Zelal mal li ser sewkîya malê runiştibû, dora xwe dinêrî û bayekî hinik ê payîzê dihat rûyê wê diket. Bi lêketina bayê him xweşiyê diçû him jî ji fikrên kûr hişyar dikir.
Mejîyê wê de gelek fikr û raman hebûn lê nizanibû çi bike çawa bike, li ser xwe de diponijî û digot ez çawa bikim, çi bikin lê tu biryar nikaribû bida. Ev nikanibûna biryar dayînê serî wê bibû bela. Hema hema her roj û li hemberî gelek bûyeran ev bêbiryarbûna, pêşîya wê dibû bela serê wê.
Kê çi digot a wî/wê jêra bi mantiq dihat û digot fikra te rast e, tu rast dibêjî, lê dema ku fikra herkesî jê re rast dihat ev jê re dibû bêbiryarî. Biryareke rast û dirist dernediket pêşîyê û biryar bi zexmî nikanibû hembêz bikira.
Zelalê dilê xwe tim mirovên ku biryarên xwe de hişkin hezdikir û digot xwezî ez jî wek wan bûma. Min jî wek wiha biryarê xwe bidana û wek wiha ser baweriya xwe bimeşîyama. Lê na nedibû. Tiştê ecêb jî ew bû ku hevalên wê ew pir dema teqdîr dikirin û digot tu çiqas keçeke bi sebr û bi kemilîyî. Wê her ku ev gotinan dibihîstin digot axx axx hûn tiştên dilê min de nizanine ku we zanibûya we wiha nedigot. Pêşiyan bi betalî negotine; ma kî derdê kê dizane …
Firat Bawerî
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…