Etîmolojîya Kurdî | Kurmancî – 3

Demeka nêz e ku em ji bo candname.com‘ê li ser Etîmolojîyê û Etîmolojîya Kurdî dinivîsin. Hin rexneyên erênî û neyênî hatin gihîştin me lê belê em jî dizanin ku Etîmolojî wek deryayek e, em jî di ev deryayê de avjenîyê dikine. Rastî jî bingeha peyvan pir kûr û dirêj e. Mirov yekcaran bi nexwezî hin tiştan kêm jî dinivîse. Bes em dixwazin li ser peyvan şirove werin kirin da ku pêşîya Zimanê Kurdî vebe û peyvên kokdar lê zîyade bibin. Bi vî awayî emê li ser etîmolojîyê wek bi prensîbên akademîk binivîsin û Zimanê Kurdî bidin nasîn.

Şûr – Kılıç(TR)

Divê em pêşkî li ser bingehwateya peyva şûr bisekinin. Şûr mirov ji xetereyan diparêze. Nêzdengê peyva şûr, “sûr” e. Sûr jî di Erebî de tê wateya “parastker” ê. Gorî ramanên min şûr û sûr têkilîya wan bi hevre hene çûn kî sûr jî şûr jî bi heman armancî tên bikaranîn. Birastî jî hem sûr hem jî şûr mirov ji xetereyan diparêzin û bo mirov parastker in. Ya din jî di lîteratûra etîmolojîyê de peyva sûr tê qebûl kirin ku ji peyva şûr tê û peyva şûr jî xwe dide ser zimanê Aramîyan. Rastî jî di zimanê Aramî de wek şwr/şûr derbas dibe û tê wateya “dîwarê parastker” Bes ev peyv di Erebî de bûye “sûr”… Di Kurdî de jî bûye talerastê şûrê ku pê ceng tê kirin û amûrê parastkerîyê…

Niha – Şimdi(TR)

Niha(nûh + a) = Tiştî ku nûh qewimîye, dema ku mirov nûh têde be re tê gotin. Ji ber wî peyva “niha(şimdi) xwe dide ser peyva “nûh(yeni)”
Tê gotin ku Nûh Pêxember jî çima ku dunya nûh kirîye jê re gotine Nûh… Peyva nûh di gelek zimanan de bi formên cûda mewcûd in. Di Îngilîzî de new, di Almanî de neu, di Fransî de nouveau, di Yewnanî de nêos(neo), di Îspanî de nuevo, di Portekîzî de novo, di Rûsî de novyy, di Îtalî de nuovo derbas dibe. Bi vî awayî Kurdî jî ji wê malbatê ye û tê de wek nûh tê bikaranîn bes di Kurdî de tîpa h’yê pir caran ji peyvan tê avêtin. Ew taybetî tenê ne di Kurdî de, di gelek zimanan de wiha ye, ji ber ku axaftinê de zoritî çê dike û bo wî mirov di peyivandinê de jê diavêje…

Kevir – Taş(TR), Stone(ENG)

Peyva kevir di Farsî de derbas dibe û ji bo “çol, derê bê av mayî û hişkayî” re tê gotin. Birastî peyva kevir wateya xwe ya bingehîn “tiştî bê ber û bê bereket” e, wek di Tirkî de dibêjin “verimsiz, kurak”. Rastî jî di keviran de çandinî nabe û tê de gîha şîn nabe… Bo wî mirov dikare bibêje ku him wateya di Farisî de him wateya di Kurdî bingeha peyva kêvir dide ser wateya “bêberî” yê.

Têlefûn – Telefon(TR), telephone(ENG)

Di Yewnanîya Kevn de bi peyvên têle(dûr) û phone(deng) tê îfade kirin. Ev herdu peyvan tên ba hev û ji bo amûrê têkilîya navbera mirovan tê bikaranîn. Birastî gotina Yewnanîya Kevn de jî wekî Kurdî tê xwendin û gotin wek têlefon. An ku di Yewnanîya Kevn de jî tîpa e’yê wekî Kurdî hatîye tewandin. Bi vî awayî bikaranîna di Kurdî de pir nêzikî peyva orîjînal e…

Hevîr(hev + îr) – Hamur(TR)

Pêşkî divê em peyva “hev” nas bikin.
Peyva “hev” di Kurdî de tê wateya Nêzikatîya, têkilî, pêbûn û hwd. Ev peyv temasa navbera tiştan û mirovan îfade dike. Mirov dikare li ser çend mînakan jî baş fehm bike ku peyva “hev” bi kîjan awayî tê bikaranîn; Berhevk, berhevdan, hevok, hevkarî, hevsar, serhevde, heval, hevdu…
Bi vî awayî ji ber ku bi hevde digre û wek bi hevde dizeliqe peyva hevîr ji peyva “hev”ê hatîye çêkirin.

Ar – Ateş(TR), Arî(ar+î) – Kül(TR), Ardî(ar+dî) – Yakacak(TR), Argûn(ar+gûn) – Ocak(TR)

Wek berê jî me gotibû peyva ar ji Erebî tê û tê wateya agir… Arî = Tiştî ku ji piştî agir dimîne re tê gotin û wek êzing, kaxiz, paç û hwd dişewitin arîya wan jê dimîne. Wateya bingeha peyva ardî xwe dide ser “aîdbûna êgir” Ardî = Tiştî ku mirov dikare pê agir vêxe re tê gotin. Argûn = Dera ku agir lê tê vêxistin. Ev sîlsîle dîsa sîstematîga Etîmolojîya Kurdî aşkere dike ku zimanê Kurdî çiqas kevnar û tije ye…

Ron – Cıvık, Açık Renkli, Aydın(TR)

Ev peyv ji ro’yê tê. Birastî jî tiştî ron be ro tê re dikare derbas be. Bo wî ji tiştên rengveyî û wek şeffaf re jî tê gotin. Gorî ramana min peyva ron pêşkî ji bo şewqa rojê hatîye gotin û piştre mecazen jî ji bo cıvık(TR) hatîye bikaranîn. Bes peyva ron di Kurdî de hîn fereh tê watedarkirin. Hin mînak: Ronbûn = Aydınlanma(TR), Ronak = Aydın Kişi(TR) û hwd…

Adem OK

About Adem OK

Check Also

Pirtûka Ibn Xelîkan a 800 Sal Berê ”Siltan Selaheddînê Eyûbî”

Îbn Xelîkan pirtûka li ser Siltan Selahaddînê Eyûbî 800 sal berê nivîsiye. Ev bu 800 …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *