Dînê Gund (Çîrokekî Jiyayî)

Gundekî biçûk ku li kêleka çiyayekî dûr hatibû avakirin. Li vî gundî dînekî hebû ku her kesî wî nas dikir. Mirova jê re pir qencî dikir, ji bo ku birçî nemîne xwarin û ji bo ku tî nemîne av didan wî. Ev dîna bi gotinên pir hindik dipeyivî (diaxivî, şorêdikirî). Lê peyva ku herî zêde dubare dikir tenê “Apo” bû. Gundiyan dizanîbûn ku “Apo” bi Kurmancî dihat maneya  ‘birayê bavê’ yanê mam.

Rojekê ew dîno ket ser rêya navendeyê bajêr. Di nîvê rê de li rastê dewriyeya(herasa) cendirmeyan hat. Leşkerek ciwan bi meraq nêzîk bû û jê pirsî:
-Rêwîtiya ku diçî ku dere, tu ku da diçî?

Dîno mîna her demên din bi rûyê xwe yê bi ken bersiv da:
-Ez diçim cem(ba) Apo

Rûyê leşker ji nişka ve hişk bû. Destên xwe kulm kir, hêrs di çavên wî de biriqî û hilpetikî.
Bêyî ku bizane wateya peyva ku bihîstiye, bêyî ku bifikire û bipirse, bi lez biryarek da bû. Ji nişka ve xwe avêt ser dîno û dest bi lêdanê kir.
Lê belê ev dîn, yekî ku li meydana gund hemûyan bi hezkirin lê dinihêrî û bi dilovanî hembêz dikir. Niha ew li erdê bû, ji êşan diqeliqî. Leşker bi milê wî girt û anî ber fermandarê(qomutanê) xwe.

Fermandar zilamekî kal bû, westana salan li ser rûyê wî bû.
li dîno ra mêze kir, paşê berê xwe da leşker:

-Te çima li vî zilamî xist?

-Qomutanim, bunların delisi bile Apo diyor! Bunlar bölücü! (Fermandarê min dînê wana jî dibêje “Apo”)

Fermandar nefesek kûr kişand, rûyê wî di nava ramanên siyê de mabû. Paşê bi nermî lê bi hişkî ji lşkerê xwe re got:
-Kurê min, “Apo” bi Kurdiya Kurmancî tê maneya “amca (mamê).” Vî zilamî dixwest bibêje ku ez diçûm cem apê xwe…

Rûyê esker zer bûbû. Gotinên wî di qirika wî de asê mabûn. Fermandar dîn bû û bi dilovanî jê pirsî:
– Wana çawa li te xistin?

Dîno ji bêgunehiyê, mîna zarokek piçûk, dest bi vegotinê kir:
– Leşker pêşî milên xwe hildan, paşê bi bêrehmî li min xist…

Hêsir ji çavên fermandar tijî bû, lê dengê wî dîsa jî hişk bû:
-Ger mirov tiştekî ku jê fam nake dadbar bike, zalim dibe. Ev mirov jî weke her kesê ku li vî gundî dijî, xwedî maf e. Mafê wî heye ku bi zimanê xwe biaxive, xwe îfade bike û jîn bike.

Bêdengî ket. Bayê ku ji çiyan dihat xwarê mîna awazeke kevnar dixist. Dîno hêdî hêdî ji erdê rabû. Xubar ji ser xwe hejand û bi kenê xwe yê mîna zemanek din li ser rûyê xwe dîsa bi rê ket. Dîsa, matmayî:
-Ez diçim cem Apo…

Êdî Dînê gund her ku leşkerek didît, ditirsiya. Tiştên ku wê rojê ji bîr nekiribû. Êdî nikaribû bi kesên ku gelê xwe, milletê xwe wek xerîb û dijmin didît bawer bike.
Ew fêr bûbû ku tişteki ku heta wê salan hînî “Dewlet Baba (Bavê Dewlet)” bû, ev tişt dikare çiqasî zilm li wî û gelê xwe bike. Lêbelê, ji kesên ra ku bi destên xwe vê zilmê zêde û mezin dikin, çi bibêjin? Ji kesên ku gelê xwe, zimanê xwe, dîroka xwe înkar dikin? Ma wan qet fêm nekir?

Wê demê Dînê Gund jî jîr derketibû.

Wek Aram Tîgran gotiye, ger em rojekê vegerin dinyayê, divê em tang, tifing û top bihelînin û saz, cûmbûş û zurna çêkin… Ji ber ku zilm, navê wê çi dibe bila bibe, divê bi şixat were şewitandin û her û her were tunekirin.

Ev çîrok; têkoşîna gel û zimanekî ji bo hebûnê ye. Fêmkirin, guhdarîkirin û empatîkirin fezîletên herî mezintirîn ku mirovan dike mirov. Ji ber ku mirov tenê bi ziman, çand û rûmeta xwe azad e.

Lokman Yıldız

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *