DARISTANA BÊSERÛBINÎ
Piştî trajediyek di serê Arthur Brennan re derbas dibe, derdikeve rêwitiyekê û berê xwe dide daristeneke ku li çiyayê Fujiya Japonyayê ye. Ev daristan bêserûbin e û kesên ku riya wan li vê daristanê derbas dibe jî zûbizû nikarin vegerin û li vê daristanê winda dibin. Arthurê ku dilê wî gelekî bi kul û derd e, piştî tê vê daristanê ferq dike ku ew li vê daristanê bitenê nîne. Li vê daristanê rastî zilamê bi navê Takumi Nakamura tê ku ew jî li vir winda bûye. Ev her du zilam li vê daristana ku bêserûbin e li jiyanê dimînin, dev ji kuştina xwe berdidin û hêviyên xwe li jiyanê girê didin.
Senaryoya Filmê ji aliyê Chris Sparling ve hatiye nivîsîn. Di rolên sereke de jî Matthew McConaughey, Ken Watanabe û Naomi Watts cih digirin.
TOR
Nam Chul-wooê ku bi eslê xwe ji Koreya Bakur e, ligel malbata xwe li sinorê Koreya Başûr li bajarokeke biçûk li qeraxeke çem dijîn. Nam li sinorê ku herdu welatan ji hev vediqetin e masiya digire û çiqas rewşa wan aboriyê nebaş be jî bi jina xwe û bi keçika xwe re jiyaneke bextewar didomînin. Muhafizên ku sînor kontrol dikin jî ji ber ku Nam nas dikin dizanin ku Nam nareve sînorê din. Lêbelê rojekê ji ber tora wî li motorê li hev dikeve Keştiya wî ji kontrolê derdikeve û derbasî aliyê sinorê Koraya Başûr dibe. Namê ku guman jê dikin sîxûr an jî penaber e, li wê derê li ser wî lêpirsîn û îşkenceyên giran tên kirin. Nam dixwaze vegere ba malbata xwe; lê piştî ku wî teslîmê welatê wî dikin êdî jiyana wî mîna berê nabe.
Senaryoya fîlmê ji aliyê Kim Ki-duk ve hatiye nivîsîn. Di rolên sereke de jî Guyhwa Choi, Lee Won Gun û Young-min dileyzîn.
DAWET Û DÎLAN Û EM HERDU
Salih û Gürkanê ku 6 sal berê têkiliyên wan û bi mafyayê re çê dibe, ji aliyê mafyayê ve, li dawetên wan wek stranbêj tên xebitandin. Salih ji bo ku bi hezkiriya xwe re bizewice dixwaze ji mafyanê veqete, ji bo vê yekê jî ew û kurmamê xwe Gurkan şertekî mafyayê qebûl dikin. Li gorî şertê mafyayê li daweta ku diçinê divê karmendê mehrê birevînin. Ev herdu hevalên ku bi neçarî vê peywirê qebûl dikin, gelek tiştên ji hev balkêştir tê serê wan.
Derhêneriya filmê Selçuk Aydemir dike. Senaryo jî dîsa ji aliyê Selçuk Aydemir ve hatiye nivîsîn. Di kadroya filmê de Murat Cemcir, Ahmet Kural, Rasim Öztekin, Ayhan Taş û Şinasi hene.