Beşîkçî: Divê mala her Kurdekî bibe wek dibistana Kurdî

Li Stenbolê bi beşdariya Îsmail Beşîkçî û Yilmaz Odabaşi gotûbêjeke derbarê “Di Herênaya Siyaset û Medyayê de Hûner” bi rêve çû. Di gotûbêjê de zanyar û rewşenbîran daxwaz kir ku her Kurdekî li Tirkiyê dijî, divê hemû karûbarên xwe bi zimanê Kurdî bikin da ku karibin xizmetekê ji bo dahatûyê wan bike.

Zanyar Îsmaîl Beşîkçî di gotûbêja bi navê “Di Herênaya Siyaset û Medyayê de Hûner” ku li Stenbolê birêveçû de li ser ziman û çanda Kurdan axivî û hindek rexne li hûnermendên Kurd girtin ku ew bi Kurdî na axivin û berheman nanivisînin. Beşîkçî da zanîn ligel ku li dibistanan bi darê zorê zimanê Kurdî li Kurdan hatiye ferzkirin jî hindek navên navdar di serpêhatiyên xwe dibêjin ew bi çavekî heyraniyê li zimanê Tirkî temaşe dikin. Beşîkçî got; ev dirûtî ye. Kurd divê bi Kurdî biaxivin, binivîsin û sazûmaniya xwe bi Kurdî bibin serî û xwe ji vê binhêşînê rizgar bikin û li her malekê dibistaneke Kurdî ava bikin. Ev yek ji bo azadî û serxwebûna Kurdan ferz e.

Îsmaîl Beşîkçî got: “Rewşa Polonya û ya Kurdistanê gelekî dişibe hev. Polonya jî wek Kurdistanê gelek caran hatiye parçekirin. Wek Tirk, Areb û Farisan li Kurdisatanê kiriye Rûsyayê jî li Polonyayê di serdemên raborî de zimanê Lehî qedexe dike. Marie Curie ya ku di 1910an xelata nobelê wergirt di vê derbarê de dibêje ‘Rûsan serbazên xwe dixistin dersên me ji bo ku em bi Lehî neaxivin. Lê belê me digel ên Rûsî pirtûk û defterên Lehî jî li bal xwe digirt. Rûsan zimanê me qedexe kiribû lê her maleke me wek dibistanekê bû.’ Kurd jî divê vê yekê bikin û her malekê vegûhrênin dibistanekê.”

Helbestvanê navdar ku Kurd e lê bi zimanê Tirkî dinivîse Yilmaz Odabaşî jî diyar kir dema mêtînger cihekî dagir dikin pêşî zimanê wê derê ji holê radikin. Odabaşı got, ji ber ku zimanê Kurdî ne fermî ye, mixabin bi Kurdî ne felsefe ne zanyarî ne jî matemaîk bi pêş nakeve. Odabaşi da zanîn ew Kurd e lê bi Tirkî dinivîse loma jî gelek caran li beramberî kêşeyên gelekî xedar rû bi rû maye. Odabaşi li ser rexneyên Beşîkçî yên derbarê hûnermend û nivîskaran de parastina xwe kir û wiha got;

Yilmaz Odabaşi ji K24ê re wiha axivî: “Zimanê Kurdî zimanekî giring û dîrokî ye û xwedî raboriyeke niviskî ye. Lê her car zordestî lê hatiye kirin. Li Tirkiye digel siyasetê her tişt qirêj bûye, vê qirêjiyê bandora xwe daye ser medya, wêje û hûnerê jî. Ez Kurd im lê helbest û pirtûkên xwe bi Tirkî dinivîsim. Lê ger ez ê bêm darizandin beriya min Ahmet Arîf û Cemal Sureyya hene. Ew jî Kurd in lê bi Tirkî dinivîsin.”

Herwiha di gotûbêjê de hem Îsmaîl Beşîkçî û hem jî Yilmaz Odabaşi diyar kirin Kurdî ji gelek tiştan bêpar hate hiştin. Li aliyekî di TRT 6’de weşan tê kirin bi zimanê Kurdî, li aliyê din jî dema Kurdek bixwaze xwe li dadgehan bi Kurdî biparêze, dadgêr dibêje bersûc bi zimanekî ne diyar axivî. Medya Tirkiyê jî peznê nivîskarên Kurd dide yên ku bi Tirkî dinivîsînin û wiha dibêje; “Kurd e, lê ji Tirkekî baştir dinivîse û diaxive.” Bi vê helesta xwe medya, piştevaniya pişavtinê dike. Wek berpirsiyariyekê ronakbîrên Tirk jî, li dij vê pişavtinê, divê ji Kurdan re bibêjin bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û binivîsin.

Kurdistan 24

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply