Silav. Dibe ku her tişt dikare were jibîrkirin, efûkirin û heta em jî wek ku tiştek nebûbe berdewam bibin… Lê hin tişt wekî berê nabin. Wek mînak behr, dilê wan tijî kevir in, kî derbas dibe hûr û girên xwe diavêje nav û ew dîsa jî nakin xem, lêbelê ew hûr û gir her li wir in û dê ti carî dernekevin ji wir. Nebin dilşikênê kesî xwînerên ezîz. Carna, her çend kevirên piçûk bin jî, dikarin dil bikin toz û bi bayê re bikin yek. Her hebin.
Pirtûkzade
![]()
Nîşke ve ji xew rabû jinik. Saet dihat dudu û nîvan. Li serê fikirî, ka çi bû sebeb ku ew şiyar bûbû. Ha, belê! Li mitbaxê yek li kursî qelibîbû. Wê guhên xwe li mitbaxê mûç kir. Her der bêdeng bû. Gelek bêdeng bû û gava wê destê xwe li ser nivînê gerand ferq kir ku kêleka wê vala ye. Ev tişt bû ku bêdengiyê evqasî aşkere dikir: Girtin û dayîna bêhna mêrê wê nedihat bihîstin. Rabû pîyan û di tarîya malê de xwe kişand mitbaxê. Li mitbaxê rastî hev hatin. Saet dudu û nîv bû. Wê tiştek spî li ber sarincê dît. Wê devûdor ronî kir. Bi pêcemeyên xwe rastî hev hatin. Bi şev. Saet di dudu û nivî de. Li mitbaxê.
Li ser maseya mitbaxê teyfika nan hebû. Dît ku mêrê wê ji xwe re nan jê kiriye. Kêr hê li ber teyfikê bû. Û li ser teyfikê jî hûrikên nan hebûn. Gava êvaran ew diketin nav cîyan wê hertim pîneyê masepaqijkirinê dişuşt. Êvaran. Lê niha li ser wî pîneyî hûrikên nan hebûn. Û kêr li wê derê bû. Wê hîs dikir ku sermaya fayansan bi canê wê re hildikişe. Û berê xwe ji teyfikê wê de kir.
Mêrê wê gotê, “Min go qey tiştek bû li vir,” û li mitbaxê, li devûdora xwe mêze kir.
Jinik gotê, “Hinek deng hatin min jî,” û pê re ferq kir ku ew di nav pêcemeyê de gelek kal xwîya dike. Bi qasê emrê xwe kal. Şêst û sê salî. Bi roj carna ew ciwantir dixwîya. Mêrik jî fikirî, ku jina wî gelek pîr xwîya dike, di nav pêcemeyê de gelek pîr xwîya dike. Belkî ji ber porên xwe weha be. Jin, bi şev ji ber porên xwe pîr dixwîyên.
“Divîyabû te şimikan bikira nigên xwe. Were tu pêxas î li ser fayansan. Tu yê bicemidî.”
Jinik li wî mêze nedikir, ji ber ku nikarîbû qebûl bikira ew derewan dike. Piştî sî û neh salîya zewacê derewan dike.
Wî cardin got, “Min go qey li vir tiştek bûye,” û çavên xwe bême’ne ji goşeyekê dizivirand li goşeya din û digot, “dengek hat min. Min go qey li vir tiştek bûye.”
“Dengek hat min jî. Lê wa ye tiştek nebûye.” Paşê teyfikê ji ser maseyê rakir û hûrikên nan ji ser rûyê maseyê paqij kir.
Bi dengekî ji xwe ne bawer wî dubare got: “Belê, wa ye tiştek nîne.”
Jinik hat alîkarîya wî: “De lo, were. Herhal ji derve hat. De were nav cîyan. Tu yê niha sermayê bikî. Li ser fayansên sar.”
Wî berê xwe bi pencereyê ve zivirand. “Belê, rast e, herhal ji derve de hatiye. Min jî go qey li vir tiştek bû.”
Jinik destê xwe bire şartêla ronîyê. Fikirî, di ber xwe de got, divê aniha lampeyê vemirînim, wisa nabe an na dê dîsa çavên min li teyfikê vegerin. Bes, divê lê binêrim. Û ji mêrik re got, “De were lo! Cihoka serê xênî di bayê de li dîwar dixîne,” û pê re lampeyê vemirand. “Miheqeq cihok e. Wexta ba hebe, dike çingeçing.” Di tarîyê de xwe gîhandin odeya razanê. Nigên wan ên tazî şelpînî ji erdê dianîn.
Mêrik got: “Erê, ba bû. Bi şev her ba hebû.”
Gava di nav nivînan de bûn, jinikê got: “Erê, şevê pê de ba dihat. Îhtimal e cihoka serê xênî ye, dike çinginî.”
“Erê, min go qey li mitbaxê tiştek çêbû. Îhtîmaleke mezin cihok e.” Wî bi dengekî ku mîna di xew de be digot van tiştan.
Lê jinik ferq dikir dengê mêrik çiqas nejidil dihat, gava wî derewan dikir. Jê re got, “Çiqas sar e, divê ez xwe têxim binê orxanê. Şeva te bimîne xweş,” û hêdîka bawuşk hatinê.
Wî jî got, “Ya te jî,” û dewam kir, “Erê, îdî gelek sar e.”
Dû re bêdengîyek çêbû. Dû gelek deqîqeyan deng hat wê ku ew bêdeng û bi dîqet tiştek di devê xwe de dicû. Wî bi zanebûn bêhna xwe kûr û yekoyek digirt û dida, ji bona ku jina wî pê nehese ew hîn şiyar e. Lê cûtina wî ewqas adetî bû ku li berê jî di xew re çû.
Gava rotira dinê hate malê, jinik çar kerîyên nan danî ber wî. Heta wê çaxê mêrik hew sê kerî dixwar.
Jinik got, “Tu çar kerîyan bixwe,” û pê re ji ber lambeyê xwe da alî. “Ev nan xweşê min naçe. Tu yekî zêde bixwe. Xweşê min naçe.”
Wê dît ku mêrik serê xwe bi ser teyfikê de xwar dike. Serê xwe bilind nedikir. Wê hingê guneha jinikê bi wî hat.
Mêrik bêyî ku serê xwe bilind bike got, “Tenê du kerî nan? Nabe tu tenê du kerî nan bixwî!”
“Xeman nexwe. Êvaran nan li min nayê. Tu bixwe lo, tu bixwe.”
Lê bi dû gelek wextî re jinik hat li ber maseyê li hinda lampeyê rûnişt.
Wolfgang Borchert – Nan
Das Brot, Kovara Nûbihar, hj. 100, r. 89-90, Wergera Ji Almanî: Ehmed Akin