Helbest | Mirin

Wek pela têkeve ber bayê payîzî
Rû li min zer bû, xwîn li min tevizî
Laş û giyan li min lerizî
Roj bi roj felekê umir ji min dizî
Jiyan tevde li min derbas dibe bi ax û xwezî
Nefsa min bê xem di nava ax û xweliyê de digevizî

Gav bi gav melkemotê mirinê nêzîkiyê li min dike
Tirs û fikara wî perçûmeka li laşên min radike
Hêdî hêdî deryê goristanê li min vedike
Bê çare û dest vala ji xwe re lê mêze dikim
Mîna li ba genmê ber destarê aş nikarim xwe jê xelas bi kim

Ez dizanim dûr nêzîk ezê dakevim gora reş û tarî
Di nava çerxa demê de ezê jî têkevim nav gorên ji bîrkirî
Dost û yar, rojek dû roj ji bo min wê bigrî
Dawya dawî ezê bimînim bi tenha serî
Vê bimîne li ba min baş û xerabiya ku min kirî
Di hindurê gora bê tej û bê balgî
Erdekî hişk û reşî tarî
Wê têde bi weşe porên şehkirî
Porên wek hevir mêşî
Wê bi teqe çavên kilkirî ji kilên sibhanî
Her roj wê bifilitin ji hev movik bi movik
Kurm û kêz têde bi xwûn dil û gurçik
Wê dilop bike ava berf û baranê
Li ser ruyên xweşik wek heyva nisanê
Bêhna genî bi fûre Ji laşên paqij mîna gulên heyva gulanê
Eger ez bibim paşa an jî bibim şivan
Bibim dewlemend an jî parsek û xizan
Bila tirsonek an jî leheng
Mirin guh nade kesekî tevde ji xençera xeraptir dike xedeng
Nefsa min li dervê gorê şêr û dev bixwîn e
Tiştekî li ber çavên xwe nabîne
Mirovan bi mêş û kelmêşan nahesibîne
Di hindir gorê de deng jê nîne

Şoreş Xursî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Rojekî Dilê Xemgîn

Min bihîstiye dilê te da evînek şîn daye, wek darê agirê sobê da dişewite, girç …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *