Çîrok
Tarîxa Meyafarqînê / Îbnu’l-Ezreqê Fariqî / Werger: Emîn Narozî / Dîrok û Lêkolîn
Edebîyata Kurdî ya Sovyetê / Zülküf Ergün / Lêkolîn
Şerefname Tewarîxê Qedîmê Kurdistan / Şerefxanê Bitlîsî / Werger: Mela Mehmûdê Bazidî / Dîrok
Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli / Mehmet Sadık Varli / Biyografî
Bi Dîtin û Şahidiya Min Ebdulla M. Varli / Mehmet Sadık Varli / Biyografî
Îran Xanim: Hawarek Ji Ûrmiyeyê / Sayîme Xakpûr / Biyografî
Dengbêj Zahiro: Qulingê Serhedê / Hemîd Ûrmiye / Biyografî
Nexweşxane / Mezher Bozan / Roman
Şêxê Biçûk Şêrê Çiyayên Pîranê / Mihemed Seîd Temel / Roman
Lixwegerîn / M. Nuri Candemir / Roman
Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî / Tehsîn Îbrahîm Doskî / Lêkolînên Edebî
Mîtos û Edebîyat Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de / Kenan Subaşı; Shahab Vali / Kurdolojî
Poncas Pêxembero Mu‘Ellîm / Mella Muhammed ‘Elî Hûnî / Dînî

Seyahatnamelerde ve Hatıratlarda Malatya-Adıyaman Kürtleri / Nihat Karademir / Araştırma
Tükenerek Direnmek / Köy Boşaltmalarından Hendek Olaylarına Ülke İçi Yerinden Edilmeyi/Zorunlu
Göçü Deneyimlemek / Adem Kılıç / Araştırma
Bir Asimilasyon Aracı Olarak Kentler ve Kürtler / Barış A. Çobanoğlu / Araştırma
Zirkan Aşiretinden Hazro Beyleri / Murat Budak / Araştırma
Korku Ve Umut: II. Abdülhamid Dönemi Kürt-Ermeni İlişkileri / Nihat Karademir / Araştırma
Yakın Akrabalar Kemalist Türkiye & Pehlevi İran / Ercan Çağlayan / Araştırma
İngiliz ve Fransız Arşiv Belgeleriyle Şeyh Said Hareketi / Salih Cemal / Araştırma
İngiliz ve Fransız Arşiv Belgeleriyle Sevr-Lozan-Musul’da Kürtler / Salih Cemal / Araştırma

SALNAME

Kevneşopiya weşanxana me Salname wek her sal dîsa derket. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî
hene: Navdarên Kurd, navdarên cîhanê, edebiyata cîhanê, agahiyên dînî, bûyerên muhîm yên li ser
Kurdan û yên ku li cîhanê qewimî, pêkenokên Kurdî, xeberoşkên demsalê, helbestên ji edebiyata
Kurdî û gelek tiştên din…
Di rûyê pêş de jî; gotinên navdar û yên pêşiyan, mealên ayet û hedîsan, bûyerên di wê rojê de qewimî
û wextên nimêjê cî girtine.
Kartonên ku îsal bi salnameyê re hatine dayin 8 in:
Qesra Mestûre Erdelanî-Sine, Medreseya Sor-Cizîr, Mizgefta Mezin-Amed, Qesra Îshaq Paşa-Bazîd,

Bedîûzeman, Selaheddîn Eyûbî, Şerefxanê Bedlîsî û 5 Edîbên Kurd (Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî,
Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Baba Tahirê Uryan)

FÛARA PIRTÛKAN

Di 2023an de em tevlî 10 fûaran bûn;

05-11.2023 Fûara Pirtûkan a Tetwanê
04-11 Hezîran 2023 Fûara Pirtûkan a Bilîsê
06-15 Cotmeh Fûara Pirtûkan a Tetwanê
20-29.10 2023 Fûara Pirtûkan a Batmanê
28 Cotmeh- 5 Çiriya Paşîn Fûara Pirtûkan a Îzmîrê
28 Cotmeh- 5 Çiriya Paşîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê
18-26 Çiriya Paşîn Fûara Pirtûkan a Rihayê
24 Çiriya Paşîn – 3 Çileyê Paşîn Fûara Pirtûkan a Mûşê
11-17 Çiriya Paşîn Fûara Pirtûkan a Sêrtê
16-24 Çiriya Paşîn Fûara Pirtûkan a Amedê

Di van fûaran de me bi dehan panel û rojên îmzeyeyan darxist. Li gor derfetan hewla me ya çûyîna
hemû bajaran berdewam e. Bi vê awayaê em hewl didin bixwe biçin ber deriye xwandevanan.

PODCAST
Di sala 2023an de beşek me ya podcastê bi nivîskarê me Tahir Baykuşak re li ser pirtûka
“Süleymaniye’den İstanbul’a Bir Kürt Aydını Emin Feyzi Bey’in Hatıraları (1862-1929)” hat
qeydkirin.

Û helbet bi dehan kêfxweşî û westandinên din.
Û dûbare, em spasdarê ew kasan in ku tevlî çîroka me bûne.

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply