Zemanekî pir berê bi navî Nasûh mêrek hebû ew mêr bû lê bi hal û hereketên xwe wek jina bû. Wek jina dipeyivî, deng û rûyê xwe wek jina bû di hemamê de dişixulî û jin kese dikirin.
Tim di nav jina da bû û yek dema jî keç û jinê padîşah jî dişiştûn û qasî ku dest dihat xizmeta wan dikir. Di hemamê de her kesî dixwest ew xizmeta wan bike. Kesekî berbiçava bû û dihate hezkirin. Lê di rastiya xwe de Nasûh mêr bû û xwestina xwe ya cinsî jî pir zêde bû. Lê bi çarşefê xwe dinûxûmand û peçe dida ber rûyê xwe kesî ferq nedikir.
Di navberê re gelek zeman derbas bû Nasûh bi kirinên xwe poşman bû çend caran ji xwe bi xwe tobe kir lê her demê ji ber îradeya xwe ya lawaz dîsa ji soza xwe û tobeya xwe vegeriya dîsa hat di hemamê de ev karê xwe domand. Her carê poşman dibû lê nikaribû ser soza xwe bisekiniya.
Rojekê çû cem ewlîyayekî Xwedê û bê şîrove ji ewliya re xwestina xwe got û ji bo ku ewliya ji Xwedê re dia bike rîca kir. Ewliya jî xwestina wî neşikand û xwestina wî anî ziman û got Yarebbî tu vî ebdî xwe yê îrade lawaz af bike, bibexşîne û derfetê bide wî ku bila carekê din tobe ya xwe venegere, çimkî ewliya jî bi çavê xwe yî dil ev mesele fehm kiribû lê bereder nekir.
Nasûh ji ewliya dia xwest şûnde dîsa wek her carê tobeya xwe vegeriya û çû nav hemamê, wek kesekî baximli/tiryak nikanibû xwe ji vê xerabiyê bifilitanda.
Dîsa ji rojan rojekê Nasûh dema ku li hemamê bû dengek hat bihîstin, bila kes cihê xwe nelive û bila ji hemamê dernekeve, herkes mat ma û şaş bû çi bike, hema di wê navberê de deriyê hemamê hat girtin û gotin “încîyê keça Padîşah wenda bûye, bila herkes xwe şilf û tezî bike ” dema ku Nasûh ev gotina bihîst mejîyê xwe tevlihev bû, hema hema a bixerbilîya û nizanibû çi bike, ji ev kirinên xwe pir poşman bû û xwe bi xwe re got: “ez hatime dawiya rê, heta niha Xwedê ew qas derfet dan min lê min dîsa jî xerabiya xwe domand xwezî ez di tobeya xwe de saxlem bimama û min ev kara berdabûya” lê êdî poşmaniyê re dereng mabû, di wê navberê de hemamê herkes cilên li ser xwe danîbûn û yek bi yek lê dinihêrîn û lê încî li ser kesî tune bû, êdî dem hatibû rêza Nasûh lê wî di dilê xwe de ji Xwedêyê xwe re careke din û cara dawîyê dilê xwe vekir û xwestineke pirr zêde xwest: “Yarebbî îcar jî derfetekê bide min, îcar jî min bibexşîne û min vê rewşa dijwar bifilitîne soz ez ê carekê din teqez ji vî karî dûr bikevim û tiştên wiha tobe bikim.”
Tam dia xwe qediya bû ku dengek hate bihîstin û gotin “Încî hate dîtinnnn”, Nasûh li ser vî dengî bihneke kûr stand û dest û alîkariya Xwedê li wir hîs kir. Yên ku hatibûn ku wî bigerin gotin me digot teqez Nasûh ev încî dizîye çimkî ew tim nêzîkî keç û jinê Padîşah e, hebe tûnebe wî dizîye lê em şaşbûn fikirîne, heqê xwe helal bike, em bi nîyeteke xerab tevgeriyane Nasûh keniya û got herin ez heqê xwe ji we gîşkiyan re helal dikim.
Hîn di hemamê derneketibû keça Padîşah gazî Nasûh kiriye ku bila were serî wê bişo û kese bike, lê Nasûh gote, herê jê re bibêjin hal û rewşa Nasûh tune ku were, bila êdî ji xwe re yekê din bibîne.
Xwedê tobeya Nasûh nasîbe me hemû gunehkaran bike.
Firat Bawerî ji çîrokeke Mewlana îlham girt
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…