Kevokên Di Keştîya Nebî Nûh De

Ji min ra Xalê Seîd vegotibû jê re jî kalikê wî vegotibû. Li gorê rîwayetê keştiya Hz. Nûh (s.x.l.) gava li ciyekî asê bi cî dibe ji bo ku hîn bibin ka gelo erd ziwa bûye yan na, kevokekî bi hewa dixin, gava ku kevok di nava nikulên wî li bi şaxa zeytûnê dizivire cem wan fêm dikin ku tofan bi dawî bûye û ji nû ve li dinyayê belav dibin.

 

Kevok tên li ber Çemê Dîjleyê li ser zinarekê asê, mezin û berz de hêlînên xwe çê dikin û bi cî dibin. Bi demê re zêde dibin û heya vê rojê tên. Li hemberê zinarê kevokan, li keviyê Çemê Dîjleyê rezê Xalê Seîd û bîstanê Mamê Mistefê hebû.

 

Xalê Seîd vedibêje; Rojek ji rojên Xwedê li ser rez bûm bi kar û berên xwe re mijûl dibûm, min dengek bihîst, gava ku fetilîm bidîtina min re dît ku refên qijalkan mîna ewrên reş ezman tarî kirine û bi ber me ve tên, piştî ku li hewayê hinek hinek li der û dora xwe çûn û hatin, xwe li hemberê zinarê ku hîlînên kevokan lê bûn danîn, min qet nedîtibûn refên qijalkan bi vê awayî tu carî nehatibin vê derê,  vê rewşa bala min kişand, min dev ji kar berda û li refên qijalkan temaşe kirin. Ji qijalkan çend heb ji refên xwe veqetiyan û çûn xwe li hember, li ser zinarê ku hêlîna kevokan lê bûn danîn, vê derê bi sed salan e ku bibû cîh û warê kevokan. Min pê derxist ku di navbera kevokên spî û qijalkên reş de axaftineke/qiseyeke wiha pêk hatibû.

 

Qijalkan:

-Em ji welatên zehf dûr tên, şert û mercên jiyanê, rê û dirb li ber me girtibû, êdî em nedidebirîn û nedihedirîn, me cîh û warê xwe yê ku bi salan em tê de dijiyan terikand û em ketin vê rêya ne ewle,  di rê de me zar û zêçên xwe winda kir, birçî û tazî man, sar û serma, carina jî germî eman ji me girt; lê belê aniha em gihîştine vir û em gelek betilandî û birçî ne. Xwedê  zêdeke hûn di nav dewlemendî, xweşî û geşiyê de ne, hewa welatê we jî xweş e, debirandina we jî gelek e, hûn mirovên destevekirî û diltêr in. Ji kerema xwe re ku hûn destur bidin û me bihewînin em ê bi qasekî  bibin mîvanê we?

Kevokan:

-Hûn ê çend rojan li vir bimînin?

Qijalkan:

-Em ê qasê çend rojan bêhna xwe berdin, bihedirin û em ê lêxin biçin.

Kevokan got:

-Baş e hûn qasê çend rojan karin li vir bimînin.

 

Belê  Kevokan mêvaniya qîjalkan qebûl kir lê belê şaşî kiribûn û xetereyên mezin li benda wan bûn. Gava ku min dît refên qîjalkan çûn û tevlî kevokan bûn û xwe bi cih kirin; min gazî cîranê xwe yê Mistefê ku bi zebeş û petêxan re mijûl dibû kir. Min ji Mistefê re tiştên ku min dîtibû ji serî heya binî vegot:

  • Ka li min binihêre van kevokên li vir mehlûqên baş û dilsaf in, bi

sedsalan e ku li vir in û tu zerara wan ne gihîştiye me heya me ji wan sûd ji

wergirtiye. Lê belê min ji van qijalkên reş qet hez nekir û rewşa wan jî qet baş nabînim. Ez digelqilim ku van qîjalkan dê di rojên bê de diltengî û xetereyên mezin bînin serê me tu bi ya min dikî ka were em wan ji vê derê biqewirînin bila bicehimin û herin.

  • Mistefê ji min re wiha got: Ka dev ji wan berde cîranê Seîd ew ji

heywanên Xwedê ne û em nikarin bibêjin ev heywan bi xêr in an ji bê xêr in,

biyom in yan jî bêyom in, ew jî mehlûqên Xwedê ne bila ew jî li vir bimînin.

Aniha wextệ kar û ber e, ka em herin ser karên xwe, ez bi xwe nikarim bi wan bikevim û çû nav bîstanê xwe. Û ez jî bi tena serê xwe min di xwe de nedît ku derkevim wî kaşî û bikeviran bidim dû wan û wan biqewirînim.

Piştî du sê rojan kevokan ji berdevkên qîjalkan re wiha gotin: Ka hûn bi du

sê rojan re hatibûn vê derê û we gotibû ku li me çend roj bisekinin em ê bêhna xwe berdin hinek bihedirin û em ê lêxin biçin, ka hadê zû bikin û ji vê derê êdî biçin. Qijalkan jî wiha bersiv dabûn: Hinek hevalên me li dû me man ew hîn negihîştine me, hefteyek din jî xwe li me bigirin ka bila ew jî werin em ê bi hev re hinek bêhna xwe berdin û em ê bi hev re herin.

Hefteyek bihurî; Kevokan dîsa çûn ba lingên wan û ji wan re dîsa gotinên xwe dubare kirin ka hefteyek we jî bi dawî bû êdî ji vir biçin. Berdevkên qîjalkan ji kevokan re wiha got: Hevalên me yên ku nû hatine di rê de birîndarî bûne û hinek ji wan ji nexweş in, va ye birînên wan kewa xwe dibînin, ji kerema xwe re hinek din jî xwe bidin benda me qasê du sê hefteyan qey dê birînên wan ji binî ve baș bin em ê jî dê herin…

 

Bi qasê mehek di ser wan re derbas bibû ku kevokan dîsa daxwaza çûyîna wan kirin û gotinên xwe dubare kirin. Qîjalkan wiha bersivdan: “Hewa hîn baş germ nebûye em ê herin hêla bakûr cih û warên dûr ji ber vê yekê jî hinek din jî li me sebir bikin.”

 

Di navberê re dîsa hinek dem buhirî bû ku weqtê hêkkirina kevokan hat û hinek ji wan jî bi kurk ketin. Ji bo çêkirina hêlînên xwe bi hewa diketin û diçûn qirşan berhev dikirin û ji bo xwe û çêlikên xwe êm berhev dikirin lê gava vegeriyan hêlînên xwe, șaş û metelî man, ji ber ku qîjalkan hêkên wan şikestibûn, helisandin, pelixandin û çêlikên wan jî avêtibûn Çemê Dîjleyê, ji ber vê yekê zehf aciz bûn, bêhna wan teng bû, êdî qîjalk ji hedê xwe derketibûn, li ser vê dîsa bangê berdevkên qîjalkan kirin û ji wan re wiha gotin:

–  Ka li me binihêrin! Me hûn ji bo demeke kurt kir mêvanê xwe lê belê ev mêvanî gelek domiya û êdî ji mêvaniyê dûr ket, hûn hêkên me dişikînin, hêkên me dihelisînin, dipelîxînin û çêlikên me jî diavêjîn çemî, ev rewş ne tu rewş e, divê ku hûn êdî ji vir biçin.

Berdevkên qîjalkan bersiv dan:

-Rast e hin ciwanên me ev șașî kirine, lê belê ji nezanî û ciwaniya xwe wiha kirine, hûn ê me bibexșînin. Em ê li wan șîretan bikin û bi rencînin da ku carek din wiha nekin. Hûn jî zanin ku êdî hewa bi ber sermayê ve diçe, di nêz de zivistan li ber ling e. Em dereng man, ji bo vê salê em êdî nikarin bi tu ciyî ve herin.

Ev rewş her wiha domand. Her çiqas diçû, qîjalk jî zêde dibûn û kevok jî ji ber ku hêkên wan dihatin şikestin û çêlikên wan dihatin kuştin jimara wan her çiqas diçû kêm dibû. Gava ku qîjalk dîtin kevok êdî bê hêz mane, jimara wan kêm û yên mayî jî extiyarî bûne, ji wan re wiha gotin:

“Em evqas sal e li vir dijîn, ev der êdî yê me yẹ, em ji we zêdetir in hûn hindik in, êdî tu hêz nikare me ji virệ derxîne. Ku çûyîn pêwîst be divê ku hũn ji virê biçin.”

 

Bi rastî jî jimara qîjalkan êdî ji kevokan zêdetir bû, çend kevokên kal û ciwan qaseke din jî xwe li wir girtin, lê belê wan jî ji ber destê zorê cih û warên xwe yî bi hezar salan bû lê dijîn, zinarên xwe yî ku bi heżar salan e ku lê vediniştin dev jê berdan ji wir koçî kirin; ewil ên kal û pîr dû re yên ciwan bi hewa ketin li hewa hinek li ser cih û warên xwe firiyan, çûn û hatin, destên wan ji cih û warên wan nedibû dû re wekî ku ezman qul bikin bi jorê ve heya ku karibûn bilind bûn ũ serê xwe girtin ber bi aliyê başûr ve çûn, ji ber çavan winda bûn, êdî tu carî tu kes wan li van deran nedîtin.

 

Dor hatibû ser min û cîranê min ê Mistefê. Rojek min ji cîranê xwe yî Mistefê re wiha got:

-Cîranê min! bi salan e ku me cîrantî bi van kevokan re kir, tu zirara wan negihişt me, dev ji zirarê berde me gelek ji wan sûd wergirt, bi dengên xwe yî xweş û delalî ji me re distriyan û zibilên wan jî pir bi kêrî me dihat. Lê van qîjalkan ser û guh bi me ve nehêştin, ez ji qîje qîjên wan pir aciz bûm, cîranê min ê delal, min di wextê de ji te re gotibû ka em van ji vir biqewirînin, lê te ji min re got ku dev ji wan ber de bila here, wê demê mijara wan kêm bû û tirsonekî bûn jî lê aniha hem zêde bûne û hem jî tirs bi wan re nemaye êdî tiştek ji destên me nayê, heya demekê ez û cîranê xwe me di derheqê wan de pile pilê dikir, gilî û gazinan dikir, rojekê cîranê min Mistefê hat û ji min re wiha got:

-Cîranê min ê delal îsal di bîstanê min de ne zebeş û ne jî petêx kulîlk venedan û tu nexweşiyek jî xuya nake li ser wan, rewş qet baş naxuyê. Ez fikirîm lê belê tu tișt nehat hișê min, piștî çend rojên din cîranê min dîsa hat bal min, bi denegeke kêlecan, cîran cîran van qîjalkên reș, qijalk, qîja, qîj.. Xwedê bela xwe bide wan.

-Çi bû, cîran li te xêr e? Ka bisekine, bêhna xwe bide, çi bi te hatiye.

-Gava ez ji bîstanê xwe derdikevim van qîjalkên reşên qereçî hûcûmê bîstanê min dikin û tu tiştek di bîstanê min de nahêlin, hemû kulîlkên ku vebûne dixwin, diherimînin…

Ew sal bîstanê cîranê min Mistefê bê ber bû û qet tu tiştek ji bîstan bi destên wî neket, ew ked, zehmet û êșa di ber bîstên de xwaribû tevdek pûç derket, cîranê min Mistefê êdî ji bêgavî dev ji bîstanê berda.

 

Di tenișta Çemê Dîjleyê de xaniyên me yên du qatî hebûn, xaniyên me bi bexçe bûn, di bexçeyên me de her cure sewze û fêkî hebûn. Wan qîjalkên reş ewqas zêdebûn ku wan deran tevdek xistin destên xwe, ji ber dengên wan ên bêyom û pîsîyện wan, di malê de jî ji me re rehetî tune bû, rê li ber me șaş bûbû û êdî jiyan li me herimî bû. Cîranê min êdî hew dayax kir û ji neçarî serê xwe girt û çû taxa jorîn ya Çemê Dîjleyê, min hinek din jî sebir kir, lê min jî êdî dayax nekir, ewqas bê aram û ewqas diltengî bûm ku min mala xwe ji cîranê xwe jî dûrtir ava kir. Me cih û warên xwe yî bav û kalan ji wan qîjalkên reș ên bêyom re hişt.

 

Bị vê awayê min vê bûyera hatiye serê min û cîranê min Mistefê qasê ku ji min dihat min ji we re vegot. Û ji xwendevanên hêja re jî dibêjim ku; hûn xwe zanibin tu carî, teqez şaşitiyek wekî me nekin! Wekî min, cîranê min û kevokan pir jî bi dilrehm nebin û ji tiştên wiha re dest sivik bin. Ger ku hûn ji çîroka me sûdê werbigirin em ê pir dilșad û kêfxweș bin, lê ku me bela sebep weqtê we girtibe mafên xwe li me helalî bikin em ji we lêborînê dixwazin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Ji Zazakî û Amadekarî: Haydar Sordar

Bi Zazakî Gotin: Mîthat Ocal, Sal: 47, Lîse,

Herêm: Gundê Tekya -Gêla Navçeya Diyarbekirê

Ev çîrok ji Kovara Nûbiharê hatiye wergirtin: Nûbihar 168-Sal:2024

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Çîrok | Karwan û Eşqiya

Tê gotin li ser axa Yewnanan pêşiya karwanek hat birîn. Dizan karwan şeland. Dest danîn …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *