Dibê yek hebû yek tune bû, çûkek hebû. Rojek çûk ji wê darê difire dihere dirîkek dikevê linga wê li derdora xwe dinêrî. Li xwarê pîrikek nan dipijîrîne. Dibê: “Pîrê ji kerema xwe re alîkarîya min bike wê dirîkê ji linga min derxe.” Pîrê dirîkê derdixe û pê heft nan dipijîrîne. Çûk dest bi girî dike û dibê “Ya tu dirîka min bidî ya jî heft nana.” Pîrê xwe ji çûke nafilitîne û heft nana didîyê. Çûk heft nanê xwe digre û difire.
Çûk dere dere lê dinêre way şivanek bişkûl digre, nav şîrda dike û dixwe. Li şivan dizivire û heft nanê xwe dide şivan. Şivan jî heft nanê digre û dixwe. Çûka bi lome dest pê dike dibê: “Ya tu heft nanê min bidî ya jî heft berana.” Şivan xwe ji çûke nafilitîne û digre heft beranan didiyê. Çûka bi lome heft berana digre û dere.
Lê dinêre şahiyek mezin heye. Dere nav şahiyê lê dinêre gelê şahiyê beq, kosî û mişk şerjê dikin. Çûk vedigeri dibê: “Vê heft beranan bigrin, şerjêkin.” Xwedîyê şahîyê digre heft beranan şerjêdike û gelê şahîyê dixwin. Çûka bi lome dest pê dike dibê: “Ya hûn ê heft beranê min bidî ya ji bûkê bidin min?” Xwedîyê şahîyê destê xwe ji çûkê nikare bişo û bûkê didîyê.
Çûka bi lome bûkê dirê û derê lê belê çûk dîsa lê dinêre way ser zinarek mezin zilamek heye û di destê zilam da jî bilûrek heye. Vedigere ji zilam re dibêje: “Tu bilûra xwe bidî min, ez jî bûkê bidim te.” Zilam kabul dike û bûkê digre û dere. çûka bi lome dest pê dike. Dibêje:
Lûr lûr lûr
Min dirîkek da bi heft nana
Heft nan da bi heft berana
Heft beran da bi bûkek
Bûkek jî da bi bilûrek
Û dirê bilûrê jî dişkîne û difire.
Sibel Duman-Çandname