
Felsefeya sedsala 18-19an li Rojava ankû li Ewropa ji hêla kesayetî û civakî de wek serdema ronahîye tê binav kirin. Di vê serdemê de hiş derketiye pêş û civak ronî kiriye. Ji vê serdemê re Serdema Hiş jî tê gotin. Felsefeya sedsalan 18-19an bi saya Şoreşa Fransa û Şoreşa Senayiyê li hember fikrê kevneşopî derketîye û hiş azadkiriye. Di vê serdemê de bi taybetî zanist û senayî pêşketiye. Ev rewş bêgûman bandora xwe li her qada jiyanê xistiye.
Fîlozafên vê serdemê yên navdar ev in: Montesquieu, Voltaire, Rousseau, Diderot, İ. Kant, Schopenhauer, A. Comte, Kerkegaard, Marx û Nietzsche.
Fîlozofê navdar Kant di nivîseke xwe ya bi navê ‘Ronahî Çiye?’ de wek dirûşma vê serdemê dibêjê: ‘Cesareta bikaranîna hişê xwe nîşan bide.’ Di vê serdemê de mirov û sirûşt bi rêya hiş tê şîrove kirin
Taybetmendiyên felsefeya ronahîye;
- Ewlekarîya hiş derketiya pêş
- Ji sêdema ku azadiye asteng dike li hember erka dînî û sîyasî derketine
- Destek dane azadiya raman
- Çîna rewşenbîr û nivîskaran derketiye
- Berhemên hêja di qada hûner û felsefe û edebiyatê de derketine meydanê
- Pirsgirêkên ku Şoreşa Fransa û Şoreşa Senayîye derxistine hatine nîqaşkirin
- Di felsefede ekol (rêbazên) nû derketine.
Pirsgirêkên felsefeya ronahîye;
- Çavkaniya zanîne
- Tekîliyên kes û dewletê
- Rêbazên ehlaqê
- Çêbûna hebûnê
Li ser çavkaniyên zanîne sê ramanên sereke derketine pêş. Wek çavkaniya zanînê hiş (rasyonalizm), ceribandin (emprizm) û senteza hiş û ceribandin (kritisizm) di vê serdemê de hatine nîqaşkirin. Descartes hiş derxistiye pêş. J. Locke ceribandin ku mirov wek Tabula Rasa ankû pelekî spî vala hatiye dinyaye û jiyanê bi ceribandinan fêm dike derxistiye pêş. Li hember van ramanan Kant her dû ramanan sentez dike û kritisizme ankû hiş û ceribandine wek sentezekê derdixê pêş.
Di derbarê tekîlîyen kes û dewletên de Locke peymana civakî dipêjirêne lê li hember monarşiya mutlaq e. Montesquieu li ser dadê (hukuk) dirawestê. Li gor Montesquieu cûdahiya hêza dive hebê. Ankû serekê dewletê, parlemento û dad hevdû kontrol bikin. Îro li ser rûye dinyaye gelek dewlet sistema ku Montesquieu aniye bikar tîne. Rousseau jî bi pirkûka xwe ya bi navê Peymana Civakî tekîlîyên dinavbera kes û dewletê de anîye ziman. Li gor Rousseau dive kanûn li gor jiyana sirûştî bin.
Di derbarê rêbazên ehlaq de Kant bi maksîmê (destur) xwe mohra xwe li vê serdemê xistiye. Ji maksîme Kant yek jê; ‘Bi wî awayî tevbigere ku maksîma pişt tevgera te ji bo her kesî bibe kanûneke gerdûnî.’ Wek dî Bentham jî bingeha ehlaq wek berjewendî digrê.
Di çêbûna hebûnê de Hegel diyalektîkê bikar tîne. Hegel pêvajoya çêbûne bi tez, antitez û sentez (ankû teza nû) şîrove dike. Ev pêvajo ji Tîn destpê dike ber bi Sirûştê ve diçê. Ev pêvajo wek zîvronekekê her dem didomê. Ji xwe Hegel; ‘Dibin rojê de tiştekî nû nîne’ dibejê.
Di felsefeya sedsala 18-19an de berhemên edebî jî cihê xwe girtine. Fîlozofan ramanên xwe bi berhemên edebî anîne ziman. Di vê serdemê de kes û berhemên wan ên navdar ev in:
Voltaire: Candide
Jonathan Swift: Seyranên Gulliver
Daniel Defoe: Robinson Crusoe
Goethe: Janên Wertherê Ciwan
Rousseau: Emile
Tolstoy: Anna Karanina
Dostoyevskî: Biraderên Karamazov
Wek di ve kurtê xebatê de hate dîtin felsefeya sedsala 18-19an dibin siya Şoreşa Fransa û Şoreşa Senayîye de derketiye. Ew rewş bêgûman bandor li felsefê kiriye. Ji ber ku hiş di wê serdemê de rola sereke dileyize navê serdemê jî wek Serdema Hiş hatiye binav kirin. Bi taybetmendî û pirsgirekên xwe ve felsefeya sedsala 18-19an her çiqasî ji serdemên beriya xwe sud wergirtibê jî bandoreke mezin li ser serdema piştî xwe û roja me ya îroyîn kiriye.
Corduene Gulan 2024
DILAZAD A.R.T
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…