Birîna Şevşevokan…

Teq û teqa baranêye ku bi axê re ketiyê reqsa bereketê, li ber şîrê dayikan hêz girtiye û xwe spartiye çiyayên ku weke stûnê ezman li ser wî welatê bêyaniya. Di hêleke xwe ve bax û baxçe bi hêleke xwe av û kanî û bi hêleke xwe ve dîroka şaristaniyê. Zilm û talankirin ketibû eyna dew a, bi çavekî kor û kormik bi devekî xwîn li ser çemê zilmê av vexwaribûn, cemseyên xwe yên ji sewta zilmê dereng şevekêde ber bi warê wan ve bi rêxistibûn…

Şev yekem car bû ku ji ber taritî û bêdengiya xwe aciz dibû, dikir ku dest biavêje baskê rojê li ser serê wî welatî ronak bike, stêrka xwe di zincîrê dîl girtinê de disotin, hewar gazin qêrîn û her wiha xiyanet li wir bi cih bûbû…

Dayikên şevşevokî tim bê dengiya ezman û stêrkan ditirsiyan, beriya wê bêdengiyê dîsa rojekê wiha bêdeng de zilma xiyanet û talan kirinê deriyê wan yên bi aramî da bû, ew welatê xweşik bibu gola xwînê..

Birînê şevşevoka pir in, li ber dengê cemseyên leşkeran.

Siya Jandar

ÇANDNAME

Derbar Çand Name

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply