Arîya Demsalê

“Arîya demsalê ez im” navê pirtûka Mazhar Kara ya helbestan e. Mazhar Kara di salên nodî de bi komek hevalên xwe ve li Amedê kovara “Govend” derdixist. Paşê jî di rojnama “Dema Nû” de û niha di kovara “Deng” de nivîsên çandî, edebî dinivîse.

 

Pirtûka wî ya helbestan di sala 1995-an de hatiye weşandin. Di navberê de 22 sal derbas bû û tu berhemeke wî yê din a helbestan derneketiye. Qey ew jî helbestên xwe dinivîse û dihêle ku weke şerabê maya bigre. Yan jî belkî êdî îlham nayê pê û helbest nanivîse. Helbet, sedemên neafirandina wî ya berhemên edebî çiye, ez nizanim. Lêbelê, pirtûka wî ya helbestan baş e û helbestên wî xweş in. Xwezî wî helbest nivîsîna xwe bidomandana.

 

Pirtûka wî di nav weşanên “Govend” de derketiye û 64 rûpel e. Di pirtûkê de 35 helbest hene. Romannivîserê rahmetî  Mehmed Uzun ji bo pirtûkê pêşgotin nivîsiye. Wî di pêşgotina xwe de helbestvan weke “Dengê hêvîyê” bi nav kiriye. Lê, heftmixabin ku ev dengê hêvîyê nebû hêvîyeke temam û bi rêkûpêk, bû hêvîyeke nîvco. Lewra wek ku di pêşgotinê de jî tê zimên, hêvî di afirandina berhemên edebî de ye, lê nizanim çima nivîskar vê hêvîyê nîvco hêştiye?!…

 

Helbestên Mazhar Kara ji alî naveroka xwe ve dewlemend in û manedar in. Helbestên wî reng û nexşên jîyana gelêrî radixe ber çavên mirov. Hezkirina ji welêt, evîna ji dil, xweşî û girîngiya bajarê qedîm -Amed- xwe di helbestên wî de dide nîşandan.

 

Gazîna dengên wî, nalîna êş û bîrînên civakî, daxwaz û hêvîyên wî di nav hevokên helbestên wî de wek gulên rengoreng vedibin û hîtabê hest û ruhê mirov dikin.

 

Di nav helbestên Mazhar Kara de hinek peyv û hevok rastiya rewşa sosyal-civakî ya gelê kurd rave dike. Adet û tradisyonên exlaqî yên civakê, paşvemayin û rewşa kanbax a gel, di helbestan de bi şêweya hunerî têne nexşandin. Gotina wî ya “Demsal bi xwîn e” rastiya rewşa gelê kurd dide nîşandan. Bi rastî jî ji bo kurdan demsal bi xwîn derbas bû.

 

Di salên nodî de, salên ku wî helbestên xwe dinivîsî û vê berhema xwe ya edebî afirand, li welêt ji alî qesasên ne diyar bi dehan, bi sedan welatparêzên kurd hatin qetilkirin. Wî di hevokeke helbesta xwe de rewşa wê demê weha anîye zimên “Xwîna me sor / Qêrînên me sor / Birîna me kor / Qesasê me ne kifş e! ”

 

Ji bo însanan ji jîyanê xweştir tu tiştek tune. Ji xwe tu tişt ji bo însan şûna jîyanê nagrê. Wî di helbesta xwe ya bi sernavê “Jîyan” de nakokî û rastiya jîyanê rave kiriye. Ew bi sê rêzên ferîbend hêz û bedewîya evînê dide nîşandan û evînê li hemberê mirinê derdixe qada jîyanê û dide ser şopa evîneke nû.

 

Helbestvan di helbestên xwe de ji mirinê jîyan, ji jîyanê evînê diafirîne. Ev jî dide nîşandan ku, edebiyat û bi taybetî jî helbest afirandineke hunerî ye û xwedî payebilindiyeke bi qîmet û rûmet e û li ser civakê bandoreke bêhempa pêk tîne.

 

Tu kes bi qasê edebiyatvanan, bi taybetî jî bi qasê helbestvanan qîmet û rûmet nadin evînê. Car heye yên evîndar bi xwe jî qîmet nadin evîna xwe û haya wan ji hêz û qûweta evînê tun e. Yê ku fêm dike û dizane ku evîn nemirîye û tu hêzek bi hêz û qûdreta evînê re nikare biçe serî, helbestvan in. Evîn weke ku helbestvan Mazhar Kara jî dibêje “Ne diqede û ne jî dimire.”

 

Weke ku min di destpêkê de jî gote, helbestên Mazhar Kara baş û xweş in. Zimanê wî jî zimanekî helbestkîye. Divê ew qîma xwe tenê bi berhemeke xwe neynê û berhemên nû biafirîne. Bi hêvîya ku helbestvan berhemên nû yên edebî biafirîne û pêşkêşê xwendevanên kurd bike.

Lokman Polat

Derbar ziman

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply