ŞANOYEKE KOMEDÎA/MîZAHî
Du pirtûkên hêja yên birêz Eskerê Boyik..
Herdu pirtûk û hemû berhemên wî hêjayê xwendinê ne. Eskerê Boyik nivîskarekî kurd ê ku pircure berhem afirandiye. Wî di hemû şaxên wêjeyî de pirtûk nivîsiye. Min piraniya pirtûkên wî yên çîrok, roman, şano û helbest xwendiye. Ji sala 1978an ve ez pirtûk û gotarên/nivîsên wî dixwînim. ”Kulîlkên Çiya” pirtûka wî ya helbestan bû, min ew 45 sal berê xwendibû. Di nav pêvajoya salan de çi pirtûkên wî derketin, min xwend.
Niha jî romanek û pirtûkek wî ya şanoyê nû derketine. Ez ê bi dilxweşî wan jî bixwînim. Di wêjaya kurdî de pirtûkên şanoyî hindik in. Hêja Eskerê Boyik baş kiriye ku berhemek şanoyî jî afirandiye.
Xwendevanên/xwînerên kurd, hûn jî berhemên nivîskarê kurd Kek Eskerê Boyik bixwînin!…
Dema nivîskarê kurd ê hêja birêz Eskerê Boyik mizgîniya derketina berhema xwe ya komediya ku nav ê wê ”Sinco Keça Xwe Dide Mêr” bû, da min ez gelek keyfxweş bûm.
Bi rastî jî wêjeya kurdî di hêla nivîsîn û weşandina berhemên edebî, şano û romanên mîzahî, qerfî, henekî, komedî de qels e. Di vê babetê de romanên kurdî yan tunin yan jî heger hene yek, du romanin. Min bi sedan romanên kurdî xwendiye û derbarê wan de gotar nivîsiye hema bibêj hemû jî romanên pircure yên evînî, dîrokî û biyografîk in. Romanên mîzahî, komedî tun in , heger hene jî haya min jê tune.
Ev berhema komediya ”Sinco Keça Xwe Dide Mêr” di tiyatroya/şanoya kurdî ya bajarê Tiblîsê û ya Elegezê de derxistine ser sehnê/dîkê. Pirtûk di sala 2023ê de ji alî weşanên Dozê ve hatiye weşandin. Pirtûk 92 rûpel e. Edîtorî, redaktorî û sererastkirina pirtûkê dostê min ê hêja rahmetî Şemsettîn Işiklî kiriye. Wî redaktoriya pirtûkek min jî kiribû, pirtûka min edît kiribû. Ew sala çûyî ji ber nexweşiya penceşêrê çûye ser heqiya xwe. Rehma Xwedê/a lê be, ruhê wî şad be, mekanê wî bihuşt be.
Naveroka Şanoyê……
Ka em binêrin Sinco çawa keça xwe dide mêr? Min jî wek xwendevanekî birêz Eskerê Boyik naveroka pirtûka wî meraq kir. Navê pirtûkê jî bala min kişand. Beriya rave kirina naveroka pirtûkê ez dixwazim çend gotin derbarê pêkenîn û şanoyê de û herweha kurdên Kafkasyayê de bibêjim.
Henek an jî ken, şêweyê hunerê ye ku aliyê komîk ê jiyanê derdixîne holê. Hunera wêneçêkirin, karîkatur, axaftin û nivîsandinê ye ku mirovan dikenîne. Ji bo ku hin fikrên wekî henek, nivîsandin an jî xêzkirin, tenê ji bo henek û kenan bên gotin, berhemên pêkenok dikarin bên pêşandan.
Di hêla afirandina berhemên edebî de (roman, çîrok, helbesta nûjen û şano) kurdên Sovyeta berê serî kişandine. Berhemên yekemîn wan afirandiye, wan pêşevanî kirine. Di hêla afirandina berhemên şanoyî de jî wan serî kişandine, hem berhema şanoyî a yekemîn nivîsîne û hem jî wek hejmar wan ji kurdên bakurê Kurdistanê pirtir pirtûkên şanoyî nivîsîne û weşandine. Tê zanîn ku romana yekemîn û pirtûka çîrokên nûjen a yekemîn jî wan nivîsine û weşandine.
Di destpêka pirtûka birêz Eskerê Boyik ”Sîno keça xwe dide mêr ” de kurtejiyana/jînegeriya rêzdar Eskerê Boyik heye. Ew li gundeke kurdan a li Ermenîstanê ji dayik bûye. Wî xwendiye, teza doktorayê daye zanîngeha bilind. Pirtûkên wî bi kurdî, ermenî û rusî hatine çap kirin. Di salên berê de endamê ”Yekîtiya nivîskarên Sovyetê ” û endamê ”Yekîtiya nivîskarên komara Ermenîstanê ” bûye. Niha jî ew endamê ”PENa Kurd ” e. Heta niha 35 pirtûkên wî hatine weşandin. Ew nivîskarekî berhemdar ê wêjeya kurdî ye.
”Sîno keça xwe dide mêr ” pirtûkek şanoyî bi sê paran e, ango şano sê beş e. Tê de 12 leyistikvan/duwanzdeh kes hene. Temenê wan 12 kesan hemû jî di navbera salên 40 û 80yî de ne. Nivîskarê rêzdar Eskerê Boyik naveroka şanoyê ji jiyana kurdên ku ola wan Ezdaî ye bûyerên şanoyê hildaye û şanoyê bi şêweya ekola realîzma civakî nivîsiye. Lewre jî şano şanoyek civakî ye ango li gor ekola realîzma civakî hatiye afirandin.
Sinco û Bedê jin û mêr in. Ew roj keyfa Bedê li cih e. Dê xwazgînî werin keça wan ji kurê xwe re bixwazin. Navê keça wan Xezal e. Navê kurikê xwezgîn jî Têmûr e. Têmûrê kurê Serdar.
Di nav civaka kurdên Êzîdî/Ezdaî yên Kafkasyayê(bi ya min herêma Kurdistana Sor jî parçeyeke Kurdistanê ye) wek adet, tore, tradîsyona qalind dayinê, qalind xwestinê ji bo zewaca keç û kuran heye. Dema keçek ji xortekî re dixwazin malbata keçikê ji malbata kurik qalind dixwaze. Ji bo keçan qalind xwestin hêj jî didome. (Niha di nav kurdan de qalind bi şêweyeke din, bi xwestina zêran, kirîna xanî û erebeyan tê xwestin.) Ji bo pirsgirêka qalind xwestinê di navbera Sinco û jina wî Bedê de nakokî derdikeve. Sinco qalind naxwaze û Bedê dixwaze. Xezal jî li hemberê qalind stendinê ye. Li ser mijara qalind sendinê di navbera jin û mêrî de minaqeşeyeke tund pêk tê. Bedê bangê Qadoyê ciranê wan dike ku ew were li ser nave malbatê ji xwazgîniya qalind bixwaze, qalind bibre. Qado tê û gelek diaxife. Ew zilamekî leqleqo, pirxeber e. Ew piştgiriya Bedê dike û dibêje : ”Digel qalind, dive heft xelat jî bixwazî. ” Keça ku navê wê Lolê ye, keçeka xeberger e. Ew di nav malbata Sinco û Serdar de, di nav jinan de xeber dibe û tine.
Nivîskarê hêja Eskerê Boyik di vê berhema xwe de adeteke nebaş ku di nav civaka kurd de wek tore, wek tradîsyon hêj jî didome, heye, lêbelê tişteke nebaş e, ango di zewacê de alî keçikê ji alî kurik qalind dixwazin. Ev qalind xwestin herweke ku keça xwe difroşin, li ser wê bazarî tê kirin. Herçiqas li Kurdistanê qalind xwestin kêm bûye, hindik maye jî, lêbelê hêj jî qalind xwestin heye.
Di pirtûka şanoyî de kesayetiyek bi nave Efendî heye. Ew ji bo qalind xwestinê dibêje : ”Qelend bûne zulm bira…Xelk nikarin êdî zarên xwe bizewicînin…Wa here keç xortê me yên herin pey miletê mayin Kevin….Em hew dinihêrin, yekî ne nas dikî, ne tişt, rabû karta dewata xwe anî. ” Belê, qartên vexwendina dewata/dîlana hêj jî têne belav kirin. Herçiqas dewat pêkanîneke çanda kurdî a civakiye jî, di dawetên/dîlanên kurdan yên eşîrtî de bi kîloyan zêr û bi milyonan pere/dirav dibexşînin bûk û zavê re. Ev jî tişteke balkêş û nebaş e. Swêdî di dawetên xwe de ji bo bûk û zava gûl û çîçek dibin, kurd zêr û pere dibine didine wan.
Pirtûka şanoyî ”Sinco Keça Xwe Dide Mêr” û herweha hemû pirtûkên rêzdar Eskerê Boyik hêjayê xwendinê ne. Cihê birêz Eskerê Boyik di eniya edebiyata/wêjeya kurdî de girîng e. Wê bi pirtûkên xwe yên hêja çand, ziman û wêjeya kurdî dewlemend kiriye. Bi hêviya temenek dirêj û berhemên nû…
Têbînî – Ez ê derbarê naveroka romana wî ya bi navê ”Sîsê ” de jî gotarek binivîsim.
Lokman Polat
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…