ÇEWABÛNA XWENDINA MEDRESEYA KURDÎ
Sistema xwendina medreseyê weke dibistan, navendî, lîse û zanîngeh bû. Pirtûk yeko yeko dihatin xwendinê.
TEMENÊ XWENDEKARÊN MEDRESEYA KURDÎ
Ji temenê 5-6 salî hetanî 20-25 salî dixwendin.
JI BILÎ KURDAN, XWENDEKARÊN JI MILETÊN BIYANÎ JÎ DI MEDRESEYÊN KURDÎ DE DIXWENDIN?
Erê weke turkman, çerkez, azerî, ereb, gelek kesên ermen…
XWARIN Û RAZANA XWENDEKARÊN MEDRESEYA KURDÎ
Gundiyan xwarin didane xwendekaran
Her maleke Kurd, xwendekarekî wek kurê malê pejirandine û xwedîtî li wan kirine.
– Geşt
– Vexwendina xwendekarên Medreseyê ji aliyê zengînan ve dihate kirin
XWENDINA TEXLÎTÊN PIRTÛKÊN MEDRESEYA KURDÎ DE
Îcar li gor dabeşkirina şaxên xwendinê ev 113ê pirtûk weha ne:
– 36 pirtûk, fêrkirina ziman û gramatîk in.
– 14 pirtûk ên alîkarên dersê ne.
– 12 pirtûk ên şerî´etê ne.
– 11 pirtûk ên Tefsîra Qur´anê ne.
– 13 pirtûk ên Hedîsê ne.
– 3 pirtûk ên Siyerê ne.
– 24 pirtûk klasîkên kurdî ne.
TEVEK: 113 pirtûk in.
DI MEDRESEYA KURDÎ DE ŞAXÊN ZANISTIYÊ:
Neteweyê Kurd ji serê Sedsala Yazdeh hetanî serê Sedsala Hijdehan, di medreseyên xwe de gelek şaxên zanistiyê yên cuda xwendine, hinek ji wan ev in li jêrê:
1- Serf û Nehwa Erebî
2- Tefsîra Quranê
3- Hedîsa Pêxember
4- Ilmê Mentiqê
5- Edeba Behsê (tewrên axaftinê)
6- Hawayên Xweşbêjîyê (waz û nesîhet)
7- Zanista Ragîhandinê
8- Zanista Kelamê
9- Zanista Hikmetê
10- Zanista Qanûnê
11- Zanista hiqûqa mîratê
12- Zanista Wehdaniyetê (eqîde)
13- Zanista Usûlê
14- Zanista astronomî û astrolojiyê
15- Zanista Tendurustiyê
16- Zanista Hesabê (matematik)
17- Zanista Felsefê
18- Zanista Siyasetê
19- Zanista Leşsaxiyê
Lê mixabin 7-8 şaxên zanistiyê ji Medreseyên Kurdî hatine derxistin û sedemê wê heta niha jî ne diyar e.
Herweha çend pirtûkên ku xwerû bi zimanê kurdî / zaravayê kurmancî ne jî, bi dersîtî di medreseyan de dihatin xwendin.
ŞEŞ ZIMANÊN MEDRESEYA KURDÎ
Di Medreseya Kurdî de zimanê kurdî, erebî, farisî, yunan, rûsî û piştre jî osmanî hatine bikaranîn.
ÇEND ZANAYÊN KU JI MEDRESEYA KURDÎ DERKETINE
– Baba Tahir Hemedanî
– Ebul Iz, Ismail Cizîrî
– Ehmedê Xanî (1651-1707).
– Elî Herîrî (1010-10789).
– Elî Teremaxî (Sedsala IV, hicrî).
– Feqiyê Teyran (1590-1660).
– Mela Ehmed Cizîrî (1570-1640).
– Melayê Bateyî (1417-1491).
– Mele Mehmûd Bazîdî (1797- ?).
– Mele Seîdê Kurdî/Norsî (1878-1960).
– Mele Ûnis Herqetênî (1785-?)
– Mele Xelîlê Sêrtî (1753-1843).
– Mewlana Xalidê Kurdî (1773-1826), hîmdarê duyemîn ê Rêçika Nexşebendî bûye.
– Mûrad Xanê Bazîdî (1772-1832).
– Pertew Begê Hekarî (?.. -1806).
– Siltan Selahedin Eyûbî El Kurdî (1138-1193)
– Selîm Silêman (Sedsala 16-17).
– Şerîfxanê Colemêrgî (1693- 1748).
– Şêx Diyaedîn/ navdarê bi Hezretê Norşênî (1855-1923)
– Şêx Ebdulqadir Nehrî (1908- ?)
– Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1910).
– Şêx Seîdê Pîranî (1865/66-1925)
– Şêx Ubeydulah Nehrî (1826/28-1883)
– Seyîd Taha Nehrî (1853- ?)
– Xaris Bedlîsî (1758-?) û gelek kesên wisa yên dî…
DADGEHA MEDRESEYÊ:
Medreseya Kurdî ji karê xwendin û perwerdeyê zêdetir, eynî demê wek dadgeh jî kar dikir; hemû gelş û sergêjiyên civatê çareser dikir.
Dersdarê medreseyê û çend rîspiyên gund, digel du-sê xwendekarên medreseyê yên Talib, hemû doz û gelşên gundiyên Kurdistanê bi navê ”şerî´et”ê çareser dikirin. Lê gelek car çareserî li gor Toreya Kurdî dihate kirin.
ŞEWITANDINA MEDRESEYÊN KURDÎ.
Dema desthelatiya Siltan Selahedînê Kurd Eyubî (1145-1235) û piştî wî jî, xasma jî ew bipêşveçûna Medreseya Kurdî, li hesabê hin hêzên dijmin neçûye. Ji ber hindê, di sedsala 13,14 û 15yan û 20î de, piraniya wan Medreseyên Kurdî ku şûna zanîn û zanistê bûne, hatine şewitandin û talan bûne.
– Di sala 1250yî de, medreseyên li herêma Diyarbekir, Xelat, Şarezûr û Hewlêrê, ji aliyê Mogolan ve hatine şewitandin.
– Sal 1386an leşkerên Tîmorleng (ê kurdnijad) piraniya Medreseyên Kurdî şewitandin.
– Piştî sala 1501ê, piraniya Medreseyên Kurdî aliyê Sefewiyan ve hatine şewitandin.
Sê şahên Sefewî, ji ber ku Kurd baweriya ŞÎAtiyê nepejirandine, bi hezaran serê Kurdan bi şûr jêkirine û di wê navê re piraniya medreseyên Kurdî jî şewitandine.
Şahên ku Kurd qetlîam kirine, ev bûne:
– Şah Îsmail Sefewî (1487-1524)
– Şah Tahmasp Sefewî (1514-1576)
– Şah Ebbas Sefewî (1571-1629)
– Mistefa Kemalê Makedonî ku wek ataturk hatiye binavkirin (1938-1940), piraniya medreseyên Kurdî jî şewitandine.
Medrese hetanî 1980 jî domandine. Bi cuntaya 12ê Êlûna reş dawî lê anîne.
Zeynelabidin Zinar
Rojeva Kurd – Batman
29/ 12/ 2025