Bajar: Mehabad

Mehabad: an jî Sablax. Bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye. Li başûrê Gola Urmiyê ye. 1300m bilindahiya wê li ser ruyê avê ye. Ew li bakurê rojavayê Komara Îslamiya Îranê li parêzgeha Azerbaycana Rojava ye. Di sala 2012an de hejmara niştecihên wê gihişte 312.522 kes. Di sala 1946an de li vir Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye afirandin:
Mehabad navenda ramana dewleteke kurd a serbixwe ye. Di sala 1946’an de Mehabad paytexta Komara Kurdistanê ya Mehabadê, dewleteka serbixwe yê kurd bû. Piştî şerê cîhanê yê duyem artêşa Rûs li Îranê mabû û nedihîşt Îran bikeve Kurdistan û Azerbaycanê. Di bin stara leşkerên Rûs de Kurd serxwebûna xwe dan zanîn. Mele Mistefa Barzanî ji Başûrê Kurdistanê hat Mehabadê û bû berpirsiyarê berevaniya Mehabadê. Lê piştê 11 mehan, bi lîstikê Brîtaniya Mezin artêşa Rûs ji Îranê derket û rê ji leşkerê Îranê re vebû. Kurdên Mehabadê gotin “Faris xwişk û birayên me ne, em bi wan re şer nakin”. Fermandarên Îranê jî soz dabûn ku şer çênebe. Leşkerên kurdan rê dan farisan. Lê dema ku ew hatin, serokê komara Mehabadê (Qazî Mihemed) li Meydana Çarçira bi darve kirin û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê rakirin.

Mehabad sembola welatparêziya kurdan e. Tê gotin, ku gelek kurd Mehabad di dilê xwe de veşartî digirin; wê di dema pêşerojê de bibe paytexta Kurdistana Azad. Mehabad wek Amedê girîng e, hem ji bo kurdan û hem jî ji bo desthilatdaran. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Herêma Başûrê Kurdistanê Mesud Barzanî jî li vir bûye.
Di dema Şoreşa Îslamî ya Îranê de Mehabad û hin bajarên din, ji aliyê Artêşa Îranê ve hatin êrîşkirin û bombe li ser wan hat barandin û hatin dagirkirin (Êlûn,1979). . Xumeynî dijî kurdan Cîhad dayanîn û êrîşek giran bir ser wan.


Di sala 2005an de Hêzên Ewlekariya Îranê xortekî kurd ê 26 salî Şwaneh Qaderî kuşt. Ev bû sedema serhildaneke mezin li Mehabadê û paşê gihîşte bajarên din ên Kurdan li rojhilat. Gelek kurd hatin kuştin. Hukumeta Îranê 100.000 leşker şand Kurdistanê, 3000î zaftir hatin Mehabadê. Wek li bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê li Mehabad jî Hikûmeta Îranê zordariyê li ser kurdan dike.
Derdorê Mehabadê tije kanî ne. Ew û robara di nav bajarê re diherike sedemê şînahî û klîmake nerm in. Dibêjin kaniyên Mehabadê dermanên pir nexweşiyan in. Berê her tiştî ew dermanê nexweşiyên çerm in û ji bo sivikbûnê jî baş in.


Mehabad jî navendeke kurdan a çand û wêjeyê ye. Gelek helbestvan û nivîskar ji wir derketine; Hejar (Ebdulrehman Şarfxandî) (1920-1990), Hêmin (Seyîd Mihemmed Amînî Şêxo al-Îslam Mukrî) (1920-1986), Ebdulrehman Zabihî (1920-1980) û Gîw Mukriyanî kesayetên girîng in. Ferhenga yekem a kurdî-farisî Hejar nivîsî. Mirov dikare bi xwendina romana nivîskarê kurd Jan Dost re Mijabad, bêtir nêzîkî vî bajarî û bûyerên ku lê qewimîne bibe.

مهاباد: أو سابلاخ. مدينة تقع جنوب بحيرة أورمية في شرق كوردستان بارتفاع 1300م فوق سطح البحر. وتقع حالياً جنوب غرب الجمهورية الإسلامية الإيرانية في محافظة آذربيجان الغربية. حسب إحصاءات عام 2012 وصل عدد سكانها إلى312522 نسمة . في العام 1946 تأسست هناك أول جمهورية كوردية باسم جمهورية مهاباد.
مهاباد كانت مركز التفكير بدولة كوردية مستقلة, حيث كانت عاصمة لجمهورية مهاباد الكوردستانية. بعد الحرب العالمية الثانية بقي الجيش الروسي في إيران ولم تسمح لها بالدخول إلى كوردستان وآذربيجان. تحت حماية الجيش الروسي أعلن الكورد استقلالهم عن إيران, حيث جاء الملا مصطفى بارزاني من جنوب كوردستان إلى مهاباد وأصبح مسؤول الدفاع عن المدينة. لكن بعد 11 شهراً وبعد الألاعيب التي مارستها بريطانيا العظمى , خرج الجيش الروسي من إيران وفتح الطريق أمام الجنود الإيرانيين. حيث كان الكورد يقولون أن الفرس أخوة وأخوات لنا ولن نحاربهم. وقد وعد القادة الإيرانيين أنهم لن يحاربوا الكورد. ففتح الكورد الطريق للفرس لدخول كوردستان. بعد دخولهم غدروا وأنكثوا بوعدهم. حيث أعدموا رئيس جمهورية مهاباد (القاضي محمد) في ساحة جارجرا, وبذلك أنهارت جمهورية مهاباد الكوردستانية.
مهاباد هي رمز الوطنية الكوردية. يقال أن مهاباد مخبئة في قلب كل الشعب الكوردي, وستصبح من جديد عاصمة لكوردستان, وهي ليست بأقل مكانة من آمد (دياربكر) . مهاباد هي مسقط رأس رئيس الحزب الديمقراطي الكوردستاني وأقليم جنوب كوردستان مسعود بارزاني.
تعرضت مهاباد إلى الهجوم والمدافع والاحتلال من قبل الإيرانيين خلال الثورة الإسلامية الإيرانية في أيلول 1979. وأعلن الخميني الجهاد على الكورد هناك وهاجمهم بحملة قوية.
قتلت قوات الأمن الإيرانية في العام 2005 شاباً كورديا 26 سنة باسم شوانه قادري. مما كان سبباً لإشعال انتفاضة كبيرة في مهاباد ووصل فتيل الأنتفاضة إلى المدن الكوردية الأخرى في شرق كوردستان. حيث قتل الكثير من الكورد بإرسال الحكومة الإيرانية مئة ألف جندي إلى كوردستان وأكثر من 3000 منهم إلى مهاباد. قمع الكورد خلال الانتفاضة بشكل مرعب.
حول مدينة مهاباد الكثير من الينابيع ويمر نهر صغير من المدينة فيعطيها الخضار والطقس الجميل. يقال أن ماء ينابيع مهاباد دواء للأمراض وخاصة الأمراض الجلدية وللحمية.
مهاباد أيضاً مركزٌ كورديٌ للثقافة والأدب الكوردييين. كثير من الشعراء والكتاب قد خرجوا من تلك المدينة: هجار(عبدالرحمن شرفخاندي1920-1990), هيمن (سيد محمد أميني شيخ الإسلام موكري 1920-1986), عبدالرحمن زاهبي (1920-1980), كيو موكرياني من الشخصيات المهمة هناك.حيث ألف هجار أول قاموس كوردي فارسي.
من خلال قراءة رواية (مجاباد) للكاتب الكوردي (جان دوست) نستطيع التقرب أكثر من هذه المدينة والأحداث التي جرت فيها

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply