Ji Weşanxaneya Nûbiharê 3 Pirtûkên Nû Derketin

Derheqê Pirtûka ‘Şeva Giran’ de :

Ji xwezaya çîrok û vegotinên di vê pirtûkê de mirov rastî wêneyên cûda tê, ku ew ji çarenûsa mirovên takekesî heya civakan û welatan pêktên. Di nav xwe de dem û mekanên cihê dihewînin. Ji dem û mekanên rabirdûyê bûyeran radigihînin, ji demên ji me dûr pêjnek didin. Pêjna tenêtiyê. Xwezaya tenêtiya di biyaniyê de. Girîn û qêrînên li dû trajediyan. Govenda takekesên li dû azadiyê.

Ne tenê xewn in, ne tenê xewnereşk in, ne jî serpêhatiyên bê miraz û bi miraz, ne tenê kenên ji keyf û xweşhaliyên ji deverên deman û ne jî tenê deryaya ji melûliyên kûr: Teşiya dem û mekanan e, ku jê bûyeran dirise

 

Derheqê Pirtûka ‘Hizra Melê’ de:

Derbarê Melayê Cizîrî û Dîwana wî de heta niha gelek xebat çêbûne û niha bi nivîsandin û weşana vê xebatê re hevwext, gelek xebat çêdibin. Îja ji ber kêmasiya agahiyên têkilî kesayet û jiyana Mela; ji şair, lêkolîner, xwîner û heyranê Cizîrî re bûye meraq ku ka Mela kî ye, yekî çawa bûye û xwestiye çi bibêje? Zanyarên edebiyata klasîk, berhemên şairan wekî neynika bîr û hizra wan pênase kirine ku “eger li neynikê baş bê nihêrîn ewê berhemdarê xwe nîşan bide” gotine.

Ev xebat jî bi vê viyanê dixwaze di nava kûrahiya şi’rên Melayê Cizîrî de bigere; wî li ser rêzik, malik û bendên şi’ra wî keşif bike; fikrên wî û bîreweriya wî ji peyv, têgeh û mezmûn, remz û sembolên rêzikên şi’ra wî derêxe, bîne li ber me meraqdaran dayne.

 

Derheqê Pirtûka ‘Dîroka Edebîyata Kurdî’ de:

Di qonaxên Med, Hexamenîşî û Silûkî yên serdema berî Îslamê (BZ VIII-III) da li erdnîgariya Medyayê zimanê Medî (Kurdiya Kevnar) wek zimanê axiftin û edebiyata zarekî hatiye bikaranîn.

Di qonaxên Eşkanî û Sasanî (BZ III-PZ VII) da ziman û edebiyata Medî bi navê Pehlewî (Kurdiya Navîn) hebûna xwe domandiye û bi taybetî di serdema Sasanî da edebiyata Pehlewî ya nivîskî pêş ketiye.

Di her sê sedsalên pêşî yên serdema Îslamî da Pehlewî (Kurdiya Navîn) di qada Mecûsîtiyê da geşedana xwe domandiye. Ev mawe di heman demê da ji bo peydabûna edebiyata Kurdî ya serdema Îslamî qonaxeke amadeker e.

Di sedsala X’em da bi avabûna xanedanên Medî/Kurdî ra (Şeddadî, Buweyhî, Hesenweyhî…), “Edebiyata Kurdî ya Serdema Xanedanan” peyda bûye ku di lîteratura edebiyata Îranê da wek “fehlewiyat” hatiye binavkirin. Edebiyata Kurdî, heta ku di sedsala XVem da “Edebiyata Kurdî ya Serdema Mîrektiyan” dest pê bike bi fehlewiyatê hatiye temsîlkirin ku Baba Tahirê Hemedanî nûnerê wê yê herî girîng e.

Li gor Kurdiya Pehlewî (Kurdiya Rojhilatê) asta wê pir kêm be jî metnên pêşî yên Kurdiya Kurmancî (Kurdiya Rojavayê) jî di serdema xanedanan da hatine dayîn.

 

candname.com

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Pirtûka “4 Bajar û 45 Çîrok” Derket

Pirtûka nû ya nivîskarê navdar Faîk Ocal bi navê “4 Bajar û 45 Çîrok” ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *