Zemanî ji pola 3an şûnda çû taxeke din, heval û hawirdorekê nû bi cih bû. Lê ev taxa nû li gor a berê gelekî cûda bû. A herî girîng jî li vir êdî Reşo tune bû.
Dîsa rojek ji rojan, Zemanî wekî her car bi hevalên xwe re ji bo lîstikê civiya, lê hevalên wî tenê li derdora mala xwe dixwestin bilîzin. Lê Zemanî, ji ber adetên xwe yên berê, her tim dixwest biçe cihên dûr û tiştên cuda bike. Ev yek ji bo hevalên wî pirsgirêkeke mezin bû. Zemanî demeke dirêj zehmetî kişand ku vê rewşê qebûl bike, lê bi demê re wî jî dest pê kir ku li derdora mala xwe bilîze û nema nedixwest dûr bikeve. Ev rewşa nû ya ku nû dest pê kir jê re xweş hat. Bi hevalên xwe re tim lîstikên nû dilîstin û gelek kêf dikirin. Li derdora mala wî kijan lîstik dihatin lîstin? Delodaş, gorle û qîtik dihatin lîstin. Heta êvarê bi vî awayî lîstikan dilîstin û wextê xwe derbas dikirin. Carcaran pevçûn çêdibûn, xwe gemarî dikirin, lê kesekî ji rewşa xwe gilî nedikir. Her kes pir bextewar û aram bû. Derdora malên wan hemû kevir, teht û zinarî bû, wan li ser wan keviran dilîstin.
Zemanî bi hevalên xwe yên nû re pir baş li hev dikir, jê hez dikir ku bi wan re tim lîstikên nû bilîze. Lê vê carê li dibistanê rastî pirsgirêkeke mezin hat. Hevalekî wî yê ku berê li heman sikakê bû, bi berdewamî li ser wî zordariyeke derûnî dikir û dibû sedem ku ew li dibistanê nerehet bibe. Bêguman, hin hevalên ku li dijî kirinên Neco derdiketin jî hebûn; ew tim li şûna Zemanî li Necoyê hêrs dibûn û hewl didan ku wî bitirsînin. Lê belê, Zemanî ji dibistanê sar bibû. Tevî vê yekê, wî dersên xwe berneda, hê jî li ser dersên xwe dixebitî, bi hevalên xwe re dilîst û xwe neçar dikir ku dibistanê hez bike.
Di pola çaran de, Zemanî dest bi karekî nû kir. Êdî hem dibistan dixwend û hem jî li firinê dest bi kar kir. Tevî laşê xwe yê biçûk, wî ji xebatê hez dikir û qezenckirina pereyan jê re xweş hatibû bû. Hem qezenckirina pereyan û hem jî çûyîna dibistanê ji bo wî xweştir bûbû. Êdî carcaran ji bavê xwe yê miqris pere nedixwest û fêr bibû ku li ser lingên xwe bisekine.
Li firinê jî gelek bûyer dihatin serê Zemanî; bi berdewamî zordarî li ser wî dihat kirin, lê dîsa jî ew gelek kêfxweş bû. Carekê, ji ber ku Zemanî ji mişkan pir ditirsiya, hevalên wî, berî derketina ji kar, mişkekî kuştî xistin berîka kuxcixî wî. Gava ku Zemanî êvarê piştî kar kucuxî xwe li xwe kir û bi hêdîka destê xwe xist berîka xwe, wî tiştekî nerm hîs kir, piştî demekê destê xwe xist berîkê, Yarrebîîîî, ew çi ye, wî çi dît! Mişkekî mezin û nermik! Di cî de kucixê (montê) xwe avêt erdê û bi lez û bez ber bi malê ve reviya heval jî têre têr ji ber vê dîmenê kenîyan û kêfa xwe pê anîn.
Dîsa rojekê, xelfeyê firinê demeke pir kurt dabû Zemanî û jê xwestibû ku biçe çarşiyê û rojnameyekê bikire û vegere. Ji ber vê yekê, Zemanî ji bo ku zûtir bibeze, pêlavên xwe avêtin aliyekî û bi lez çû rojname kirî û vegeriya. Lê belê, xelfeyê wî ji bo her deqeyeke derengmayînê wî li kêleka firinê rûniştand û jê re ezîyet dikir.
Rojeke din, usteyê wî ew şand ku zebeşekî bikire. Piştî ku Zemanî zebeş kirî, di rê de zebeş ket û şikest. Ew rûnişt û dest bi giriyê kir. Pîremêrekî kal dît ku ew digirî, çû ba wî û ji bo teselîkirinê pirsa rewşa wî kir. Gava ku Zemanî got ku ditirsim, kalo pere dayê û jê xwest ku dîsa here zebeşekî bikire û vegere.
Tevî temenê xwe yê biçûk, Zemanî dev ji xebatê berneda; bi berdewamî di navbera firin û dibistanê de diçû û dihat. Dema ku gelek hevalên wî li kolanan lîstikan dilîstin, ew li pey qezenckirina pereyan bû. Bi rastî, wî ev pere ne ji bo xwe lê ji bo alîkariya malbata xwe û bextewarkirina diya xwe xerc dikir. Hin zarok bêtir li xwe difikirin û hewl didin xwe bextewar bikin, lê hin zarok jî li pey bextewarkirina malbat û derdora xwe ne. Ev jî rewşeke di nav xwezaya mirov de heye. Çawa ku derdora ku mirov lê mezin dibe û di nav kîjan malbatê de mezin dibe, ev yek pir girîng e.
Zemanî, ku bi vî awayî dibistana seretayî qedand, paşê biryara hevalên derdora wî ya çûyîna îmam hatîpê ji bo dibistana navîn bandor li ser wî kir û wî jî biryar da ku here îmam hatîpê. Lê pirsgirêkek hebû: dibistan saetek dûr bû û pirî caran neçar bûn bi peyatî biçin, ji ber ku otobus tunebû. Her roj saetek diçûn û saetek dihatin; ji bo zarokekî biçûk ê ku dibistana navîn dixwend, ev rewşeke pir zehmet bû. Tevî vê yekê, çûnûhatina bi hevalên xwe re wî pir bextewar dikir. Dema diçûn, bi rêyên cuda, bi axaftin û kêfkirina bi hev re diçûn. Di rê de gelek serpêhatiyên cuda dijîn. Li dibistanê pir diwestiyan û dîsa neçar bûn saetekê rê bigirin da ku vegerin. Carcaran di navbera nîvro de pereyên wan ên ji bo xwarinê tunebûn, û carinan birçî li bendê diman. Her çend hevalên wî nimêj nekirana jî, wî her tim nimêja xwe dikir. Piştî ku nimêjê fêr bû, wî biryar da ku êdî qet dev jê bernede, û ev yek wî pir bextewar dikir.
Di hawîrdora taxê de, bi taybetî bi şevan, ew li malê nediman, tim bi hevalan re li derve dilîstin. Helbet, dema lîstikan, cîranên kal û pîr li wan hêrs dibûn û nedixwstin ku ew deng derxin. Apê Elî, Bavê Tejîyan, Mala Kalo her tim şope wan didin û ew jî kenî direviyan û dîsa dihatin li wan deran dilîstin. Dema mirov piçûk be di dil û serî de zêde gengeşî, kûr fikirîn tune, hema jiyan çawa dibe wiha tê jîyîn.