Bi dinyê bişêwire, bi aqilê xwe bike

Bi dinyê bişêwire, bi aqilê xwe bike
(Gotinên Pêşiyan)
-Belê divê hemû fikir û raman ji bo mirovan girîng be. Ji ber vê jî divê mirov ji kesên zane, dîtî û hinekî ji yên xwe mezintir(ji bo temen) pêşniyaz û fikran bistîne…
Lê ew pêşniyaz û fikir çawa tê standin?
Belê, bi hêsanî her kes dikare bibêje eger pirseke te hebe, an jî tu dixwazî di alî mijarekê de xwe agahdar bikî tu yê ew dem pirsên xwe ji kesên di vî warî de zana û pispor bipirsî.
Belê rast e. Divê wisa be…
Lê ez dixwazim dîsa li ev gotina pêşiyan ku min li jor nivîsê besekinim:

“Bi dinyê bişêwire, bi aqilê xwe bike”

Pir caran ez jî wisa dikim… Lê nabe, bi rastî jî nabe, ez êdî eciz dibim!! Nabe bi rastî jî nabe ev gotina pêşiyan ji bo serdem û rewşa îro nabe!!
Dema tu ji kesekî pirsekê dipirsî; pêşî li temenê te û li keseyeta te dinêre wisa bersiv dide!! Eger tu wek wan ne kesekî bi nav û dengbî û tu ji wan biçûktirbî bersivê nadin te… Lewre tu kî yî!!
Qey tu nizanî ew kes nivîskar e, rojnameger e, pêşkeşvan e, qunciknivîs e!!
Û tu kî yî? Tu radibî ji ew kesan pirsan dipirsî, ma qey wexta wan heye bersivê bide te!!

-Di vê serdema îro de pirsgirêkeke wisa heye! Dema tu ji yekî/ê pirsekê dipirsî ew kes bi bask dibe û difire!! Qey tu dibêjî afirîner û Yezdanê vê dinyayê ew e!! Bi rastî jî ew rewş mirovan gelekî diêşîne! Dibe ku li her derê Cîhanê tiştekî wanî hebe jî, lê divê di nav kesên ku di nav xebatên Kurdî de bin ev rewş tune be… Ji ber ku kesên îro tu nav xebatên zimanê Kurdî de tenê xizmetkarên vî zimanî ne… Lê mixabin gelek kes xwe wanî nabînin!!!

Lê rastiyeke wisa jî heye, tu çi çiqas pir tiştî zanibî jî û bi dehan pirtûkên te hebin jî û tu ev agahî û zanebûna xwe ji kesekî din re parvenekî ew agahiya te ne tu tişt e…

Ez dixwazim hîn dirêj bikim lê niha gelek tişt hatin bîra min û di dilê min re derbas bû û nivîsa min jî gelekî ji hev ket…
Lê dîsa jî dixwazim tiştekî din bibêjim…

Min ji kesekî peyam şandibû, peyama min jî ev e: “Silav şevbaş mamoste min dest bi xebata …… Kirî ye, ez dixwazim di vê mijarê de pêşniyaz û alîkariyê ji te bistînim”

Bersiv hat:
“Silav şevbaş. Ez nivîskar im. 15 pirtûkên min henin ez nikarim bibim alîkar”

Gotina min qediya…
Nîşe: Ez niha pêşniyaz û fikrên kesî naxwazim. Li ser vê rewşê şîroveyan jî nekin…

Jixwe gelek kes li ser wan rewşan gazincan jî dikin…
Lê bi rastî wanî nabe…

Derbar Çand Name

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply