Ansîklopedîya Nivîskarên Kurd

Li Ewropayê û li Tirkîyê gelek kovarên pirtûkan hene. Ev kovarên pirtûkan xisûsî anku bi taybetî ji bo danasîn, analîz û şîrovekirina pirtûkan tên weşandin. Ê kurdan, bi kurdî hêj jî ”Kovara Pirtûkan” tune ye. Bi hêvîya ku rojek kovareke pirtûkan bi kurdî derkeve.

 

Min di kovara ”Cumhurîyet Kîtap” de nivîsek li ser ”Turkîye Yazarlar Ansîklopedîsî – Ansîklopsdîya Nivîskarên Tirkîyê” xwend. Xwendina vê nivîsê min gelek da fikrandin û bû sedem ku ez vê nivîsê binivîsim.

 

Ez ji xwe re fikirîm, min hemû weşanên kurdî bi bîr anî, hetanî niha yek ansîklopedîyeke bi kurdî -kurmancî- (belkî bi soranî heye, ez nizanim) nehatîye weşandin. Ansîklopedîya nivîskarên Swêdê, Tirkîyê û gelek welatên din ên cîhanê hene, çima a kurdan jî tunebe?

 

Di ”Ansîklopedîya Nivîskarên Tirkîyê” de bîyografîya 3218 nivîskaran û wêneyên 1200 nivîskaran hene. Ê kurdan sê hezar li cihek bêhil, belkî sed, dused nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin tune ne. Çima ansîklopedîya sê hezar nivîskarên tirk tê amadekirin, çima ansîklopedîya sê sed nivîskarên kurd neyê amadekirin?

 

Helbet amadekirina ansîklopdîyê karekî hêsan nîn e. Karê yek mirovekî jî nîn e. Karê bi dehan nivîskaran e. Û di serî de karê dezgeh û sazîyên çandî, edebî, lêkolînî yên kurdî ye.

 

Li Swêdê du federasyonên kurdan yên kulturî û bi sedan komeleyên kulturî hene. Dîsa li Swêdê -Stockholmê- Yekîtîya Nivîskarên Kurd û Komeleya Nivîskarên kurd hene. Li Berlînê, Belçîkayê, Stockholmê û li Stenbolê Enstîtuyên kurdî ên kulturî hene. Li Parîsê Enstîtuya kurdî heye û bi salan e ku bi karên kulturî re mijul dibe. Li Stockholmê û Stenbolê Waqfên kulturî ên kurdan hene. Li Amerîka û Swêdê Bîblîotekên/pirtûkxaneyên  kurdî hene. Gelek weşanên kurdan yên li Stenbolê û ên li Amedê gelek pirtûkên hêja weşandin. Niha çend kovarên hêja ên matbû derdikevin.

 

Van sazî û dezgehên ku min bi nav kir, gelo nikarin ansîklopedîyeke kurdî amade bikin? Helbet van sazî û komeleyên kulturî hetanî niha di gelek hêlan de kar û xebatên baş û hêja kirine. Lê ev têr nake. Bi min, divê kurd dest bavêjin vî karî jî.

 

Enstîtuya kurdî ya li Stenbolê ferhenga kurdî -du cîld- amade kir û derxist, ev karekî hêja bû. Ji bo wê jî ez birêvebirê wî karî, Zana Farqînî pîroz dikim. Weşanên Nefel û Çandname pirtûkên elektronîk diweşîne. Ev jî karekî gelek hêja ye.

 

Weşanên Doz her sal bi kurdî salname derdixe, ev jî karekî hêja ye. Kurd-Kav`ê li Stenbolê kovareke çandî, edebî -ku navê wê Gulistan e- weşand, ev jî ji bo ziman, çand û edebîyata kurdî dewlemendîyek bû. Weşanên Nûdemê hemû hejmarên kovara Hawarê derxist, weşanên Helwest`ê berhemên westayê edebîyata cîhanê Shakespeare û berhemên edebîyata cîhanê a klasîk werdigerîne û diweşîne. Ev hemû kar û xebatên baş û hêja ne.

 

Heger ji alî sazîyeke kurd ê lêkolînî, kulturî ve ansîklopedîyeka nivîskarên kurd bê amadekirin, divê metodek çawan bê pêkanîn? Stuktur û teknîka wê bi çi şêweyî be? Di vê ansîklopedîyê de kî/kê cih bigre? Ansîklopedî xezîneyek e, hêjayîyek e. Di vê xezîneya hêja de divê hemû hêjayî hebin, gulvedin. Nivîskarî jî hêjayîyek e. Ev hêjayî bi hemû rengên xwe dikare di nav vê xezîneyê de li ser hev bê civandin.

 

Ji nivîskarên kurd ên klasîk bigir hetanî yên modern ên dema me, cihê hemû nivîskarên kurd di nav vê Ansîklopedîyê de hene. Lê, divê pîvan kurdî nivîsîn be. Ew nivîskarên ku bi kurdî nivîsîne û dinivîsin û berhemên xwe bi kurdî afirandine, fikr û ramanên wan, îdeolojî û polîtîka wan, yanê meyla wan a sîyasî çi dibe bila bibe, dixwazî bila rast an çep bin, lîberal, olperest, muhafazakar, demokrat an sosyalîst bin, hemû jî bê ku mirov ferqîyet têxe nav wan, di nav rûpelên vê ansîklopedîyê de cihê xwe bigrin.

 

Ji bo nivîskarên kokurd ku berhemên xwe ne bi kurdî, bi zimanekî din diafirînin jî, divê ”Ansîklopedîya Nivîskarên Kokkurd” bê amadekirin. Her wekî Yilmaz Guney, Yaşar Kemal, Cemal Sureya, Orhan Kotan, Suzan Samancî, Esma Ocak, Selîm Berekat û bi dehan, bi sedan nivîskarên din ên kokkurd ansîklopedîyek bê amadekirin gelek baş dibe.

 

Wek ku min di destpêka nivîsê de jî got, pêkanîna ansîklopedîyê hêsan nîn e. Amadekirina ansîklopedîyê karekî zor û zehmet e. Jê re ked û xebateke bê rawestan dixwaze. Ev kar karê pisporan e, nivîskaran e, lêkolînvanan e.

 

Gelek cureyên ansîklopedîyan hene. Ji bo ku ansîklopedîya dîrokê bê amadekirin, pêwîstî bi nivîskarên dîrokzan heye. Ji bo ansîklopedîya edebîyata kurdî, pêwîstî bi edebîyatzanên kurd heye. Tenê nivîskarekî bi serê xwe nikare ansîklopedîyeke têkûz amade bike. Heger bike jî, ansîklopedî dê gelek qels be. Loma jî ev kar karê kolektîfîyê ye, karekî hevbeş e. Lê, helbet nivîskarekî bi serê xwe dikare antolojîya helbestan, an ya çîrokan amade bike.

 

Min dema vê nivîsê dinivîsî, ez ji xwe re fikirîm, hêj antolojîya romanên kurdî, helbestên kurdî, pexşanên kurdî jî tune ye, ez diçim behsa ansîklopedîyê dikim. Lê bi min, heger îro tune be, divê sibê hebe. Ji bo amadekirina wê ji niha ve kar û xebat bê kirin. Tiştek dema wek fikir hebe, li ser bê axaftin, minaqeşeya wê bê kirin, dê roj bê, ew tişt bibe heqîqet û bikeve jîyanê.

 

Têbinî : Piştê ku min vê nivîsa xwe nivîsî, ez pê hesîyam ku “Enstîtuya Kurdî Li Berlînê- Almanya” amadekirina ansîklopedîyek kurdî wek proje daye pêşîya xwe û gelek nivîskar ji bo pêkanîna ansîklopedîyê dixebitin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply