Em dizanin ku sînorên mêjîyê mirov bi peyvan tê pîvandan. Ger peyvên zimanekî neyin bingehkirin kesên ku wî zimanî bikartînin ji peyvên zimanê xwe rasterast pir tiştekî fehm nakin. Ji bo wî divê mirov li ser peyvên zimanê xwe bixebitin û kanî kîjan peyva ji kîjan zimanî hatîye û peyvên zimên bi kîjan mantiqî hatine çêkirin. Xebatên li ser Etîmolojîya Kurdî jî ji bo vê armancê ye. Em li ser Etîmolojîya Kurdî bi awayekî akademîk disekinin. Ger ku peyvek li ser esasên akademîk were ravekirin ew peyva di qada akademîk de cih digre û tê bikaranîn. Bi vê sedemê emê Etîmolojîya Peyvên Kurdî bi awayekî akademîk rave bikin. Divê neteweya Kurd zimanê xwe bi her awayî zanibe ku bibîne kanî zimanê Kurdî çiqas dewlemend e.
Emê îro pêva him li ser esasên Etîmolojîya Giştî û him jî li ser Etîmolojîya Kurdî bixebitin.
Çawa ku dîroka mirovan heye dîroka peyvan û zimanan jî heye. Peyv jî her ku diçe xwe diguherînin û mahnedar / watedar dibin wek dewlemend dibin û bi gelek awayî tên bikaranîn. Wexta mirov dike biaxive pêşiyê difikire û piştre peyv û hevokan li hev siwar dike. Her wiha mirov gorî fikr û pêwîstîya jîyanê tişt û rewşan bi nav dike. Em dixwazin çend peyvan bo nimûne pêşnîyar bikin da ku mijara Etîmolojîya Kurdî berfireh bibe.
Çend Mînak:
Raber (Ra + Ber) kirin = Göstermek (TR), To Show (Eng)
Ra = Ev peyv di Kurdî de wateya “dirêjî, rastî, bi hevreyî, çikî û hwd” dide peyva ku pê hatîye çêkirin.
Ber = Ev peyv di Kurdî de wateya “nêzikî, dor, kêlek, pêş û hwd” dide peyva ku pê hatîye çêkirin.
Ger ku kesek bixwaze tiştekî bi me dîtin bide divê wî tiştî rayî ber me bike da ku em wî tiştî bibînin. An ku divê wî tiştî dirêjî ber çavê me yan nêzikî me bike da ku em karibin bibînin. Bo wî zimanê Kurdî de peyva “raber(ra + ber) bi vî awayî û mantiqî hatîye çêkirin.
Cot = Çift (TR), Pair (ENG), Cuft (FA)
Cot, tiştî ku hevdu temam dikin re tê gotin. Ev peyv zimanê Farisîya Navîn (Pehlewîtî, Partî) de wek “cuxt” derbas dibe. An ku peyva ku di Kurdî de wek cot derbas dibe ji cuxt tê û peyva “cuft” ku di Farisî de tê bikaranîn jî ji peyva cuxt tê. Bes peyva ku di Tirkî de wek “çîft” derbas dibe ji peyva cûft ya Farisî hatîye. Bi kurtasî herî pêşî cuxt heye, di Kurdî de bûye cot, di Farisî de bûye cuft, di Tirkî de bûye çîft…
Her çiqas ku me gotîye cot ji cuxtê hatîye jî bila were zanîn ku ev pêşinqebûl e. Dibe ku cot hîn kevin be jî bes em wer dibînin ku têkilîya “cot, cuxt, cuft, çîft” bi hevre hene…
Xwî = Ter (TR), Sweat (ENG)
Xwî koka xwe ne dîyar e bes di prensîbên etîmolojîyê de “tiştên bi meriv de girêdayî be hîn zû nav lê tên kirin. Mesela gorî esasên etîmolojîyê çav, dev, poz, guh, serî, dest, ling û hwd peyvên herî kevn in… Li ser etîmolojîya Kurdî min û hevalan xwê (salt, tuz) û xwî niqaş kir. Min pirsî “ji va herdu peyvan kîjan herî kevn e?” Hevalan got “divê xwî ji xwê kevintir be. Min got “tehma wan herduyan jî şor e, eceb têkilîya wa peyvan û tehma wan heye?”
Heval li ser fikirîn û em hemfikir bûn û me got “mirovan pêşiyê nav daye xwî’yê. Piştre ku xwê keşf bû îcar çima ku xwê jî wek xwî’yê şor e ji wê xwarinê re jî gotin “xwê” Wek dawîya peyva xwî’yê hate tewandin û bû xwê…
Birastî ev şiroveya li cih e, meriv dikare pê emel bike… Bo wî ez dibêjim ku “xwê ji xwî’yê hatîye”
Îcar eceb “xwîn jî ji peyva xwî’yê hatibe yan na?” Birastî divê em pêşkî vî tiştî ji xwe bipirsin “eceb navê ‘xwî’ hîn kevn e yan navê ‘xwîn’?”
Birastî tiştî ku meriv hîn zêde marûzê dibe “xwî” ye… Divê xwî ji xwînê kevintir be. Çimkî tiştên hîn zêde li ber çavan e xwî ye, divê mirov herî pêşkî ava laşê xwe bi nav kiribe.
Derbas (der + bas) Bûn = Geçmek (TR), Pass (ENG)
Der = Cih, şûn, mekan, şûna ku sînorên xwe eyan e.
Bas = Lê nesekîn, danegerîn
Eşkereye ku bingeha peyva derbasê li ser wateya “li şûneka dîyar nesekinîn” hatîye çêkirin. Di Îngilîzî de pass heye, ez bawerim ku bingeha pass û basê digihin hevdu.
Roj = Güneş (TR), Sun (ENG)
Peyva rojê xwe dide ser peyva roc’ê… Di Awesta de “roaca” heye û tê wateyên “çira, ronahî”
Di Farsî de ji bo rojê rûz tê bikaranîn.
Di Kurdî de “rûs+în” tê wateya “parlama(TR)”
Mînak:
Birûsîya (bi + rûs + î + ya)= Parladı (TR)
Birûsk (bi + rûs + k)= Tiştî ku dibirûse, şimşek (TR), yıldırım (TR)
Gorî min bingeha peyvên roj û rûs digihin hevdu ji ber ku wateya wan (birûsîn) digihin hevdu an ku li ber çavan nêz dîmenî ne.
Malê (Ma + Lê) = Ev (TR), Home (ENG)
Ku em dixwazin peyva malê fehm bikin divê em pêşîyê pêyvên bi hevde parçe bikin û lê binêrin;
Ma = Di derekê de sekinîn, tê de mayîn.
Lê = Ev peyv di Kurdî de tê wateya “li ser, di tê de, li wê”
Bo wî meriv dikare bibêje ku peyva “malê” tê wateya “dera ku meriv tê de disekine û tê de dijî”
Bi vî awayî mantiqê peyva malê û peyva “mesken” heman in û nêzbingeh in.
Nivîskar: Adem OK
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…