Kesên li gundan dijiyan, zanin ku berê ji qamûşan sêlik (quf) dihatin çêkirin. Ev sêlik (quf) ji bo parastina nan, ji bo kişandin a tirî, behîv, freng, pîvaz, xiyar û çûna bazarê dihatin bikaranîn.
Hineka jî ji bo hembaltîyê bikar dianîn. Ev sêlik li herêma Mezopotamyayê ku di dîrokê de herî zêde cihêrengê xwe hene lê têne dîtin. Em dikarin bibêjin ku pêwîstiya wan bi îcadkirina tiştekî wiha hebû ji ber ku ev herêm bi rez û bexçeyên xwe navdar e. Ev ji bo mebestên rakirin û veguhastinê hatine bikar anîn. Ev quf, ji aliyê hosteyên Kurd û Ermen ve dihatin çêkirin. Ew di encama xebata xweşik, nazik û tenik bi destan dihatine afirandin. Li qeraxa çem, atolye dihatin vekirin ku darên bîhê (tiloyê xwe nermin) qamûş û birîk li wir zêde bûn. Hemû alavên kargehê, kêreke tûj, qamûş û çiloyên darayî tenik, darên bîhêyî teze têra wan çebûna qufan dikir. Ji bo mezinan qufên mezin û ji bo zarokên biçûk selikên cûr be cûr, şîrîn ên piçûk dihatin hilberandin. Ji ber ku li gundê me gelek rez û bexçe hene hewce bi va qufa pir hebû.
Hilberîna wê ji aliyê sofiyê Şêx Îzzeddînê bi navê Weliyê Elîyê Necar ve dihate çêkirin. Qesîdê olî digotin. Carinan di mizgefta gund de muezîntî dikir. Li ber kaniyê li jêr mala me de parzûnek veşartî çêkiribû û bi giya ser girtibû ji ber ku kes nebîne. Nuximandîbû ji ber ku ewlehiya wê bi veşartina hemî materyalên li vir piştrast be.
Apê Welî kesekî pir bi hêrs û ters bû. Ew bi hêsanî hêrs dibû û bi zûturî aşt nedibû. Birayekî minî mezin apê Welî pir hêrs dikir û bi bende wî diket. Apê Welî her tim gazinên birayê min ji bavê min re dikir. Rojekê birayê min diçe ser kaniyê û li cihekî dûr disekine ban Apê Welî dike, apê Welî, tu li ku yî apê Welî, çi heye û tu bang dikî law çi bûye? Erebeyeke reş hat ber mala we, tê de zilamên bi krawet hebûn, tu dipirsîyan, hewceye divê tu zûtir herî malê. Dema apê Welî van gotinan dibihîze, her tiştî şûn xwe de dihêle û direve diçe malê, difikire ku ew memûr, polîsek an jî leşkerin. Ji hevjîna xwe Ferîdê dipirse keçê ev efser bi erebeyê çûne ku derê. Ferîde dibêje law tu dîn bûye erebeya çi, zabitê çi? Welî hêrs dibe û li jina xwe dixe, ez te li mal dihêlim ku tu li malê xwedî derkevî lê waye xwuya ye tu li hişê xwe nikanîye xwedî derkevî. Bi tirseke mezin dibêje, dibe ku ev leşker ji bo ku min bigirin, diçin ber çêm hinda atolyeyê.
Demekê difikire û di cih disekine û mijarê fêm dike û vedigere atolyeyê. Tişta ku jê ditirsîya tê serê wî, yek ji selikên ku wî tomar kiribûn li ber çavan tune bûn û kêra wî ya giranbuha jî li tu derê nedihat dîtin. Paşê me dît ku ew li hewşa me bang bavê min dikîye. Bavê min got Welî te xêre were hindir hele pirsgirêk çîye “Kurê te bi vî emrê minî mezin li min fedî nekir û ez xapandim di ser de jî hemû alavên minî atolyê birin e.” Bavê min got, were niha rûne, dema ku were malê ezê cezê biwîdim. Apê Welî zivirî û çû malê. Dema birayê min êvarî hat mal, bavê min bi guhê wî girt û got: “Bibêje te çima ev tiş kir? Tu dike va qufa çi bikî? Birê mi got, bavo min hefteya çûnê li wî qufek xwest û wî ez tehzîr kirim, loma min serî li rêbazeke wiha da.” Bavê min çend sîle lê xist û got: “Zû here û qufê Welî dîsa deyne cihê wan.” Di tariya şevê de çû û quf danîn cîhê wan û vegerîya hat. Ji min re sêlikek piçûk jê veqetandibû. Ez qet ji bîr nakim, belkî min di jîyana xwe de dîyarîyek wek wê xweşik nedîtibû. Qasî kîloyek tirî belkî radikir, lê pir şîrîn bû. Diviyabû ew jî vegerîya. Ez ji ber wê pir xemgîn bûm. Min bi salan dixwest ku sêlikek min bi vî rengî hebe, lê min ew yekser ji dest dabû. Birayê min dema ev bûyera hanî serê apê Welî emrê wî 8 sal bû.
MamosteH
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…