Feqe Reşîd yek ji zanayên Kurd e ku di dawiya sedsala 19emîn û di serê sedsala 20emîn de jiyaye. Beriya vê nivîsê derheqê jiyan, kesayetî û berhemên wî de di qada zanistê de, herçiqas qismek ji Sirru’l-Mehşera wî hatibe çapkirin jî, tu tişt nedihat zanîn. Di vê gotarê de, em ê hewl bidin perdeya li ser jiyan û kesayetiya Feqe Reşîd û li ser berhemên wî rakin.
Feqe Reşîd sê berhem nivîsîne. Yek ji van berhemên wî Kitêba Sirru’l-Mehşer e ku heya niha kesekî bi temamî ev kitêb nedîtibû û serencama wê bi temamî nizanîbû. Em ê di vê
gotarê de li ser serencama Sirru’l-Mehşerê bisekinin û ew beşê winda yê ku me dîtiye binasînin.
- DESTPÊK
Roj derbas nabe ku derbarê kelepor û edebiyata Kurdî de çend agahiyên nû dernekevin holê. Ev ji aliyekî ve ji bo hezker û pabestên edebiyata Kurdî cihê şanaziyê be jî ji aliyekî din ve cihê daxê ye. Cihê şanaziyê ye, lewre ew gencîneya winda derdikeve holê û digihêje destên lêkoler û xwendekaran. Cihê dax û kederê ye ku ew lempeya kelepora dewlemend bi awayekî hovane hatiye vemirandin û mixabin ji ber gelek sedeman xwediyê vê keleporê jî lê xwedî derneketine.
Yek ji van gencîneyên têkildarê vê gotarê Feqe Reşîd û berhema wî ya menzûm Sirru’l-Mehşer e. Ev zanayê Kurd di çavkaniyan de wek Feqe/Feqî Reşîdê Hekkarî tê pênasekirin (Adak, 2015: 331). Di çavkaniyan de derbareyê jiyan û kesayetiya wî de heya niha tiştên ku hatine gotin jî çewt in. Lê bi saya bidestxistina destxetên berhemên Feqe Reşîd agahiyên nû derketin holê ku êdin bi teqezî tê zanîn ka ew kî ye û çi berhemên wî hene.
Bêguman li ser jiyan û berhema Feqe Reşîd tiştin hatibûn nivîsandin. Lê ew pêzanînên ku hatibûn bilêvkirin tev de li ser qena‘et û texmînan bûn. Di van qena‘etan de du xalên derdikevin pêş ev in: Yek, tarîxa wîladeta Feqe Reşîd û ya duyê jî mekanê jidayîkbûna wî ye. Wisa diyar e ku cara pêşîn Ehmed Hilmî elQoxî di xebata xwe ya mijara gotinê de di sala 1984an de, bêyî ku delîlekê nîşan bide, gotiye ku Feqe Reşîd ji Hekkarîyê ye. Lê dibe ku el-Qoxî ev yek ji zimanê berhemê derxistibe û gotina Feqe Reşîd a ku xwe bi “Feqiyê sanî” pênase dike jê re bûbe delîl. Paşê jî Zeynelabîdîn Zinar hin gotin li yên el-Qoxî zêde kirine û derheq mijarê de wiha gotiye: “Feqe Reşîdê Hekarî (z. 1725 an 1793 ? – m. ?) helbestvan û nivîskarekî Kurd ê klasîkî ye. Mixabin derheq jiyana wî de agahdariyeke bi nivîs bi dest neketiye. Herweha dema jiyana wî jî, di taritiya dîrokê de temartî maye. Tenê pirtûkeka wî ya bi navê “Sirmehşer” li holê heye. Wekî din berhemên wî nehatine dîtin. Li ser vê berhema Feqe Reşîd, agahdarî tune. Lê tenê li ser ruyê wê yê pêşî ev nivîs heye: “Dibêjin ji koçerên Hekariya ye” (Zinar, https://ku.wikipedia.org/wiki/ Feqe Reşîdê Hekarî, 20.03.2018). Û dîsa Zinar derbareyê jidayikbûna Feqe Reşîd de jî van gotinan dibêje: “Feqe Reşîdê Hekarî di destpêka beşa dawî ya pirtûkê de weha gotiye: “Ey Feqî tarîxî benda te temam. Îjar ji vê rêzê tê zanîn, ku niviskar wê tarîxa kutakirina nivîsandina pirtûka xwe bi hesabê ebcedê (Cemel) gotibe. Çewa Melayê Cizîrî ku tarîxa jidayikbûna xwe û hin tarîxên din bi hisabê Ebcedê di Dîwana xwe de beyan kirine. Herweha Feqiyê Teyran jî, bi vî hesabî hin tarîx di hin helbestên xwe de gotine. Eger eva Feqe Reşîd jî ji wan babetan be, eger em tarîxa kutabûna nivîsandina pirtûkê ji bêjeya “tarîx”ê wek reqem bigirin, dike 1211ê Koçê. Ew jî li hember ya Zayînê dike 1793. Lê eger em ji hevoka “Benda te temam” bigirin, tarîx dike 938ê Koçê, li hember ya Zayînê dike 1528. Îjar eger em yek ji van tarîxên li jorê ji xwe re rast bidêrin, li gor dîtina min, wê ya pêşî (1793) rastir be. Çimkî Feqe Reşîd di malikeka xwe de weha gotiye: “Ela ey Feqiyê sanî, heta kengê bikî dewran?” Ji vê gotina wî tê zanîn, ku wî jî mîna Feqiyê Teyran, xwe bi “feqe”tiyê navdar kiriye. Herweha bi bêjeya “sanî” (duwem) eşkera dibe, ku wî xwe ji Feqiyê Teyran re, feqiyê duwem hesibandiye” (Zinar, heman çavkanî).
Beriya her tiştî divê bê gotin ku Feqe Reşîd, weku el-Qoxî, Zinar, Adak û Jiyan jî gotine; “ew ji koçerên Hekkariyê ye” (Qoxî, 2017: 89; Adak, b.n, 331; Zinar, h.ç.; Jiyan, 2014: 11), ne ji Hekkariyê ye. Di rastiya xwe de ew bi eslê xwe ji Botanê ye û li gundekî ji gundewarên herêma Botanê hatiyê dinyayê. Ji bo vê yekê meriv dikare wî wek Feqe Reşîdê Bohtî jî pênase bike.
Feqe Reşîd sê berhem nivîsîne. Yek ji van berheman Sirru’l-Mehşer e ku ji ber naveroka wê meriv dikare vê berhemê wek mehşername jî bi nav bike. Ji ber ku berhem piraniya xwe derheq mehşer û ehwalên wê de ye. Sirru’l-Mehşer beriya niha çendîn caran hatibû çapkirin û destxetên wê ên di dest de jî ji 16 wereq û 556 malikan pêk dihat (el-Qoxî, 2017; Akdağ-Soylu, 2002; Jiyan, 2014). Ji ber vê çapê jî gelek çapxaneyên din bi heman naverokê û bêyî ku tiştekî jê kêm û lê zêde bikin bi awayên curbicur, ev berhem çap kiribûn. Hêjayî gotinê ye ku ev berhem li herêma Serhedê wek Reşîdiye tê zanîn.
Ev berhema ku 226 malikên wê winda bûn êdî bi temamî di destên me de ye.
Di beşê berhemê yê windabûyî de bi dirêjayî behsa jiyan û serpêhatiya nivîskar tê kirin ku dê cara pêşî bê weşandin.
Ji ber ku derheqê Feqe Reşîd û berhemên wî de agahiyên di destê me de pir kêm bûn û piştî demekê li ser vê mijarê agahiyên girîng bi dest ketin; divê ev zanîn bi alema zanist û hezkiriyên edebiyata Kurdî re werin parvekirin. Ev gotar ji bo vê armancê hatiye nivîsîn.
- JIYAN Û SERPÊHATIYA FEQE REŞÎD
Feqe Reşîd di sala 1300/1883an de li herêma Botanê, li der û dora Erûhê li gundê Werîsê1 ji dayik bûye. Navê bavê wî ‘Elî ye û navê bavê ‘Elî jî Şe‘ban e. Li gor nivîsa latînî ya li ser bergê paşîn ê destxetê navê bavê Şe‘ban jî Şiblî ye. Şeş zaroyên Feqe Reşîd (bnr. Pêvek, nr, 5) hebûne (Hevdîtina rûbirû: Mela Nezîf Katilmiş, 18.02.2018, s. 17:00).2 Malbata Feqe Reşîd ji ‘eşîra Âlikan û qebîla Codikan e (ji bo ‘eşîra Âlikan bnr. Eagleton, 2005: 140; Tan, 2011: 122). Paşê koçî gundekî Panosê dike ku navê vî gundî Zomik (Yukarı Göçmez)3 e. Weku di malikên jêrîn de jî kifş e ew bi eslê xwe ji Botan e. Feqe Reşîd kurtejiyana xwe bi awayekî menzûm wiha aniye ziman:
Guhdarî bibin da ez bibêjim Derdên dilê xwe da birêjim
Dema hicret ku bû hezar sêsed4 Ye‘nî ji hicreta Muhemmed
Evreng di wî zemanî me dî
Rabû feqiyek benamê Reşîd
Bavê wî ‘Elî bû Ibn Şe‘ban
Eslê wî ji koçerên di Bohtan
Namê ‘eşîra wî Âlikan bû
Emma qebîle ji Codikan bû
Weqtê ji Bohtan îrtîhal kir
Qelbê wî li Zomikê meyal kir
Mala wî li Zomikê zemanek Derbazî kirî bi xoşiyanek
‘Intab5 e qeza nahiye ye Patnos
Tê de sekinîn bi ‘ar û namus (wr. 2b).
Ji van malikên jorîn jî xuya dike ku malbata Feqe Reşîd ji Botanê koçî Panosê kiriye. Lê ne kifş e ka ji bo çi, kê devera Botan û çawa koç kirine.
Derbarê tedrîs û tederusa Feqe Reşîd de tu tişt nayê zanîn. Lê ji berhemên wî jî xuya ye ku tehsîleke baş sitendiye. Û dîsa muderristiya wî jî vê yekê nîşan dide. Lewre dê li jêr jî bê behskirin ku wî demekê dersa feqiyan jî daye. Ew baş tê zanîn ku yekî ku bingeheke wî ya ilmî tunebe nikare dersa feqiyan bide.
Feqe Reşîd di malbateke koçer de çavên xwe li dinyayê vekiriye. Nayê zanîn ka tehsîla xwe ya îlmî ji ku û çawa wergirtiye. Lê tê zanîn ku piştî qedandin tehsîla xwe, li Qubikê dest bi melatî û muderistiyê kiriye. Ev gund, gundikekî kevnare ye û wek 5 km dûrî Panosê, di navbera Panos û Dutaxê de ye (Hevdîtina rûbirû: Mela Nezîf Katilmiş, 18.02.2018, s. 17:00). Li vir çiqas Melatî kiriye ne kifş e. Lê mixabin di vê serdema dersdayîna xwe de Feqe Reşîd bi rûdaneke mezin re rûbirû dimîne ku ew rûdan dibe sedemek nivîsîna pirtûka ku mijara vê gotarê ye. Bi kurtasî rûdan ev e: Di medreseya Feqe Reşîd de feqiyek hatiye kuştin ku kujer ne kifş e. Piştî tehqîqat û lêpirsîna leşkerî Feqe Reşîd wek kujer tê diyarkirin ku haya wî ji vî tiştî nîne. Piştî darizandinê cezayê mehkûmkirina 15 salan lê tê birrîn û wî dişînin hepisxaneya Erziromê ku merhûm vê yekê di pirtûka xwe de wiha tîne ziman:
Nagah me dî ji qudreta Heq
Buhtanek kirin li me muheqqeq
De‘wa bi derew kirin muqabil Naçarî bi zor em kirne qatil
Em girtin birin bi destê Rom
Mehbûsî kirin em di Erzirom
Mehkûmî em kirin bi panzdeh salan
Gazinde kirin ji me hevalan
Ewçendî heval û hemnîşînan
Rûniştin li bal me wek hezînan (wr. 2b-3a).
Di serdema dagirkirina Ûris ya Serhedê de ku wê demê seferberiyek mezin ji rojhilat ber bi deverên dî yên ewle dest pê kiribû, Feqe Reşîd ji bo kerwaneke koçber wek rêber tê destnîşankirin û digel vê kerwanê koçî Sandıklıya Afyonê dikin. Derheq jiyana Feqe Reşîd a Sandıklıyê de ji bilî riwayetên neviyên wî tu agahî di dest me de nîne.
