Ji nû ve hişyar dibû xwezayî. Ji nû ve zindî dibû dar, kulîlk û teyrên Deşta Papûrê. Mij û ewr, serê darên çam û sediran maçî dikir û ji wan xatir dixwest. Ji ev guhera daristanê vedikişiya. Sibe bû û her teyr û çivîk, di nava orkestrayeke bêhempa strana xwe bilêv dikirin. Coş û şahiyeke mezin, kelecaneke şêrîn li dar û daristanê bû. Ji jor de ewrên bi tîrêjên rojê sorxemilandî, sibeha wan xweştir û geştir dikir. Sirûşt, li ser ev wêne û tabloyê nuwaze bû.
Belê ji nişka ve şahî, ber bi şînê ve; stranên kêfê, ber bi giriyê ve guherî. Û her zindî, li ser mayîn û xelasiya xwe ditevgirî û bêserî direviya. Ji ber ku agirekî mezin, li daristanê rabûbû û ter û hişk, ka û kapol, çi bidîta dişewitand.
Weke her zindî, refa sîmûrgan jî xwastin ji vî agirî rizgar bibin. Lê mixabin ev teyr û çivîk, ne wek ên din bûn. Sîmûrgan, li qota daran, li bilindtirîn şaxê daran hêlîna xwe çê dikirin. Ti carî danediketin rûyê erdê û bi tiştên erdê qayîl nedibûn. Loma dema agir bi daristanê ket, hêdî hêdî erd dişewitî û ajalên erdê, zûbizû bi êgir dihesiyan û direviyan. Lê sîmûrgan digot qeyn, agir nagihêje wan. Lê mixabin xûriya êgir, xwe gîhande sîmûrgan jî.
Refa wan nêzî çil teyrî bûn. Di ev bobelata mezin de, neh ji wan mirin, lê yên din jî bi elveketî xilas bûn. Lê çawa xelas bûn. Ji wan sê sîmûrg, ji ber şewatê bûn xwedî kûmik û yên din birîndar. Lê carde bi pêşengiya ev her sê sîmûrgan, refa wan bi hewa ket û ezman qelişandin. Ji ber êş û şewatê, êdî bi dengekî xerîb û cuda distiran. Ew jî li xwe ecêbmayî mabûn, lê divê teyrên sîmûrg, xwe ji xweliya xwe biafirandana. Her ku ezman diqeliştin û bilindtir dibûn, bayekî tûj, per û baskên wan diçemand. Lê carde li rêya xwe bi hest û baskên xurttir difiriyan. Ji war û welatê xwe dûr ketin, lê divê li der û deverekê daketana.
Teyrên sîmurg li her derê danediketin. Divê cihê wan bilind û pêşiya wan vekirî ba. Ji Daristana Papûrê ber bi DeştaŞamê ve difiriyan. Deşta Şamê jî pir şêrîn bû, lê wek welêt ne şêrîntir bû. Divê wek warê wan, bi çiyayên xwe bilind, bi daristanên xwe hênik ba.
Her wuha bi dengekî cuda û bi baskên westiyayî zor dan firê. Hefteyekê li ezmên geriyan. Di şeveqa hefteyekê de ro, piçekî dereng hilat. Ev yek nîşana asêbûna rojê ya li asoyên çiyayan bû. Dan û nîvekê din baskên xwe hejandin. Bi xêr û silametî ji deşt û beriya derketin. Teyrên Sîmûrg xwe gihandin pal û berpalên sikûrên Mêrdînê. Li rex Dazerkê ku gundê Mêrdînê bû, li nezarê akademiyê, li pola b’yê ya mastêra bêtez, axirê li ser rûpela min danî, sîh û yek sîmûrg bi tevî her sêyên bi kûmik.
Belê wan tişta ji dest û baskên wan dihat, kir. Û xwe ji xweliya xwe afirandin. Niha xilasbûn, bi pêşengiya mamoste
Resûl, barê li ser milê pola b’yê ya mastêra bêtez e.
Mustafa Rêzan
12.10.2024 Şemrex(Mazıdağ)
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…