A dest dike, dê û bav nake.
A dinê li dinê, çavê gur li bizinê.
Afirê gamêşan, bû warê qelsemêşan.
Aliyek nîr e, aliyek bîr e.
Aqil di seriya de ye, ne di riya de ye.
Aqilê sivik, barê giran.
Aqlê xelkê, hingilê meşkê, ez reşê xwe nadim bi gewrê xelkê.
Aş gera xwe dike, çeqçeqok dev û diranên xwe dişkîne.
Av delavê xwe zane.
Av diçe avayiyan.
Avê di geliyê hişk de bigerîne, ne di geliyê şil de.
Bar ne bar e, yê zor serbar e.
Barê namûsê, barekî giran e.
Başî ji her du seriya de.
Berê av, paşê avayî.
Berê star, dûre debar.
Berfê got ez ê bibim av, avê got ez ê bibim bihar.
Bextê reş, weke şeva reştarî ye.
Bêxwedî be, ne bêwelat be.
Bi destê xwe da, bi lingê xwe lê digere.
Bi qasî ku însan ji însên ditirse, ji Xwedê natirse.
Birayê xwarinê xeydan e.
Can diçe venagere, mal diçe vedigere.
Car heye zor dizane, car heye zêr dizane û car heye devê tifinga mor dizane.
Cenet û cehnem mala mirov e.
Cerê xwe yê tije li cerê xelkê yê vala mexe.
Çav dibîne, dil dihewîne.
Çav tirsane, ling beza ne.
Çavê li deriya, xwelî li seriya.
Çavê li deriyan, xwelî li seriyan.
Çê hat, min kirî; xerab hat, te kirî.
Çêlikên gura kedî nabin.
Çêlikên mara bêjahr nabin.
Çêlîkên maran bêjahr nabin.
Çer di şîriyê de, wer di pîriyê de.
Çi tê serê mirov, ji zimanê mirov e.
Çilpe çilpa dilopan, xweştir e ji pite pita zirbavan.
Çiqasî ji hev dûr, ewqasî li hev gul û nûr.
Çiyayê bilind, bi tenê ye.
Çovê kê stûr e, ardê wî hûr e.
Çû ji me fewidî.
Dar bi berê xwe tê naskirin.
De were, kumê xwe deyne, pirsa jê bike.
Def di stûyê filano de ye, dar di destê bêvano de ye.
Dem ji demê şerm nake.
Derdê me, ne li bena dibe, ne li werîsa dibe.
Derew sêwî ne, tu bi ku de bişîne bi wê de dere.
Deriyê xereta şikyayî ye.
Devî dibin dar, dar dibin sitar; xwelî li serê mirovê bê war.
Dewê ceribandî, çêtir e ji mastê neceribandî.
Di sûka ceh de, zêr nayê firotin.
Dijmin, hestîhişin e.
Dîn ji dîna ditirse, biaqil ji dîna ditirse.
Dinê bi sebrê ava bûye.
Dinê xan e, mirov tê de bazirgan e.
Dinya giş bi zozan be, derdê mîhê şivan e.
Dinya ne milkê kesî ye.
Dostanî germa germa, dijminanî nerma nerma.
Ê ku dîzan çêdike, dizane çenbilan jî bi wan veke.
Ê ku masiyan bigirin, dê şil bibin.
Êşa li hevalan, tîra li kendalan.
Ez hêsîr im hêsirê çiyayê Hemedanê me.
Ez ji vê duayê re nabêjim amîn.
Gîha şîn tê, li koka xwe tê, di kokê de birîm xerdelok e.
Giriyê her kesî bi miriyê wî tê.
Golikek navê garanekê xera dike.
Got: Ez ê bi guhê te bigirim, te li dinê bigerînim. Got: Tu bi min re ye, ne bi min re ye?
Gotin mîna pelên daran in, kirin mîna fêkiyan in.
Gotin xizano, tu çima xizan î? Got, ji nezanî.
Gotina rast du caran nayê gotin.
Gotina xerab a xwediya ye.
Gotinên bav û bapîran, çêtir in ji yên wezîran.
Guh heye, lê deng nîne.
Gul bê stirî nabe.
Gur eyarê xwe navêje.
Gurê kerê girêdayî ye.
Heçî berê, gula zerê.
Heft bavê çê, esil şîrê dê.
Heft caran bikeve, heşt caran rabe.
Heft mêrên beriyê, civiyan li barê hiriyê, gotin ax li me û li vê bêkesiyê.
Heft salan çû seferê, hat dîsa kerê berê.
Her dorek û kûlorek.
Her goreke kêlikspî, ne ziyaret e; her kesekî şaşikspî, ne xwedîkeremet e.
Her kes bi benê xwe tê daliqandin.
Her kes bi zilma xwe de ketiye.
Heta genim pîr nebe, li hev nayê.
Heta mirov don neke çirayê, çira ronayî nade.
Hevalê nigê şemitî tune ye.
Hey teyr bi zimanê xwe dixwîne.
Hêza mirov di şêwra wî de ye.
Hinek serê biskê ne, hinek jî doxa heskê ne.
Îlm seyd e, qelem qeyd e.
Jana tiliyê, da ser derdê hewiyê.
Ji dijminê xwe zêdetir, ji zimanê xwe bitirse.
Ji rasta re sewal tune, ji xwara re heval tune.
Ji tiştê baş re wext lazim e.
Ji xelkê re masîgir e, ji xwe re kosîgir e.
Kar ker e, ku tu bajo wê here.
Kê mirî rakir? Ê dil û xatir girt.
Kes ji agirê xweş nareve.
Kes ne ji kesî ye.
Kevir li cihê xwe giran e.
Kêzkê kendalan, bûn kevaniya malan.
Kirin ji gotinê çêtir e.
Ku agir çiyê keve, ter û hişk tev dişewitin.
Ku axayê me Silo be, xwarina me dê çilo be.
Ku teres bikevin ser mêran, ji tirsan newêrin rabin.
Kûçik goştê kûçik naxwe.
Kund ji derdê bêhesaban, çûye ketiye çiyayê xalî.
Kurmê darê, ne ji darê be, dar nakeve.
Kurmê şîrî, heta pîrî.
Li dewsa waran, ma xweliya daran.
Li ser darê tune ku daweşîne, li binê darê tune ku berhev bike.
Li ser pişta hevala, çû seyda xezala.
Ma mirov tiliya xwe di çavê xwe de radike.
Mahna tirekan, ardê cehîn e.
Mal çû Şamê û bi şûnde hat. Got, çima bi şûnde hat? Got, delal tunebû.
Masî di behran de mezin dibe.
Masî di golan de nabin hût.
Masî di golê de nayê bazarkirin.
Masî ji avê têr nabe.
Masî ji serê xwe ve genî dibe.
Me çiqasî ji kerê re digot, ew dîsa diçû kelem dikot.
Me çiqasî ji kerê re digot, ew dîsa jî diçû kelem dikot.
Meke mebîne.
Mele bi diyarê mala dikeve, dibê xwezî miriyek hebya; Mitirb bi diyarê mala dikeve, dibê xwezî dawetek hebya.
Menêre li çavê min î şaş, binêrê li bextê min î baş.
Mêrê çavlider, jina xwelîliser.
Mêş ne tişt e, hema dil jê diêşe.
Mirî bi navê xwe, zindî bi nanê xwe.
Miriyên goran ranabin, mirovên xirab baş nabin.
Mirov heye serbiser e, mirov heye gula li ser e, mirov heye xwelî li ser e.
Mirov şîrê xav xwariya.
Mirovê dewlemend ku feqîr dibe, heya heft salan bêhna dewlemendiyê jê tê; mirovê feqîr ku dewlemend dibe, heya heft salan bêhna feqiriyê jê naçe.
Nanê Îsa dixwe, ji Mûsa re dua dike.
Ne baqil baqora, ne xibis li tenora.
Ne ewrê gurguro ne mirovê zirziro.
Newal xalî ye, rovî walî ye.
Newala me bi kerik e, kerê me jî bi metik e.
Neyar bi hewala neyar nizane.
Neyar bi neyar re dost in.
Neyara talanê me bir, me bi gotegotê ti havil nekir.
Nezan e, bikire malê ciwan e.
Nûmala, dest avêt tîrmara; go, qey qulpê çewala.
Pêl dêla cewrika neke, bila ranehêle te.
Perûya şivanan, benîştê kizwanan.
Pez bê şivan nabe.
Pez berbiba dibe.
Pez çû beyara, şîr naçe eyara.
Pez malhazirî ye.
Pez tê birînê, dew tê kirînê.
Pezeke, devgurek e.
Pirêze bi ser şûvê ve ye.
Pîvaz pîvaz e, çi sor çi spî.
Pîvaz pîvaz e, ha sor ha spî.
Qanûna dewletê lastîk e, tu bi ku de velezelîne bi wê de diçe.
Qayîş tim li ser gayê xurt e.
Qelûn bû çixare, mêr bûn dubare.
Qismet li ser dest û pêyan e.
Ray li bavtirekan dibe, li dêtirekan nabe.
Rê bi rêwiyan xweş e.
Rêya hezar gavî bi gavekê dest pê dike.
Rêya rastiyê bi kul û kelem e.
Rîh dibe bihost, dijmin nabe dost.
Rih nakeve ber rih.
Rih ne tolika biharê ye ku salê carekê hêşîn bibe.
Rih şêrîn e.
Riya dizan yek e, ya xwediyan hezar e.
Riya malê malxwê zane.
Riya xwe meke destê xelkê.
Roj bi bêjingê nayê girtin.
Roj bi roj satila mezin bû beroş.
Roj bi rojê re xweş e
Rovî bi dûvê xwe nayê girtin.
Rûyê tunebûnê reş be.
Sal û zeman hat ser bertîla, gû ket halê feqîra.
Seqa li gora heqa; heqa li gora teqa.
Serê heft gotina gotinek dibire.
Serê heft newala, newalek e; serê heft gotina, gotinek e.
Serê were birîn, nayê kirîn.
Serê xwe meke ciwalê vala.
Serîkî kara ye, bi bîst û çara ye.
Sibat e, qir û qeşa lêhat e, hişk çû, ter nehat e (Hişkayî çû, şênkayî nehat)
Siwarê hespan, li keran siwarkirin; siwarê keran, li hespan siwarkirin (Mirovê baş, xerabkirin; mirovê pîs qenckirin).
Siwarê hespê xelkê, tim peya ye.
Siwarê kera, nagihê dera.
Şîn û şayî, bi tevayî.
Şîr bi çilkê, hirî bi biskê.
Talî bi mitalî qûnbigû ne bes bûn, qûnbirêx jî tên alî.
Tasa vala çingînî jê tê.
Tencere ela taboqa.
Tim û tim çem nayê, qirş û qal li ber nayê.
Timayî, kêmayî.
Tirs hebe, kûçik ji tajî bezatir e.
Tu çi têxe kewarê, dê ew jê bê xwarê.
Tu çiqasî gû tev bide, ewqasî bêhn dide.
Xanimê, mi tu li ser darê jî dîtiye û li binê darê jî dîtiye.
Xatûnê! Min tu li jor jî dîtiye û li jêr dîtiye.
Xelk mal û dewlet diafirîne, axayê me kolosê xwe dixemilîne.
Xêr û guneh bi hev re diçin.
Xeraba bibîne, başa bi bîr bîne.
Xerakirin rehet e, avakirin zehmet e.
Xeta xwar ji gayê pîr de ye.
Xilt çiqasî axê dikole bi ser xwe de dadike.
Xizan bi xema didebirin.
Xizanî ne ti çek e, Xwedê piyê kesî tê raneke.
Xizanî, kirasekî hesinî ye.
Xizanî, nezanî, erzanî.
Xizano, erzano.
Xizano, ra û tevdîra xwe nizano.
Xwe biwestîne, zimanê xwe mewestîne.
Xwe bi dûvikê xelkê ve girê mede, dê xelk te bi xwe re bigerîne.
Xwedê çiyê dibîne, berfê lê dibarîne.
Xwedê gotiye evdê min, ji te cehd, ji min mirad.
Xwedê mirovan şaş neke, şaş kir fahş neke, fahş kir, bi erdê re kaş neke.
Xwediyê dawê dimire, daw namire.
Xwediyê xêra, rebenê dêra.
Xwezî ne li şîretkira, xwezî li şîrethilkira.
Ya rûmet e, ya heybet e.
Yên kurdan, ne zar û ne ziman e; yên neyaran ne dîn û ne îman e.
Zanîn ronayî ye, nezanî korayî ye.
Zêr û zîv nabarin.
Zexel dere, mexel.
Zikê birçî têr dibe, çavê birçî têr nabe.
Zikê têr hay ji yê birçî tune ye.
Ziman e, mifta dilan e.
Zimanê sor ji xwe re xerab nabêje.
Zor gêzeran radike.
✍️Brahîm Alûcî – brahimaluci.blogspot.com
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…