Ji Nûbihar Akademîyê merheba.
Nûbihar Akademî bi hejmara xwe ya bîst û duyem li pêşberî we vekoler û aka[1]demîsyenên hêja ye. Cihê kêfxweşîyê ye ku Nûbihar Akademîyê bi vê hejmara xwe hem yazdeh salên xwe temam kirine, hem jî di prosesa amadekirina vê hejmarê da anku di nav şeş mehên vê dawîyê da DOAJ di serî da ji çendîn îndeksên navneteweyî û bawerpêkirî yên niwanesazîyê qebûl wergirtine.
Em di wê bawerîyê da ne ku Nûbihar Akademî dê rêwîyatîya xwe ya akademîk bi îstîqrar bidomîne û di qada kovargerîya akademîk a kurdî da serkeftinên nû jî bi dest bixe. Ev hejmara Nûbihar Akademîyê bi giştî ji neh gotaran pêk hatîye. Ji van gotaran sê heb li ser babeta dosyayê (medreseyên kurdan) û şeş heb jî li ser babetên giştî ne. Ji alîyê zimanan ve du gotar bi kurdîya soranî, yek bi kurdîya zazakî û yên dî jî bi kurdîya kurmancî ne. Ji gotarên giştî yên vê hejmarê sê heb di qada edebîyata klasîk, yek di qada edebîyata modern, yek di qada ziman, yek jî di qada dîrokê da ye. Em ê li jêrê bi kurtî amaje bi naveroka van gotaran bikin:
Sevim Hatun Sürücü & Zafer Açar, gotara xwe ya kurmancî ya bi navê “Cotepeyv” di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da” li dor cotepeyvên ku di helbest û pexşanê da ji bo xurtkirin û dewlemendkirina watayê ji aliyê edîb û nivîskaran ve serî lê tê dayîn amade kirine û ji bo selmandina vê dîyardeyê Mem û Zîna Ehmedê Xanî wek qada pratîkê hilbijartine. Nivîskar gihîştine wê encamê ku Ehmedê Xanî bi 826 cotepeyvan di sazkirina şêwaza xwe ya edebî da ji vê kategorîya rêzimana kurdî sûdeke mezin wergirtîye.
Önder Beyter, di gotara xwe ya kurmancî ya bi navê “Çavkanîyên Hizrî yên Feqîyê Teyran” da Îslamîyet, tesewif, mîtolojî, dîrok û efsane wek pênc kategorîyên serekî tesbît kirine ku ji Feqî ra bûne çavkanîyên hizrî û di peydabûna hunera wî da roleke girîng lîstine. Li gor encama ku Beyter bi dest xistîye dîn, civak, însan û siruşt jî çar temayên serekî yên helbesta Feqî ne ku bûna qada pratîzekirina van çavkanîyên hizrî.
Müjde Süleyman, di gotara xwe ya kurmancî ya bi navê “Berawirdkirinek di Navbera Menzûmeya Şêxê Sen’anî ya Feqîyê Teyran û Nezîreya wê ya Xemgînê Xanî” da xalên wekhev û cuda di navbera herdu menzûmeyan da ji aliyê naverok, teşeyên nezmê, serwa, erûz û qebareyê ve vekolane û gihîştîye wê encamê ku nezîreya Xem- gînê Xanî a ku di sedsala XXem da hatîye nivîsîn, resenîya helbesta klasîk parastiye û asta wê ne kêmî asta berhema Feqiyê Teyran e.
Mehmet Yergin, di gotara xwe ya kurdîya zazakî ya bi navê “Şîîrê Mela Ehmedê Xasî yê Kurdkî (Kurmanckî, Zazakî) û Tirkî” da helbestên Mela Ehmedê Xasî yên ku heta niha belawela bûn berhev kirine û nîşan daye ku Xasîyê ku bi dahênana mewlû[1]da yekem a Zazakî navdar e di heman demê da di helbestê da jî şîyaneke wî ya bilind hebûye. Ji van helbestên ku hatine berhevkirin pênc heb bi kurdîya kurmancî, yek bi kurdîya zazakî, yek bi tirkî û yek jî helbesteke pirzimanî ye. Hêjayî gotinê ye ku ji alîyê Cegerxwînî ve amaje bi menzûmeyeke Xasî ya bi navê Cengnameyê Kurd û Ermen jî hatîye kirin ku heta niha nehatîye tesbîtkirin.
Leyla Polat, di gotara xwe ya kurmancî ya bi navê “Rêyên Pakkirina Trawmayê di Romanên Bextiyar Elî da” travmaya ku di esasê xwe da babeta psîkolojî û psîka[1]nalîzê ye lêbelê paşê edebîyat jî tê da bûye babeta çendîn disîplînên cuda di mînaka Romanên Bextiyar Elî da vekolaye. Polatê pênc romanên Bextiyar Elî di peywenda rêyên pakkirina trawmayan da hilsengandine û gihîştîye wê encamê ku karakterên Bextiyar Elî tu carî derfetên terapotik û psîkyatrîk ên pakbûnê bi dest nexistine û pakbûna wan bi rêya rêwîtî, hogirtî, şîngirêdan û nivîsîne pêk hatine.
Karwan Salih, di gotara xwe ya kurmancî ya bi navê “Kurd di Hizrên Kurdnasê Brîtanî Major Soaneyî da”, bal kişandîye ser kurdnasên Brîtanî yên ku di dîyarkirina dîroka kurdan û rewşa wan a sîyasî, aborî, komelayetî û zimanî da roleke giring lîstine û ji van kurdnasan Major Soane (1881-1923) kirîye babeta gotara xwe. Nivîskarî di gotara xwe da hizr û bîrên Major Soaneyî û xizmetên wî yên di biwarên ziman, edebîyat û rojnamevanîya kurdî da dîyar kirine.
Gotarên Krekar Aziz, (Hucre le Nawçey Xoşnawetî), Hêriş Kemal Rêkanî (Keş[1]kolên Helbestên Kurdî li Medreseya Qubehan) û Rizgar Cabbari (Rolî Tekyey Tale[1]banî le Perepêdanî Meqamatî Kurdî da) derheqê babeta dosyayê anku medreseyên kurdan da ne. Em ê di pêşekîya dosyayê da derheqê van gotaran da zanyarîyên ber[1]fireh pêşkêş bikin.
Herî dawî em dixwazin ragihînin ku dosyaya hejmara bê ya Nûbihar Akademîyê (hejmara bîst û sêyem) dê li ser babeta “Vegêrana Gelêrî ya Kurdî” be û Doç. Dr. Kenan Subaşı dê edîtorîya dosyayê bike. Bi hêvîya ku em di hejmara bê da bi naverokeke dewlemend li pêşberî we vekoler û akademîsyenên hêja bin. Heta wê demê bimînin di nav xêr û xweşîyê da.
Prof. Dr. Abdurrahman Adak
Edîtorê Giştî
Di jimara nû de nivîsên ku di kovarê de derketine:
NAVEROK / CONTENTS
Cotepeyv di Mem û Zîna Ehmedê Xanî da Reduplication in the Mem û Zîn of Ahmadi Khani Sevim Hatun SÜRÜCÜ | Zafer AÇAR…………………………………………………………….. 11-27
Çavkanîyên Hizrî yên Feqîyê Teyran Intellectual Sources of Faqah Tayran Önder BEYTER………………………………………………………………………………………………. 31-61Berawirdkirinek di Navbera Menzûmeya Şêxê Sen’anî ya Feqiyê Teyran û Nezîreya Wê ya Xemgînê Xanî da A Comparison Between Narrative Poem Sheikh Sanani of Faqiye Tayran and Parallel to It by Khemgine Khani Müjde SÜLEYMAN…………………………………………………………………………………………. 63-80
Şîîrê Mela Ehmedê Xasî yê Kurdkî (Kurmanckî, Zazakî) û Tirkî Molla Ahmed-i Xasi’s Kurdish (Kurmancji, Zazaki) and Turkish Poems Mehmet YERGİN ……………………………………………………………………………………………81-102
Rêyên Pakkirina Trawmayê di Romanên Bextiyar Elî da Methods of Healing Trauma in Bextiyar Eli’s Novels Leyla POLAT………………………………………………………………………………………………..103-126
کـورد د ھزروبیـرێن کـوردناسـێ بەڕێتانی مێجەر سونى دا The Kurds in the British Kurdologist Major Soane’s Views Karwan SALIH…………………………………………………………………………………………….127-160
DOSYA: MEDRESEYÊN KURDAN | 161
حوجرە لە ناوچەی خۆشناوەتی The Madrasas of The Khoshnawati Region Krekar AZİZ ………………………………………………………………………………………………. 167-192
كه شكۆلێن ه لبه ستێن كوردى ل مه دره سه يا قوبهان )میرگەا بەدینان( The Collection of Kurdish Poems in the Madrasa of Qobahan (The Emirate of Bahdinan) Hersh Kemal REKANİ……………………………………………………………………………….. 193-223
ڕۆڵی تەکیەی تاڵەبانی لە پەرەپێدانی مەقاماتی کوردیدا The Role of Talabani Takya in the Development of Kurdish (Maqamat) Melodies Rizgar CABBARÎ…………………………………………………………………………. 225-238
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…