Birayê Dîn û Birayê Biaqil- Harun KOYUNCU

Hebû tûnebû, du birayên hev hebûn.Yek dîn bû, yek jî biaqil. Hinekî rûniştin, pir rûniştin hindik rûniştin vê gavê birçî bûn. Birayê biaqil got:  “Birayê min ma  em ji birçîna bimirin? Ka de em biçin ji xwe re xwarinê bibînin.”

Çûn li pîreke rast hatin. Pîrê ji wan re got:

“Zilamên delal hûn nikarin biçine ber dewarê min ?”

Birayan bi hev re, got:

– Belê, em dikarin biçin lê tu yê xwarinê bidî me. Pîrê got:

Û meseleya wan çêbû. Lê belê birayan nezanîbûn ku pîra merxûr e. Birayan dest dane hev û çûne ber dewarê pîrê. Birayê biaqil got: “Birayê min em zehf birçî bûn ka ez biçim ba pîrê ji me re xwarinê bînim û tu jî ber dewêr be,  lê teqez deweran bera rez ne de, ez heyran pîrê me bixwe.”

Birayê dîn heqqet dîn bû û serbixwe kar dikir. Ji dewarî ker û lal ra got: “Ez ê we azadkim û bera rez dim lê hûnê pe’nik bixwin, qilotik nexwine.” Birayê dîn gotina xwe xelaskir û dewar bera rez da. Ajalê ker û lal çi fehm bike kete nav rez û hemû jî xwar. Birayê dîn ji cihê xwe rabû bankir û got: “Min ji we re ne got qilotik nexwin…”

Gihêşte dewêr û hemû kûşt û li wir runişt. Birayê biaqil hat, hat lê yê ku bi çavên xwe didîtin qet ne baş bû. Ji birayê xwe re got:

– Bira, te çawa kir, pîrê me bikoje.

Birayê dîn got:

– Law min ji wan re got, pe’nik bixwin, qilotik nexwin lê wan qilotik jî xwar, wan mirin heq kir,

Birayê biaqil fikirî û got:

– Em dewêr bikşînin şikaftê û biçine ba pîrê haq xatir bixwazin û birevin

Pîrê piştî ku bira çûn bi guman keça xwe mezin şande şikeftê, hinda dewarên xwe. Keçê çû lê nerî hat û got: “Dayê, dewar ka diken, rewşa wan baş e, zinga zinga zengûlê berêne.”

Agirê gumanê pîrê venemiriye, keça xwe yê ji wê biçûktir jî şand. Wê jî gotina keça mezin dubare kir. Pîr, dîsa sar nebû û keça xwe biçûk jî şand. Keça biçûk dijwar bûye. Di qulikê şikeftê de li nêriye ku tew lo! dewar hemû mirine û zengûlê bêrên kirine hustiyê kerguyan.

Hatiye ba dayîka xwe û hemû mesele jê re gotiye û pîra merxûr dikeve pey şopê birayan.

Birayan jî di bin siyê dareke de kon vegirtine, xwarina ku jî pîrê standinê xwarine û kêfa xwe dinêrîne. Birayê biaqil ramediyaye û birayê dîn jî ji xwe ra xewreke çêdikiye. Pîra merxûr bi şidekî dihatiye ku toz duman radikiriye ezmên. Birayê biaqil çawa ditiye ji birayê xwe re gotiye: “Bira, rabe em birevin pîrê tê yê me bikoje.”

Birayê dîn ji xewra xwe bernedaye û pîr hatiye gihêştiye birayê. Birayê dîn ji pîrê re, gotiye:

“Pîrê tu xewrê min xerakî ez şekê te biçirînime.” Û dubare kiriye.

“Pîrê tu xewrê min xerakî ez şekê te biçirînime…”

Her çiqas birayê dîn îqaz dike jî pîr xewrê xirab dike û birayê dîn jî şekê wê diçirîne…

 

Berhevkar Harun KOYUNCU-Çandname

(Çavkanî Mustafa KOYUNCU-SEMSÛR)

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply