Hebû tune bû, mêrikî û sê keçên wî hebûn. Mêrik rojek bi xemgîn rûdine û dikeve fikran keça wê ya mezin tê û dipirse:
– Bavo çi bi ye, çima kêfa te tune ye?
– Keça min kaxiza min a eskeriyê hatiye.
– Wîîîî min jî got belkî te ji min re mêrkî dîtîye. Dû re keça wê ya navend tê û dipirse:
– Bavo çi bi ye rewşa te bo çi baş xuya nake?
– Keça min kaxiza min a eskeriyê hatiye.
– Wîîîî bavo! min jî got belkî te ji min re mêrkî dîtîye. Dû re keça wê ya biçûk tê û dipirse:
-Bavo çi biye, tu çima wisa bi xemgîn xuya dikî?
– Keça min, kaxiza min a eskeriyê hatiye.
– Bavo kanê dibe ku tu biçe eskeriyê? Tu êdî biyî kalek, kanê tu destûrê bide min ez ê dewsa te biçim.
– Belê, dibe.
Xwişka biçûk şiklê xwe dixe mîna kurika û diçe eskeriyê. Navê bavê xwe jî li xwe dike. Êdî navê wê dibe Fexo. Rojek di rojan hevalê keçikê tê li cem wê û dibêje:
– Tu keçikî.
– Te çawa fehm kir?
– Di kenê te de xuya dikir.
Eskeriya keçikê diqedi û diçe mala xwe. Rojek derî lêdikeve xwişka biçûk derî vedike û hevalê xwe yê eskeriyê dibîne. Xwîna wan li hev dikeli û dizewicin. Çîroka me li vir de xelas, rehmet li dê û bavên guhdaran.
Tûba Akinci-Çandname