Di kurdî de navên mehan pirsgirêkeke mezin e. Ji derî zaravayên soranî û kirmanckî (dimilî-zazayî) di zaravayê kurmancî de hema hema her dem û dezgeh an jî nivîskar li gor herêm an jî dilê xwe nav li mehan kirine û dikin.
Ji ber vê yekê salnameyên curbe cur hene û navên 12 mehan tevlihev in. Min xwest balê bikşînim ser mijarê ka kîjan dem û dezgeh navên 12 mehan çawa bi kar tîne, di vê tabloya jêrîn de destnîşan bikim. Pêwîst e ku em kurmanc li ser nevên mehan li hev bikin û lîsteyeke hevpar amade bikin. Ev kar jî dikeve ser milê dem û dezgeh û zimanzanên kurdan.
Dema mirov bi baldarî li tabloya jêrîn dinêre, dibîne ku gelek dem û dezgeh ji derî mehek du mehan hema hema wek hev dinivîsin. Qet nebe yên nêzîkî hev li ser wan mehan bi hev bikin. Bi hev bikin dê qiyamet rabe, çi dibe an dê prestîja wan bişike? Tiştekî ecêb lîsteya NÇM, Enstîtûya Amed û Îstenbolê û Azadiya Welat, ROJ TV û Newroz TV ne wek hev in. Heman kes ji çend mehan carekê ciyê karê xwe diguhêrin. Dema li gor dem û dezgehan ciyê karên wan tê guhertin, herweha salnameya wan jî tê guhertin. Dibe ku yê/ya ku emîr dide şefredaktor e û her kes pêwîst e wek şefredaktorê xwe navên mehan bêje û binivîse! Gelo şefredaktor bi awayekî otomatîkî dibin salnameredaktor jî?
Zarava û sazî | Soranî | Kirmanckî (zazakî) | Kovara Hawarê | Înstîtûya Parîsê, Înstîtûya Brukselê, Kurd1, Newroz TV |
NÇM, Înstîtûya Amedê, Înstîtûya Stenbolê |
Azadiya Welat, ROJ TV |
Komkar, Roja Nû, Dema nû Koma Mamosteyên Kurdî li Swêdê |
meha 1em | rêbendan | çele | kanûna paşîn | çile | rêberdan | çile | çileya paşîn |
meha 2yem | reşeme | sibate, gucige | sibat | sibat | reşeme | sibat | sibat |
meha 3yem | xakelêwe | adare | adar | adar | adar | adar | adar |
meha 4em | gulan | nîsane | nîsan | nîsan | avrêl | nîsan | nîsan |
meha 5em | cozerdan | gulane | gulan | gulan | gulan | gulan | gulan |
meha 6em | pûşber | hezîrane | hezîran | hezîran | pûşber | hezîran | hezîran |
meha 7em | gelawêj | temmuze | tîrmeh | tîrmeh | tîrmeh | tîrmeh | tîrmeh |
meha 8em | xarmanan | tebaxe | tebax | tebax | gelawêj | tebax | tebax |
meha 9em | rezber | êlule | îlon | îlon | rezber | îlon | îlon |
meha 10em | gelerêzan | oktobre | çiriya pêşîn | cotmeh | kewçêr | kewçêr | çiriya pêşîn |
meha 11em | sermawezt | teşrîne | çiriya paşîn | mijdar | sermawez | mijdar | çiriya paşîn |
meha 12em | befranbar | kanûne | kanûna pêşîn | kanûn | berfanbar | kanûn | çileya pêşîn |
Bersiv û dîtin:
Raîf Yaman
Fîlolog û nivîskar Raîf Yaman dibêje: “Li gor dîtina min koma Enstîtûya Parîsê rasttir û baştir e. Ji ber ku ev dezgeheke me ya herî kevn e û li ser rêça Bedirxaniyan dimeşe.”
APEC
Xwedî û berpirsê weşanxaneya APECê Elî Ciftcî bi riya telefonê ji A. Tîgrîs destûra kopyakirina nivîsê xwest ku di hejmara nû ya Bîrnebûnê biweşîne.
Fevzî Ozmen
Dem baş Mamosteyê hêja,
Birastî mijara ku tu balê dikişînî ser, gelekî girîng e. Ne tenê ev mijar, di hemû zaravên zimanê kurdî de wek tu jî dibêjî gelek tevlihevî hene. Em di vê heynê de nikarin dest bavên hemû zaravan û hemû mijaran, lê em dikarin di zaravayê kurmancî de çend gotinan li ser navên mehan bibêjîn. Wek tu jî dizanî di vê gavê de saziyeke me ye netewî a desthilatdar nîne ku biryareke mîsoger bide. Em mecbûr in wek sazî û kesên heyî, li gor rastî û pir bikaranînê tercîhên xwe bidin. Ango li kîjan herêman, kîjan nav pirtir tên birkaranîn, an jî kîjan saziyên me nêzîktirînî hevdû ne, bidin ber çavan. Li gor dîtina min, ew herdû komên saziyên me yên jêrîn, gelekî nêzîkî hev in. Di navbera wan de tenê navê meheyekê cihê ye. Ew jî “Cotmeh” e. Bi raya min, cotmeh baştir e. Kew li her herêmê, di her meheyê û demsalê de dikare biçêre, lê cot di her meheyê û her demsalê de, nayê kirin. Li piraniya herêmên Kurdistanê, di demsala payîzê de, di vê mehê de cot tê kirin. Lewma “Cotmeh” li gorî dîtina min duristir e. Ez bi xwe vî navî bi kar tînim. Lê dijminê navên din jî nînîm.
Eger bi awayeke demokratî ji min were pirsîn, ez dengê xwe didim komeleyên jêrîn. Li gel rêz û silavên havînî.
Fevzi Ozmen
Enstîtûya Parîsê, Enstîtûya Brukselê, Kurd1, Newroz TV |
Azadiya Welat, ROJ TV |
Çile | Çile |
Sibat | Sibat |
Adar | Adar |
Nîsan | Nîsan |
Gulan | Gulan |
Hezîran | Hezîran |
Tîrmeh | Tîrmeh |
Tebax | Tebax |
Îlon | Îlon |
Cotmeh | Kewçêr |
Mijdar | Mijdar |
Kanûn | Kanûn |
Amed Tîgrîs ji e-weje.com hatiye girtin
gelo hun cire zimane sorani u kurmanci tevli hev dikin, yan yekcar sorani binvisin yan ji kurmanci,
kerema xew zimane me nekin keledus
Emê naha bi çi navî mehan bixwînin