Jamaica Kincaid – Otobiyografiya Dayika Min
The Autobiography of My Mother, Weşanên Plume Publishing , r. 8-10, Wergera ji Îngilîzî: Nureddîn HersatlıRojekê min bi xeletî teyfikek şikand; teyfika ferfûrî ya ji Çînê ku li cem Euniceê hebek tenê hebû, min şikand û qet negotê, “Li min bibore,” jî. Xemgîniya ku ji vê destdayînê seranser lê peyda bû, ez şaş û metel hiştim; wek ku merivekî wê ya bi qedr û qîmet miribe wisa kûrekûr êş ketibû dilê wê. Bi qumaşê stûr ê li ser zikê xwe girtibû, porê xwe digijgijand û kaş û berkaş dikir, li sînga xwe dixist û ewqas digiriya mîna zîpikan hêsir ji çavên wê diherikîn, hêsirên ku ji ser rûyê wê dihatin xwarê wisa zêde bûn, ger dawiya dawî bibûna kaniyeke weke xeberoşkên cin û periyan, dê qet seyr nebûya ji bo min. Gelek caran ez hişyar dikirim ji bo destê xwe nedime teyfikê, dizaniya çavê min bi meraq û heyranî li ser e. Bes min nedikarî çavên xwe jê vekêşim, û min her bi meraq wêneya li ser wê temaşe dikir: neqşeke wisa bû ku devereke mişt bi giya û çîmen, kulîlkên rengnermik î zer, pembe, şîn û keskan ve xemilî; ezmana tavîn, lê ne taveke sor û tûj; ewr jî ne wisa reşgiran bûn ku mîna nîşana felaketê xwanê bikin, tenik bûn û li ezmên belawela difiriyan, hema wek xemlekê. Li ser wêneyê tenê mêrgeke mişt bi kulîlk û dîmena ezmanekî sayî hebû, lê dîsa jî atmosfereke nepenî ya bextewariyê, kamiraniyê û aştiyê jê diteyisî; û li binî jî bi tîpên zêravkirî BIHÛŞT hatibû nivîsîn. Ev helbet ne wêneyeke bihûştê bû; teswîra îdealîzekirî ya deverên gundewar ên Îngilistanê bû, lê bê guman min bi vê yekê nedizanî. Wê demê hay jê nebûm ka deverine gundewar hebûn yan na. Haya Euniceê jî jê tunebû; difikirî ku berra jî wêneya bihuştê ye û nîşana jiyaneke bêderd û bêkêmas e.
Dema min ew teyfika ferfûrî ya ku wêneya hanê li serê hatibû neqişandin, şikandibû û bûbûm sebeb ku Dayê Eunice bi îskeîsk bike girîn û hawar, ne wê gavê û ne jî heta demeke kurt li ber neketim; bes gava ku piştî gelek wextan poşman bûbûm jî êdî ji bo lê mikur bêm pir dereng bû; mixabin ew ji zû de ye mirî bû; dibe ku çûbû bihûştê û tiştê ku li ser wê teyfikê hatibû ehd û wehd kirin, diceriband. Dema min teyfikê şikand û lêborîna xwe nexwest, Dayê Eunice çêr û sixêfên dijwar li dayika min a mirî kirin, li bavê min kirin û li min kirin û kirin. Tiştên ku digotin ti maneya wan nebû li gel min; helbet têdigihîştim, lê ji ber ku kêfa min jê re nedihat ez pê nediêşiyam. Kêfa wê jî, ji min re nedihat. Ez birim cihekî ku temamê rojê tav lê dida, li şikêra keviran bi zorê li ser çokan ez dam rûniştandin, destên min heta jora serê min bilind kirin û du kevirên mezin danîn serê. Niyeta wê ew bû ku heya ez bibêjim, “Li min bibore,” li wir bide sekinandin lê min dê negota, ango min nedikarî. Ji îradeya min wêdetir bû ev yek; ji devê min derneketa ev gotin. Wisa sekinîm heta ku ew ji çêr û sixêfan bêzar bû.
Ji rûpela pirtukzade yê hat girtin