Romana nû ya Nûdem Hezex derket

Neçim rêya min dûr e, biçim hê dûrtir…

Li edebîya cîhanê cara ewil e çar nivîsvan (kramen katibîn) hem vegoterîya romanekê dikin  û hem jî xwedî kesayî ne, leheng in. Ji vê hêlê ve romaneke yekane ye.
Bi zimanekî pak, paqij, zelal, fambar, bi felsefe, bi psîkolojî, bi kesayî; ji tarîx û mîtolojîyê heya veganîzmê, bi vegoterîyeke lîrik û mînor a bi estetîzma sînamatolojîya bi musîqalîte ya bi efsûna realîst hatîye helbestkirin.
Çello, dialekteke dualîst dixe nav peyvên bûyîn hevok li ser rûpelan, wan bi per û pel dike û diperperîne; nola mirov rahêje mûmeke pêketî û li tarîyeke gelekî tarî bigere.
Ev roman xwendeyan ehmeq nahesibîne, derîyê afirinerîyê ji wan re vekirî dihêle. Li hevoka dawî ji xwendeyan re dibêje: “Gelek tişt hebûn ên nikaribim nenivîsim lêbelê tiş­teke karibim binivîsim jî nemabû.” û qelema xwe dide destê xwendeyan.
-Roman behsa çi dike?
– Ezbenî, pelikên çavên xwe bimiçîne û çend deqeyan li pişt sorayîya pelikên çavên xwe binêre. Tu yê bersiva pirsa “Ev roman behsa çi dike?” li wê derê bibînî.

 

Nav: Çello (Sonata Mirinê)

Roman

178 Rûpel

Îlon 2024

Weşanên NA

www.nayayinlari.com

 

Berhemên Nûdem Hezex 

Belalûk     / Roman   /2014 / Weşenên Do

Lîlistan     / Helbest  / 2016 / Weşenên Sinirsiz

Mahser   / Helbest  / 2017/ Weşenên Sinirsiz

Bîr            / Roman  /  2018/ Weşenên Dara

Xizêmok  / Helbesteçîrok / 2019 / Weşenên  Sîtav

Spîroj      / Roman  / 2021/ Weşenên  Payiz

Çello        / Roman / 2024 / Weşenên Na

 

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Nivîskar Faîk Ocal pirtûka xwe ya nû ya Kurdî ya bi navê “Çîrokên Axa Min” çap kir.

  Ev pirtûk ji aliyê Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin û edîtoriya wê Îsmaîl Dîndar kiriye. Pirtûk ji 60 kurteçîrokan pêk tê. Faîk Ocal ji Semsûrê ye û di vê berhemê de xwendevanan dibe herêma xwe. Di çîrokan de çanda Semsûrê, jiyana eşîra Kosan, xwezaya Çiyayê Spî, kevneşopî, folklor û bîranînên herêmê cih digirin. Di çîrokên “Xweziyên Çiyayê Spî”, “Rêwiyê Çiyayê Spî” û “Hevalê Çiyayê Spî” de Çiyayê Spî derdikeve pêş. Her wiha çîrokên “Giloka Ferêt”, “Pîj”, “Kirkît” û “Teşirêse” çand û mîrata Semsûrê nîşan didin. Ocal tiştên ku li deşta Semsûrê û li Çiyayê Spî dîtine û jiyane, di forma kurteçîrokan de vegotine. Di her çîrokê de bîranîn, hest û êşeke mirovî heye. Taybetiyeke din jî ev e ku hemû çîrok li gorî devoka Kurmanciya Semsûrê hatine nivîsandin. Pirtûkên Kurdî yên Faîk Ocal ev in: 101 Romanên Kurdî (Cilda 1, 2022) 101 Romanên Kurdî (Cilda 2, 2024) 101 Çîrokên Kurdî (2024) Asmîn (2025) 4 Başar 45 Çîrok (2026) Çîrokên Axa Min (2026)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *