Biryara qedexeya titûnê xelk mexdûr kiriye

 

Firotina titûn û cixareya pêçayî bi biryareke nû ya hikûmetê, di 1ê Tîrmehê de hatiye qedexekirin. Berhemhêner titûnê û bikarhênerên titûnê ji vê biryarê bi gazinc in û ew vê biryara hikûmetê weke biryareke yekalî şîrove dikin.

Parlementoya Tirkiyê 1ê Tîrmeha 2020an, firotina cixareya pêçayî qedexe kir. Li gor vê biryarê heger firoşgeheke titûnê, cixareya pêçayî bifroşe dê di navbera 3 heta 6 salan, bi cezayê girtîgehê were cezakirin.

Di 26ê Hezîrana vê salê de, biryara qedexeya firotina cixareya pêçayî, di Rojnameya Fermî ya Tirkiyeyê de hatibû belavkirin û ev biryar ket warê cîbicîkirinê.

Li gor amarên fermî yên li Tirkiyeyê 25 hezar firoşgehên titûnê hene ku vî karî dikin. Herwiha nêzî 100 hezar firoşgeh jî ji ser înternetê karê firotina titûnê dikin.

Herwiha piştî 1ê Tîrmeha sala 2021an, firoşgehên ku belgeya destûrnameyê ji Wezareta Çandinî û Daristanan nestînin an jî wezaretê derheqê firotinê de agahdar nekin, dê nikaribin danûstendina titûnê bikin.

Cotkar û berhemhêner û dikandarên titûnê ji vê biryara hikûmetê nerazî ne. Herwiha dikandar, bikarhêner û berhemhênerên titûnê derbarê vê biryarê de gilî û gazinên xwe tînin ziman.

Cotkarên titûnê: Ev ne biryareke dirust e!

Ji Mutkana Bedlîsê, cotkarê titûnê Ebdilkerîm O.  zêdetirî ji 30 sala ye ew li navçeya Motkana Bedlîsê cotkariya titûnê dike.

Herwiha Ebdilkerîm O. debara xwe û yê malbata xwe li ser çandiniya titûnê derbas dike. Vê çandiniyê li gundê xwe, di nava zevî û milkên xwe de, bi malbata xwe re dike.

Ebdilkerîm O. diyar dike ku ev biryara nû têsîreke mezin dê li cotkarên Bedlîsê û bajarên welêt de çêbike.

Li gor Ebdilkerim O. qedexeya dawî ya li ser cixareya pêçayî biryareke nedurist e, Çimkî dê ev qedexe ziyaneke mezin li ser cotkarên weke wî yên titûnê bike. Weke yek ji cotkarekî titûnê ji Mutkana Bedlîsê Ebdilkerim O. wiha dibêje: “Pêwîst e, ji me re çareyek ware dîtin, ji ber vê yekê, ez daxwaz ji hukmetê dikim ku vê biryara standine paşve bikşînin, da ku ez û cotkarên wekî min bikaribin debara xwe û ya malbata xwe bikin.”

Firoşgehên titûnê: Bazara titûnê sekiniye

Li Dêrsimê, xwedî û xebatkara firoşgeheke titûnê Gulcan Ç. derbarê qedexeyên dawî de nêrînên xwe bi me re parve kir. Gulcan Ç. jinek e, û 7 sal e karê titûnfiroşiyê dike. Bi saya vî karî, debara xwe û ya du kurê xwe kiriye. Weke jineke xweser di nav firoşgehan de xwe daye qebûlkirin. Herwiha Gulcan Ç.  her du kurên xwe jî şandine zanîngehê û ji wan re di her aliyê jiyanê de bûye alîkar.

Me ji Gulcan Ç.  derbarê qedexeya dawî, têsîra ku li ser wan kiriye, rewşa firotina titûnê wekî berê çawa ye, reaksiyona titûnkêşan li ser vê biryarê çawa bû, jê pirs kir.

Gulcan Ç. diyar kir ku qedexeya dawî têsîreke mezin li ser wan kiriye, wê diyar kir ku mirovên temenên wan ber bi jor, ji vê biryarê gelek gazinan dikin û naxwazin berê xwe bidin titûna hazir ango ya Kompanyaya Titûnê, Amûrên Titûnê û Xwê û Alkolê (TEKEL) bistînin.

Li gor Gulcan Ç.  raber dike qedexeya dawî ya li ser titûnê têsîreke mezin li ser wan çêkiriye. Karê wan gelek î  kêm bûye.

“Em neçar in, nikarin bifiroşin

Herwiha Gulcan Ç. berawirdiyê di navbera mehên beriya biryara derketina qedexeyê dike û wiha dibêje: “Di vê demê de me baş fam kir ku karên me li gor meha Hezîranê gelek kêm bûye, heta em dikarin vê jî bibêjin firotina me ya titûnê li gor meha borî nîvenîv bûye. Piraniya mirovên salmezin ji vê biryarê gazinên xwe dikin, çimkî ev mirov nikarin titûna hatiye çêkirin ango cixareya TEKELê bikşînin. Xuya dike ku ev biryar têsîra herî zêde li ser wan kiriye.

Xelq, gava ku tên dikanê gilî û gazinên xwe ji me dikin, ji ber ku em cixareya pêçayî nafiroşin wan, em jî ji wan re dibêjin, -em neçar in, nikarin bifiroşin.”

Bikarhênerên titûnê: Em nikarin titûnê peyda bikin

Ji Antalayayê, hemwelatiyê bi navê Wedat Î. ku cigarekêş e derbarê qedexeya dawî de, nêrînên xwe bi me re parve kir.

Wedat Î. nêzî 5 sal e, ku titûn dikşîne, ji ber karê xwe yê niha nikare titûnê bi xwe amade bike, ji ber vê yekê berê xwe daye cixareya pêçayî.

Wedat Î. pirsên derbarê qedexeya dawî, têsîreke çawa li ser wî kiriye, piştê vê biryarê berê xwe daye titûna TEKELê an riyekê çawa ji xwe re dîtiye, bersiv da.

Ew diyar dike, ku dê ev biryar têsîreke mezin li ser bikarhênerên cixareya pêçayî çêbike, lê Wedat Î. teqez li serî disekine ku ew naxwaze berê xwe bide cixareya tekelê.

Wedat Î. di wê baweriyê de ye kesên weke wî wê nikaribin pakêtên cixareya TEKELê bistînin û wiha dibêje: “Ji bo min cixareya TEKELê gelek î biha ye, pakêtekê cixareya tekelê bi 15 lîreyan dest pê dike, lê bihayê pakêteke cixareya pêçayî 5 lîre ye, ji ber vê yekê dê ev biryar têsîreke mezin li ser bikarhênerên cixareya pêçayî çêke.

Mirov nizane çi di nav titûna hazir de heye, ji ber vê yekê ez naxwazim berê xwe bidim wî.

Piştî vê biryarê êdî em mecbur in, ku em titûnê him bixwe bistînin û him jî bixwe bipêçin.”

Rêjeya bikaranîna titûnê giştî li Tirkiyê

Li gor, raporta 2018an a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, Koma Pençeşêrê ya Amerîkî û Weqfa Cîgeraspî ya Cîhanê li giştî Tirkiyê 83 hezar kes bi nexweşiyên titûnê koça dawî dikin û 252 zarok çixareyê dikşînin.

Herwiha 14 milyon û 500 hezar kes titûnê bikartînin. Li aliyê din li gor heman raportê rêjeya bikaranîna titûnê li Tirkiyê di nava mêran de kêm dibe û li nava jinan jî zêde bûye.

 

Çavkanî: Raporta “Atlas Titûnê”

Derbar Qesîm Etmanekî

Di zanîngeha Stenbolê de, beşa rojnamegeriyê dixwîne. Herwiha berhevkirina çîrokên gelêrî re mijûl dibe. Têkilî: qesimetmaneki@gmail.com

Check Also

Xwe Ji Depresyona Zivistanê Biparêzin

Ji bo ku meriv nekeve bin bandora depresyona zivistanê divê zêde zêde derkeve ber tavê. …

Leave a Reply