- KESAYETIYA WÎ YA ‘ILMÎ
Derheq cihê tehsîl û seydayên Feqe Reşîd de tu agahî di dest me de tuneye. Lê dema mirov li kesayetî û zanîna Feqe Reşîd dinêre dibîne ku ew alimekî zana, jîr û jêhatî bûye. Ev yek di berhemên wî de bi zelalî xuya dike. Derbarê zanebûna wî ya dîroka Îslamê de jî tu şik nîne. Ji ber ku berhema wî, Huneyniye nîşan dide ku ew dîroka Îslamê baş dizane. Berhema wî ya bi navê Cîhanşah jî zanebûna wî ya wêjeya cîhanê dide xuyakirin. Û berhema mijara vê gotarê jî ilmê wî yê Qur‘an, Hedîs û ‘eqîdeyê bi me dide zanîn. Digel van tevan tiştek din jî heye divê bê zanîn:
Ew jî ilmê şi‘r û ‘erûzê ye ku di berhemên Feqe Reşîd de bi awayekî zelal kifş dibe.
Feqe Reşîd ji aliyê dînî ve Mislimanekî multezîmê dînê xwe ye, ji ehlê sunet we’l-cemaet e û mutesewif e. Dema mirov li fikrên wî yên îtîqadî û mezhebî jî binêre, wek piraniya alimên Kurd, ew ji îtîqada Eş‘erî û ji mezheba Şafi’î ye.
Weku tê zanîn peyva “feqî” ji bo xwendekar û yên ku xwendina xwe kuta nekirine tê gotin. Feqe Reşîd mirovekî ‘alim, zana û mûcaz e, nexwe ji bo çi peyva Feqe/Feqî wek kunye ji bo xwe bi kar aniye? Feqe Reşîd bi xwe bersiva vê pirsê wiha dide:
Em jî her wekî Feqiyê Teyran Dewran bikin li geşt û seyran.
Ew bû Feqiyê ewwel di fanî Evrenge ez im Feqiyê sanî.
Gerçî bi ‘emel wekî wî nîn im Sahib guneh û muznibîn im.
Xeffarê zinûban Ew Xweda ye Mehder çi bizan ku Mustefa ye.
Evrenge dibê Feqiyê sanî
Ye‘nî Reşîdê bi dil giranî (wr. 3b).
- BERHEMÊN WÎ
Sê berhemên Feqe Reşd di dest me de ne. Cihê şanaziyê ye ku ev her sê berhem jî bi rêk û pêk in. Ji hêla form, teşe û naverokên xwe ve baş in. Tevde nimûneyên Edebiyata Kurdî ya dînî ne. Berhemên têkildarê vê mijarê ev in:
- Mehşernameya Wî: Sirru’l-Mehşer
Ev kitêb di warê edebiyata dînî de berhemeke girîng e ku ji dema ku hatiye nivîsîn heya îro wek kitêbeke sereke û qedirbilind hatiye dîtin. Ji wê rojê heya îro bûye wirdekî zeban û di nav gel de geriyaye. Bi naverok, form û teşeya xwe ve xwedî taybetmendiyeke cuda ye (ji bo agahiyên zêdetir bnr. Adak, b.n., 331; Jiyan, b.n., 11-14).
Heta van demên paşîn jî ji Serhedê ta Amed û Cizîrê gelek kesan ev berhem jiber zanîbû. Dîsa li gor heman çavkaniyan li gundan dema cotkar diçûne cot û ga girê didan cot, li pey ga ji dêvla sitranan, Sirr’ul-Mehşer dixwandin (Hevdîtina rûbirû: Mela Muhemmed Yildirim, 15.02.2018, s. 13:00).2 Ev yek nayê înkarkirin, lewre di demeke kurt de vê berhemê li seranserê Kurdistanê deng vedaye heta Cegerxwîn jî li binxetê ji vê berhemê haydar bûye û derheq Feqî Reşîd û berhema wî de wiha gotiye (Cegerxwîn, 2014: 152): Yekî din, dibêjine wî, Feqî Reşîd
Di zarê Kurdî de fêris û egîd
Niviştek wî heye bi navê Siru’l-Mehşer Zarokên Kurdan dixwînin ezber
Feqe Reşîd sedema nivîsîna vê berhemê jî bi awayekî wecîz wiha tîne ziman:
Ewçendî heval û hemnîşînan
Rûniştin li bal me wek hezînan
Gotin em dikin ji te ricaê
Hêvî em dikin digel du‘aê
Qewlek tu bibêje ey wefadar
Guhdarî em bibin li wê ku her car
Sebra xwe demek bi wê ku bînin Derdê me biçin û xem nemînin
Neqlan ji hedîs û hem tefasîr Herçî ku diket li qelb te’sîr
Binvîse ji bo me yadîgarek
Te’xîr tu meke eya mubarek
Fîlhalî me da ewan cewab e
Ev teklîf ji bo me ra sewab e
Xweda eger biket ‘înayet
Ez dê hediyek bikem dîrayet
Behsek em bikin ji behsa heşrê Teftîş em bikin qiyam û neşrê
Em jî her wekî Feqiyê Teyran
Dewran bikin li geşt û seyran (wr. 2b).
Gelek sedemên veşartîmayina serdema nivîsîna Sirr’ul-Mehşerê û nivîskarê wê hene, lê tiştê herî girîng atmosfera sîyasî û civakî ya wê demê ye. Lewre Feqe Reşîd di demeke wisa de çavên xwe li dinyayê vekiriye ku ew dem, bi taybetî jî ji bo Kurdan, demeke pir xedar e. Dewleta Osmanî êdî wek “merivekî nexweş” tê bilêvkirin û hêdî hêdî hildiweşe. Ji aliyekî dî ve şerê Osmanî û Rûsan berdewam e. Osmanî jî di nav xwe de gengeşiyên sîyasî, civakî û çandî dikin. Paşê, meseleyên wek meşrûtiyet û xîlafetê hene. Siyaseta Îttîhad û Tereqqî wek kabûsekî bi ser hemû milet û reng û dengên cihê de xwar bûye û hemû heqên însanî û medenî ji xelkê re qedexe kirine. Helbet ev halê Dewleta Osmanî yê salên dawî çawa ku li ser gelek kesan bandor hiştiye li ser Feqe Reşîd jî hiştibû.
Îlankirina Komara nû jî bi xwe re gelek tiştên nelirê anîbûn. Dewleta ku li ser çar esasan hatibû avakirin jî tu ol, mezheb, milet/nijad qebûl nedikir û bi mîlîtarîzmeke xurt ve diçû ser reng û dengên cihê. Mixabin qedexekirina çand, huner û zimanê Kurdî jî ji vê pişavê par hildabû. Digel van tevan, bi serhildana Şêx Se’îd re welat dê bi temamî bibûya qada şer û pevçûnan. Vê yekê bê navber heya şerê Geliyê Zîlan dewam kir ku wefata wî jî beramber vê tarîxê ye.
Ew serdema ku me li jor bi kurtasî behs kir, tûşî dema hilberîna Feqe Reşîd dihat. Lê mixabin Feqe Reşîd dê nikarîbûya rasterast berhemên bi Kurdî binivîsîna û kesayeta xwe an jî navê xwe eşkera bikira! Helbet Feqe Reşîd dê beşa kitêbê ya ku tê de jiyan û kesayetiya xwe tîne ziman veşarta. Ji ber van çend sedeman e ku kesayetiya Feqe Reşîd û berhemên wî veşartî mabûn.
- Bidestxistina Destxeta Sirru’l-Mehşerê û Çawaniya Wê
Me destxeta Sirru’l-Mehşerê ji pirtûkxaneya Mela Nezîf peyda kir. Wî jî ev destxet ji bavê xwe yê rehmetî tewarus girtiye ku bavê wî Mela Huseyn (Huseyn elBohtî)3 bi xwe ev kitêb di sala 1968an de ji ber nusxeya muellif îstînsax kiriye.
Mixabin ji ber koçberî û belabûna malbata Feqe Reşîd me nikarîbû “nusxeya muellif” bi dest bixista. Li gor agahiyên ku me bi dest xistine, nusxeya muellif li nik neviyeke Feqe Reşîd e.
Nusxeya di dest me de di deftereke bi xêzik û sipî ya ji 64 rûpelan pêkhatî de ye û her rûpelek herî zêde ji 11 malikan pêk tê. Nusxe bi “ser-lewhe” ye ku ev ser-lewhe bi qelemê hatiye xemilandin, ev ser-lewhe bi sê qismê sereke ve hatiye dabeşkirin. Li aliyê rastê “ya Allah, ya Muhemmed”, li aliyê çepê “ketebehu Huseyn el-Bohtî (Huseyin el-Bohtî nivîsî ye/îstînsexkirî ye)” û li aliyê navîn jî “haza kîtabu Sirri’lMehşer lî-Reşîd el-Âlikî”8 nivîsî ye. Di dawiya nusxeyê de jî ev qeyd heye û kifş e ku ji aliye nasixê kitêbê Mela Huseyn ve hatiye nivîsandin: Temmet Kitabu Reşîdiye, ye‘nî musennifê evê kitabe Reşîd Ibn ‘Elî we Ibn Şe‘ban sakînu Qeryetî Zomik we naqîlu Qezaî Bohtan min ‘eşîretî Âlikan we min qebîletî Codikan, 24.2.1968.9
Ev nusxe ji ber nusxeya eslî ango “nusxeya muellif” ji teref Mela Huseyn ve hatiye wergirtin. Mustensîx tarîxa qedandina tensîxa nusxeyê wek 24.2.1968 daniye.
- Naveroka Sirr’ul-Mehşera Feqe Reşîd
Naveroka Sirr’ul-Mehşerê dewlemend e. Zimanê wê pak, vekirî û herikbar e. Zimanê ku Feqe Reşîd di helbestên xwe de bi kar aniye zimanekî gelerî û sade ye. Kurdiyeke wisa sade bi kar aniye ku merivên nexwande jî jê fêm dikin.
Feqe Reşîd di berhema xwe de peyvên Erebî bi piranî, yên Farisî û Tirkî jî car caran bi kar anîne. Ji vê jî tê zanîn ku ew di van zimanan de jî şareza bûye.
Feqe Reşîd rewşenbîrekî dînî ye. Qur’an, hedîs û ‘ilmên din ên Îslamê baş dizane. Ev yek di berhemên wî de aşîkar e. Jixwe Sirr’ul-Mehşera wî li ser hîmê ayet û hedîsan ava bûye. Bi taybetî di qesîda wî ya “Hazîhî Qesîdetu Reşîd Îbn ‘Elî” de baş kifş dibe ku ew ‘ilmê dîrokê jî baş dizane. Herwiha qesîdeya wî ya derheq afirandina erd, asîman û mexlûqatan de jî zanebûna wî ya kelam û felsefeyê eşkere dike.
Feqe Reşîd di warê şi‘r û edebê de hosta ye, ‘ilmê ‘erûz û qafiyê yê ku her şair nikarin bi kar bînin, baş bi kar aniye. Di helbestên wî de sen‘etên edebî tunene. Berhem bi piranî bi behra remel ve ku qalibê wê “fa‘îlatun, fa‘îlatun, fa‘îlun // fa‘îlatun, fa‘îlatun, fa‘îlun” e, hatiye vehûnan. Dîsa di gelek cihan de bikaranîna cînasê jî bala merîv dikşîne ser xwe.
Feqe Reşîd di berhema xwe de xwe wek Feqiyê Sanî (Feqiyê Duyem) dide nasîn. Ji vê yekê jî xuya dike ku ew di bin bandora Feqiyê Teyran de maye. Wî jî wek Feqiyê Teyran bi zimanekî sade û gelerî hevok hûnandine; di helbestên xwe de carinan şîretan li meriv dike carinan jî fanîbûna dinyayê bi meriv dide zanîn.
Sirr’ul-Mehşer bi temamî ji 782 malikan pêk tê ku 226 malik heta niha winda bûn. Kitêb ji 36 mebhes (mijar) û dîbaceyekê pêk tê ku dirêjahiya wan ji hev cuda ne. Di dîbaceyê de nivîskar behsa jiyan û serpêhatiya xwe dike. Naveroka mebhesên din jî wiha ne: 1. Wehdaniyeta Xwedê, 2. Qudreta Xwedê, 3. Behsa Dunya û axretê, 4. Afirandina erd û asîmanan, 5. Şîkayeta ji nefsê, 6. Derheq hal û ehwalê ehlê qebrê de, 7. Behsa gaziya di qebrê de, 8. Zemma dinyayê, 9. Biçûkayî û nizmahiya dinyayê, 10. Meth û pesnê Xwedê, 11. Meth û pesnê Muhemmed (s.x.l.), 12. ‘Elametên qiyametê, 13. Qesîda Reşîd Îbn ‘Elî, 14. Mijara qiyametê, 15. Mebhesa danîna dîwana heq, 16. Mebhesa Mîzan û terazîyê, 17. Hal û ehwalên însan di heşrê de, 18. Çîn û sinifên însanan, 19. Malê heram û nedayina zekatê,
- Hîle û xiyaneta di danûstendinê de, 21. Şahde-zorî, 22. Veşartina şahidiya heq, 23. Mijara zinêkaran, 24. Gotina nebaş ji bo cîranan, 25. Derheq sazbendan de, 26. Xwarina malê êtîman, 27. Kuştina bi qesdî, 28. Mijara ehlê naciye-ên xelasbûne ji êgir, 29. Neh sefên ku hesab dane, 30. Wesfê cennetê û tebeqeyên wê, 31. Mijara e‘rafê, 32. Derheq cehennemê û ehlên wê de, 33. Derheq cehennemê û navên wê de, 34. Qesîda Reşîd Îbnî ‘Elî, 35. Derheq kutabûna kitêba Reşîdiye de, 36. Qesîda Reşîd Âlikî.
- Xezawetnameya Wî: Huneyniye
Ev berhem jî berhemek ji berhemên Feqe Reşîd e ku bi awayekî menzûm hatiye vehunan. Berhem bi awayekî menzûm behsa şerê Huneynê dike. Ev xezwe di sala 8/630î de di navbera Pêxember (s.x.l.) û qebîleya Hewazin de hatiye kirin. Pirtûk nêzî 1000 malikî ye û tê de ev şerê mijara gotinê kite bi kite tê vegotin. Berhem di sala 1954an de ji aliyê Mela Huseyn ve hatiye nesixkirin. Destxeta vê berhemê di dest me de ye û ji bo çapê tê amadekirin (bnr. Pêvek, nr. 3).
- Mesnewiya Wî: Cîhanşah
Ev berhem, xebata Feqe Reşîd a herî sereke ye ku ew jî bi awayekî menzûm hatiye vehûnan û mijara wê ‘işq e. Mesnewiyeke naveroka wê mîna Mem û Zîn, Ferhad û Şirîn hwd e. Ev berhem di tarîxa 02.15.1979an de ji aliyê Mela Huseyn ve hatiye nesixkirin, 43 rûpel e û nêzî 500 malikî ye, destxeta wê di dest me de ye û ji bo çapê tê amadekirin (bnr. Pêvek, nr. 4).
- WEFATA WÎ
Piştî ku Feqe Reşîd ji hepsê derdikeve li gundê Panosê, Pîromerê (Pirömer)4 dest melatiyê dike. Wê demê Yûsif Begê kurê Kor Huseyîn Paşa mezinê vî gundî bûye. Feqe Reşîd di sala 1932an de wefat kiriye û mezelê wî di goristana vî gundî de ye. Mezelê wî kifş e, lê li ser kêlikên wî tu nivîs tuneye. Tarîxa wefata wî li ser destxeta li cem me ji teref nasix ve hatiye qeydkirin (bnr. Pêvek, nr. 2).
- ENCAM
Feqe Reşîd zanayekî Kurd e ku berhema wî, Sirru’l-Mehşer di nav Kurdan de deng vedaye. Digel dengvedana kitêba wî kesekî ew nas nedikir û jiyana wî û berhemên wî yên din û parek ji pirtûka wî ya mijara vê gotarê winda bûn. Zanyariyên derheq Feqe Reşîd de jî ‘ele’t-texmîn bûn. Hin lêkolerên Kurd dîroka jiyana wî dibirin sedsala 17emîn, hinekan jê re “koçer” digotin û hinekan jî jê re “Hekkarî” digotin. Lê piştî vê gotarê ev perdeya razdar ya li ser jiyan, kesayetî û berhemên Feqe Reşîd rabû û dê ev zanayê Kurd bi hemû aliyên xwe ve bê nasîn. Piştî vê lêkolînê ev zanyarî derketin holê:
- Feqe Reşîd ne di sedsala 17an de, lê di sedsala 20an de wefat kiriye û tarîxa wefata wî 1932 ye.
- Feqe Reşîd bi eslê xwe ne ji Hekkariyê ye, bi eslê xwe Botî ye, lê piraniya jiyana xwe li Panosa bi ser Agiriyê ve derbas kiriye û li wir çûye ser dilovaniya Xwedê. 3.
- Ji van kitêbên têkildarî vê mijarê, yek heye ku ew jî Sirru’l-Mehşer e. Ji vê pirtûkê 226 malik winda bûn ku behsa jiyana muellif jî di wir de derbas dibin. Û ev beşê wenda jî hatiye dîtin û amadekirin ji bo qada wêjeya Kurdî.
- Feqe Reşîd û berhemên wî cara pêşîn ji aliyê nivîskarê vê gotarê ve ji qada zanistê re hatiye danasîn.
Dr. Ahmet Gemi *
* Zanîngeha Mardin Artukluyê, Fakulteya Edebiyatê, Beşa Ziman û Wêjeya Erebî, Mêrdîn.
Ev nivîs ji Kovara Nûbihar Akademî (Hejmar: 129, Sal: 2018) hatiye wergirtin
Têbinî:
- Me gundekî bi vî navî tesbît nekir. Lê ji ber ku di koçeriyê de jiyanek musteqir tuneye dibe ku ev nav ji wî wargehî re ku malbat demekê lê niştecih bûye hatibe gotin. Divê bê zanîn ku ew cihên ku koçer ji bo demeke kin lê hêwirîne “îstebil” an jî “gom” hatiye gotin û ew cih piştî wextekê wenda bûne. Dibe ku Werîs jî cihek ji van cihên windabûyî be.
- Mela Nezîf Katilmiş di sala 1965an de li Panosa girêdayî Agiriyê hatiye dinyayê. Kurê nasixê Sirru’l-Mehşerê ye. Li Panosê xwandina xwe ya medresî û fermî qedandiye. Bi salan li cihên cuda Melatî kiriye. Niha teqawid e û li Panosê rûdinê.
- Ev gund bi qeder 5 km li rojhilatê Panosê dikeve û gundekî kevnare û navdar e.
- Zayînî: 1883.
- Ji Dutaxa (Tutak) girêdayî Agiriyê re ‘Intab tê gotin. Lê bi rastî ev nav ji bo herêma navbera Panos, Milazgir û Dutaxê tê bikaranîn.
ÇAVKANÎ
Adak, Abdurrahman, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Nûbihar Yayınları, İstanbul 2015.
Cegerxwîn, Sewra Azadî, Avesta Basın Yayın, İstanbul 2014.
Eagleton, Wiliam, An Introduction to Kurdish Rus and Other Weavings, (Werger: Ehmed el-Xelîl). PDF. www.efrin.net. (10.09.2017).
el-Qoxî, Ehmed Hilmî, Rehberê ‘Ewam-Şerha Nehcul Enam, Mektebetu Seyda, Diyarbekir 2017. (Di nav berhevokê de).
Feqe Reşîd, Sirru’l-Mehşer, Destxet.
Hevdîtina rûbirû: Mela Muhemmed Yildirim, 15.02.2018, s. 13:00.
Hevdîtina rûbirû: Mela Nezîf Katilmiş, 18.02.2018, s. 17:00.
Koçer, Feqî Reşîdê, Sirul Mehşer, (Amadekar: Rênas Jiyan), Weşanxaneya Belkî, Amed 2014.
Tan, Altan, Turabidin’den Berriyê’ye, Nûbihar Yay. İstanbul 2011.
Zinar, Zeynelabîdîn, https://ku.wikipedia.org/wiki/Feqe Reşîdê Hekarî, (20.03.2018).
Dr., Zanîngeha Mardin Artukluyê,
Fakulteya Edebiyatê, Beşa Ziman û
Wêjeya Erebî, Mêrdîn, Turkiye
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…