Xew, Xewn, Xewinîn(xew + in + în)- Uyku, Rüya, Görünme(TR)
Di Kurdî de esasên etîmolojîyê pir xurt in çûnkî Etîmolojî dibêje “peyv pêşkî bi xwezayî çêdibin. An ku mirov pêşkî navekî dide tiştekî yan rewşekê. Piştre ji bo rewşeka nêz ew peyv xwe diguherînin û ji bo rewşeka din tên bikaranîn û piştre ev sîlsîle dewam dike.
Di ev her sê peyvên jor de jî ew esas heye. Pêşkî mirov tiştî herî xwezayî an ku “xew(uyku)” binav kirîye. Piştre çima ku di xew de mirov tiştan dibîne ew tiştên ku di xew de tên ber çavan navê wan bûye “xewn(rüya)” û paşî bi hişyarî tiştên mirov ve xuya dikin re jî gotine “xewinîn (görüntü)”.
Bi vî awayî Zimanê Kurdî esasê xwe pir xurt e û mirov dikare li ser wî, xebatên etîmolojîk bike û Zimanê Kurdî di akademîyê de cîhgir bike. Gorî esasên etîmolojîyê û jêderkê peyvên Kurdî mirov dikare bibêje ku xewinîn ji xewnê hatîye, xewn jî ji xewê hatîye. Tê der ku di nava ev peyvan de ya herî kevn xew e…
Tabî ev her sê peyvan divê baş werin bêjûhej(lêkolîn) kirin ji ber ku esasê etîmolojîyê jê der tê û xurtbûna zimanê me dide ber çavan. An ku zimanê Kurdî li ser peyvan û têkilîya peyvan de tu kêmasîya xwe ji zimanên beyanî tune ye… Divê li ser peyvên Kurdî xebatên akademîk werin kirin da ku neteweya Kurd zimanê xwe hîn rind nas bike!
arpiz(ar + piz) – köz(TR)
ar = ağır, di Erebî de ḥarr حرّ derbas dibe û tê wateya agir… Di Tirkî de jî “har, harlamak” tê bikaranîn. Li ser ev peyvê jî sîlsîleyeka etîmolojîk heye. Bibe qismet emê li ser ew sîlsîleyê jî binivîsin.
piz = tiştî pir sor û pileya sorbûnê ya bilind… Ev peyva piz di “sor û piz” de derbas dibe û wateya soritîyê xurt dike. Ev peyv tê gotin ku ji kokeka gîhayekî ku rengê sor jê çêdibe re dihatîye gotin lê me li ser peyva pizê jêderkek nedît ku em mînaken bidin ber çavan.
Ev peyv li dever û derdora Sirûcê tê bikaranîn lê çiqas giştî û standart e min hîn tecrûbe nekirîye lê ez bawer im her ku biçe wê hîn zêde(zîyade) were bikaranîn…
pêçî, pêçandin, pêçek, pêçe – parmak, sarmak, sarmaşık, peçe(TR)
pêçî = tilî
Ji bo koka peyva pêçîyê peyva pênc û pençe tînim ser ramanên we. Ji ber ku peyva pêçîyê dibe ku ji pêbûn(dokunma) yan pênc(beş), yan pençe yan pençî yan jî ji pênçî hatibe û ji wir jî dibe ku bûbe pêçî… An ku tîpa “n”yê ji pênçîyê çebûye û bûye pêçî. Ev şiroveyên li ser jêderka pêçîyê ye. Mirov dikare bibêje pêçî lebatê pêbûnê(dokunma) ne ji bo wî jê re gotine pêçî. Bi awayekî din mirov dikare bibêje pêçî ji peyva pênc hatîye. Ev şirove jî bi bingeh e. Hîn gelek şirove hene bes divê ev şiroveyan fikrekî têre bide we.
Peyva pêçandinê ji peyva pêçîyê derhatîye ji ber ku pêçandin bi pêçîya tê kirin. Mînaken mirov cixara dipêçe çûn kî pelgê cixarê bi pêçîyan li hev tê gerandin.
Peyva pêçek jî çima ku li tiştan û çandinîyan digere û wan dipêçe jê re gotine pêçek. Wek Tirkî de “sarmaşık” jî bi heman wateyê(sarmak) pêk hatîye.
Peyva pêçe jî ji ber ku mirovan dipêçe jê re wer gotine. Pêçe rastî jî bi xisûsî jin li xwe digerînin û bi temamî xwe vedişêrin. Bi vî awayî ji ew cilan re gotine pêçe. Di Tirkî’de “peçe” derbas dibe û tê heman wateyê.
❗An ku bi kurtasî em dikarin bibêjin ku ev hemî peyv xwe didin ser peyva pêçîyê.
Cinc, Cînciq – Parlak, Cam(TR)
Peyva “cinc” tê wateya biriqîn, birûsîn, candarî û zindîtîyê… Birastî ev peyv ji bo piryek rewşan tê bikaranîn. Li devera Sirûcê bo îsot, fireng û behcanên teze re cinc tê gotin. Mînaken ku mirov dixwaze masîyên teze nas bike divê li çavên masîya binêre, ku çavên masîya cinc bin ew masî teze ne.
Peyva cînciq jî xwe dide ser cincê û tê wateya camê. Ji ber ku cam dibiriqe di Kurdî de pevya cînc paşgira +iq girtîye û ji bo mahdenî camê hatîye bikaranîn.
Derva, derdan, derketin – dış, kaybetme, çıkma(TR)
Divê herî pêşkî em li ser peyva “der” bisekinin.
Der = Şun, cih, yer, mekan(TR)
Ev peyv di Yewnanîya kevn de wek “thýra”, di Almanî de “tür”, di Îngilîzî de wek “door(derî)” derbas dibe. Ev peyva der di gelek peyvên Kurdî de derbas dibe.
Derva(Der + Va/e)= Ev peyv ji der û va/e yê pêk tê. Der, cihê ku sînorên xwe eyan re tê gotin. Peyva “va û ve” jî tê wateya vebûnê. Bi kurtasî peyva derva tê wateya “ji cihekî nebûm, xaricê derekê”
Derdan(Der +Dan) = Ev peyv tiştî ku ji derekê hatibe dayîn û ji destê mirov derketî re tê gotin. Wek Tirkî jê re dibêjin “kaybetmek”
Derketin(Der + Ket + İn) = Ev peyv ji sînorên derekê ketin û jê dûr çûnê re tê gotin. An ku mîsalen mirov ji derekê dikeve êdî elaqa xwe ji wê derê namîne. Peyva “derket” bi vî mantiqî hatîye holê. Birastî jî mirov ku ji derekê diçe êdî ji wir diqete û ji sînorên wir dikeve.
Li ser vê peyvê danûstandina fikrî çêbû û fikrekî wiha derket holê; “Tê zanîn ku Neteweya Kurd ji mêj de li çîya jîyane û neteweya Kurd wek çîyayî ye. Ji bo wî berê malên Kurdan li ser û ber çîyayan bûn. Malê wan li ser hev bin hev bûn. Zaten malên li ser û ber çîyayan wekî pêlikên merdîwanan in û pîle bi pîle diherin jor. Bo wî ku kesek ji derekê diçû wek ji wê derê diket. Bo wî neteweya me û bav û kalên me gotine derket.” Ev şirove gelekî xweşî min hat min bo wî li vir nivisî.
Ez – Ben(TR), Men(FAR)
Divê pêşkî em peyva “ez” di zimanên din de bigerin. Birastî ev peyv di gelek zimanên Hînd-Ewrûpî de derbas dibe.
ego(Latînî), es(Ermenkî), êz(Balto-Slavî), es(Lîtwanî), az(Bulgarî)
Bi vî awayî peyva “ez” jî li cîhanê ji alîyê gelek xelk û neteweyan tê bikaranîn.
✍️ Nivîskar: Adem OK
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…