Tesewuf, yekbûna Xwedê, afrandina gerdûnê û hebûna wehdetê wucûdê bi bîr û baweriya ola Îslamê şîrove dike.
Ramana tesewufê Xwedê, hebûna gerdûnê û tevgera mirov, ev hersê rastiyana bi awakî tevahî û têkildar tîne berçavan û ramana felsefî pêşda dixe.
Di dîroka Îslamê da felsefeya tesewufê demekê şunda bi awakî piratîk jiyana xwe dewam dike.
Tesewuf, bi rê û rêçikên terîqetan jî piratîze dibe.
Di ramana felsefeya tesewufê da gellek nêrînên ji hev cihê hene û dîtina her ramanekê bingehê xwe ji bîr û baweriya ola Îslamê distîne.
Îslam, li hembar manewiyatê an metafîzîkê bêqeyd namîne.
Her ol xusûsen ola Îslamê nêrînên metafîzîkê bi awakî zanistî tîne ziman, ku ev ji dibe beşa felsefeya tesewufê. Ramana tesewufê di her şarmendiyê da heye.
Şarmendî temamê xwe bi zanebûna maddî ya berçavan e; meriv qet niqare bibêje.
Ji ber vê rojhilata navîn da bi hezar salan vir da her şarmendî an medeniyet ketine nav hev e. Însan medeniyetê, bi kêrê nikane bibire û ji hev biqetîne.
Her medeniyet bi ya din ra pêdiwiya xwe heye û ya berê ji ya dûre tê dibe bingeh.
Zanîn û zanebûna însaniyeta teybetiya xwe ya bingehîn ev e.
Gelek mirovên rewşenbîr ev pêdiwiya an têkiliya şarmendiyan baş nabînin.
Ev tiştekî sirûşti ye, kes nikane cudahiyê têxe nav.
Evdilqadir Xoce
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…