Şaredariya Bajarê Parîsê, Kolana Mala Mîr Kamîran Bedirxan li Parîsê, Bi Navê Wî Dike

Wek ku diyar e, iro (04/12/2018), 40 sal di ser koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re li Parîsê derbas dibe.. Mîr Kamîran Alî Bedirxan, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, dîplomat, doktorê hiqûqê, profesorê zimanê Kurdî li zanîngeha Sorbonê bû û xwediyê rojnameya (Roja Nû û Stêr) bû li Beyrûtê di salên 1940î de.. Ew di roja (04/12/1978) de di nexweşxaneya St Paul de li Parîsê koça dawî kiriye. Bêguman bi koçkirina wî re stêrek geş û bi ronahî di asmanê welatê me de hat rijandin.

Şaredariya bajarê Parîsê digel Instîtuya Kurdî li Parîsê biryar standiye ku di roja 14/12/2018an de kolalna ku mala Mîr Kamîran Bedirxan tê de bû, bi rengekî fermî navê wî lê bikin.. Hem jî ew devera li dor Parîsê ku baxê Mîr Kamîran Bedirxan navê (Ez û Te) lê hebû, ew jî bi fermî, wî navê Mîr Kemîran Bedirxan lê bê kirin..

Em jî, spas ji şaredariya bajarê Parîsê û Instîtuya Kurdî re li Parîsê dikin..

Konê Reş

About Konê Reş

Check Also

Dara Hêcîrê

Hêcîr fêkîyek pir balkêşe Di Quran a pîroz de derbas dibe Rebbê aleme bi vê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *