Mêrdîn (bi tirkî: Mardin) bajarekî Bakurê Kurdistanê ku îro dikeve Komara Tirkiyeyê. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi Rojavayê Kurdistanê, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê nêzî 850.000 kesan e. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şimrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.
Di dema farisan de navê bajêr “Marde” bû. Di dema Bîzansiyan de jî “Mardîa” bû. Ereban jî navê herêmê kirine “Mardîn” . Suryaniyan ji bajêr re gotine “Marde” (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.
Mêrdînê yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarên Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyayekî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. “Mîrê Kelehan” hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qiralan xwestine wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yên spî û zer ji bo avakirinê hatine peydakirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş navdar e. Bakurê wê cihê baxçe û bîstanan e.
Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî zayîna Mesîh, asuriyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xetab de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe bi rê ve birine. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.
Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lewre jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe.
Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2.114 m). Alam (1.041 m), Ziyaret (1.160 m) û Dibek(1.231 m), Tûrcel û Pozê Bîra.
Deştên Tilermen, Qoser, Mêrdîn û Nisêbînê. Her sê deşt bi hev re girêdayî û di geliya çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.
Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Zergan, Ava Spî, Reşan, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye.
Bajar ji aliyê xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê sulava çaxçax ji alî gel ve wek cihek seyranê tê bikaranîn. Keleha Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serlêdan.
Germavên Kerboranê, carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizmayê baş e.
Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya niştecihên wê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê. Dêrên herêmê ev in: Zehferan, Şehîd Şimûnî, Mîxayêl Nasik, Mar Bitris Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Şehîd Hurmiz…
Mêrdîn bajarê ziman, ol û çandên cewaz e , ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piştî ku berendametî hate pejirandin, şaredariya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê plan programek ji xwe re çêkir.
ماردين: (ميردين) مدينة تقع في شمال كوردستان التي تتبع حالياً للجمهورية التركية. يحد محافظة ماردين من الجنوب مناطق غرب كوردستان (كوردستان سوريا), ومن الشرق سيرت وشرناخ, ومن الغرب رها (أورفا) ومن الشمال آمد (دياربكر). يصل عدد سكانها إلى ما يقارب 850.000 نسمة. البلديات التابعة لمحافظة ماردين هي: قوسر, نصيبين, مدياد, مهسرت, ديريك (جياي مازي), شمرخ, كربوران, ستور ورشمل.
في عهد الفرس كانت تسمى المدينة بـ(ماردا), وفي حقبة البيزنطيين سميت بـ(مارديا), وسماها العرب (ماردين), وسريان المدينة قالوا (ماردا)(كلا), أما الكورد يقولون (ميردين).
ماردين واحدة من أشهر وأقدم مدن بلاد ما بين النهرين (مزوبوتاميا). حيث بنيت المدينة على جبلٍ وتُربط كل طرق المدينة بقلعتها القديمة وسميت قلعتها بـ(أميرة القلاع).
كثير من قطاع الطرق حاولوا السيطرة على المدينة, ولكن قلعة ماردين كانت لهم بالمرصاد, والآن توسعت المدينة إلى الجنوب من القلعة.
ماردين معروفة بمياهها المنعشة وطبيعتها الملفتة للنظر.
حدثت كثير من المعارك على مر التاريخ للسيطرة على ماردين. قفد حدث معارك طاحنة بين السريان والفرس قبل الميلاد من اجل السيطرة على المدينة. ظل الروم فترة فيها.وفي عهد الإسلام سيطر عليها عمر بن الخطاب. سيطر عليها الكورد في حقبة المروانيين وأداروا المدينة بأحسن طريقة. ومن بعدها استقر الآرتوكيين في المدينة. في عهد سليم خان بن سلطان بيازيد وبدهاء أدريس بدليسي أصبحت المدينة تحت سيطرة العثمانيين.
يوجد طقس صحراوي في جنوب المدينة لذلك صيفها حار وجاف وشتاءها بارد.
أعلى جبال المنطقة: جودي (2.114م), دبك (1.231م), زيارة (1.160م), آلام (1.41م).
سهول تل أرمن, قوسر, ماردين ونصيبين يرتبطون ببعض عن طريق وادي نهر الخابور. طول السهول يصل إلى 35كم وعرضها إلى 20كم.
أشهر أنهارها هي: دجلة, بخور, زركان, آفاسبي, رشان, جاجان, كمش. لا توجد بحيرات في المنطقة سوى بحيرة صناعية أحدثت خلف سد نهر بخور.
من ناحية طبيعتها فالمنطقة ليست مشهورة فقط هناك شلال جاخجاخ يزورها السكان بقصد الترفيه. ولكن قلعة وجامع وكنائس المدينة تزار من قبل السكان والسياح أيضاً.
تصل حرارة المياه الحارة في مصايف كربوران إلى 40درجة مئوية وهي مفيدة لأمراض الجلد والروماتيزم.
تتميز ماردين بفسيفساء من ناحية الدين والمجتمع. أغلب سكانها مسلمون من المذهبين الحنفي والشافعي. ويتواجد فيها خريستيان وإيزيديين. أما من ناحية القوميات فيتواجد فيها كورد وعرب وسريان وأرمن. أشهر كنائسها هي: زعفران, شهيد شمعوني, ميخائيل ناسك, مار بطرس, مار بانهام, مار توما, مريم, مار أفرام, مار أوسيو, شهيد هرمز…..
ماردين هي مدينة اللغات والأديان والثقافات المتنوعة. لكي تدخل ماردين إلى برنامج منظمة الإرث العالمي اليونسكو وتصبح مكان حماية أثرية, طلب الماردينيون من اليونيسكو زيارة المدينة. وبعد الأبحاث التي أجرتها اليونسكو قبلت الزيارة. ودخلت ماردين في المنظمة كعضو غير دائم فيها. بعد أن أصبحت ماردين عضو غير دائم في منظمة اليونيسكو. منعت بلدية المدينة البناء بشكل عشوائي وغير منظم.