Kitêbeke giring û navdar a edebiyata cîhanê li kurdî hat wergerandin

Harper Lee li kurdî hat wergerandin: “Kuştina Çivîkan”

Kitêbeke giring û navdar a edebiyata cîhanê li kurdî hat wergerandin. Romana “Kuştina Çivîkan” a Harper Leeyê ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê tê qebûlkirin, bi wergera Ekrem Koçbaşi êdî bi kurmancî ye. Roman 376 rûpel e û ji Pall Weşanê derçûye.

Nivîsa bergê:

Yek ji romanên dinyayê yên herî navdar û pir hatî hezkirin, li zêdetirî çil zimanan hatî wergerandin û nusxeyên wê zêdetirî çil milyonî hatî firotin, xelatgira Pulitzerê ya 1961ê û xwedana fîlmeke xelatên Oscarî di 1962yan de… Kuştina Çivîkan a ku ji dema xwe ya weşandinê vir ve yek ji şahkarên edebiyata cîhanê tê qebûlkirin, bi wergera Ekrem Koçbaşi êdî bi kurmancî ye. 

Harper Lee di vê romana xwe ya ewil de ji çavê keçikeke biçûk Scout Finchê berê me dide nav rih û tebîeta mirovan, newekhevî û mesûmiyetê, kîn û hezê, azadî û nijadperestiyê, êş û kenê… Çîroka ku li dor darizandina çermreşekî geşe distîne, bi zimanekî sade û zarokane me vedixwîne nav hesabpirsiyeke li gel edalet, rastgoyî û mirovahiyê.

“Ya bi dilê min ew e ku tu herî nîşana tenekeyan bigirî li hewşa piştê, lê ez dizanim tê herî nîşana çivîkan bigirî. Here li hemû qelebaskan bixe, ku bikarî; lê bila ji bîra te neçe ku kuştina çivîkan guneh e.”

Harper Lee:

Di sala 1926an da li Eyaleta Alabamayê ji dayik bûye, li Zanînge­ha Alabamayê beşa hiqûqê xwandiye, lê şeş meh maye ji derçûna wê ra dev ji zanîngehê berdaye. Peyra çûye New Yorkê, li wir di şîrketên bi navê Eastern Air Lines û British Overseas Airwaysê da wekî nivîsera qeydan xebitiye. Li New Yorkê dest bi nivîsandina çend nivîsar û kurteçîrokan kiriye lê qet yek jî nehatiye weşandinê. Dûra ji wan kurteçîrokan yekê vediguherîne romanekê û seba nivîsandina wê dev ji kar berdide. Hetanî ku romana wê diqede, hevalên wê seba debara wê alîkariyê didinê. Roman di sala 1960an da bi dawî dibe û bi navê To Kill a Mockingbirdê (Kuştina Çivîkan) tê çapkirinê. Harper Lee di demeke kurt da bi vê romanê navdar dibe û salekê piştî çapkirina romanê di sala 1961ê da Xelata Wêjeyê ya Pulitzerê digire. Piştî vê romanê hetanî sala 2015an ne tu berheme­kê dinivîse ne jî beşdarî bernameyan dibe derbarê Kuştina Çivîkan da. Di sala 2015an da romana wê ya duyan bi navê Go Set a Watch­manê çap dibe û salekê bi dû ra jî ji vê dinyayê bar dike.

Ekrem Koçbaşi:

Ji bajarê Îdirê ye, hetanî zanîngehê li wir mezin bûye. Li Zanîngeha Stenbolê ji beşa hiqûqê derçûye. Li Zanîngeha Bilgiyê li ser mafên mirovan lîsansa bilind kiriye. Heşt sal e li Stenbolê parêzeriyê dike. Di sala 2012yan da li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bawernameya mamostetiya kurdiya kurmancî girtiye û ji wê salê pê ve li En­stîtuyê û li Komeleya Lêkolînên Kurdî dersên zaravayê kurmancî dide. Nivîsar û wergerên wî di kovarên wekî Ziryab, Aşdad û Dadis­tanê da weşiyane. Ji bilî wergera Kuştina Çivîkan, romanek ji tirkî jî wergerandiye zaravayê kurmancî ku hîn nehatiye çapkirin. Yek ji endamên Komxebata Ferhenga Hiqûqê ye ku ji hêla Weqfa Mezo­potamyayê ve tê birêvebirinê. Aniha jî li Zanîngeha Enqereyê beşa ziman û edebiyata îngilîzî dixwîne.

Xwendevan dikarin vê kitêbê li ser pallwesan.com û pirtûkfiroşan peyda bikin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *