Di navbera sedsala 15 û 17an de wek serdema destpêka Felsefeya Nûjen bi gotineke dî wek Felsefeya Ronesansê tê binav kirin. Bi bandora werger û gûherina jiyana civakî di sedsala 15an de cara yekem li Îtalya ronesans destpêdike û li tev Ewropa belav dibe. Ronesans tê wateya ‘ji nûve jiyîn’ e. Ji nûve jiyîn, xwe dispêrê serdema felsefeya antîk ankû felsefeya Yewnana Kevin. Ji ber ku di navbera sedsala 2 û 15an de felsefe ketibû bin bandora dîn û hiş ketibû asta dûyem, rewşenbîrên Ewropayî wek têgeheke ‘li xwe vegerîn’ ronesans bikar anîne. Di vê serdêmê de dîsa hiş derketiye pêş. Di vê serdemê de felsefe ji dîn dûr ketiye û bi zanistê ve xwe giredaye.
Filozofên navdar yên vê serdema ronesansê ev in: Machiavelli, Kopernik, T. More, Montaigne, F. Bacon, W. Shakespeare, Galileo, T. Hobbes, Descartes, Spinoza, J. Locke, Newton û Leibniz.
Rojava ankû Ewropa di sedsala 12an de berhemên zanistî yên çanda Îslamê wergerandin zimanê xwe. Bi taybetî di sedsala 12an de Konstantinê Efrîqî pirtûkên bijişkîye/tipê kû ji Tunusê anîbûn li Salernoyê wergerandin zimanê Latînî. Di nav demê de ev tevgera wergerandine li Elmanya û Fransa belavbû û di dawiya sedsala 14an de li tev Ewropaye belavbû. Bi saya van wergeran Rojava bû xwedî berhemên orijinal yên felsefeya antîk û berhemên ku wek şîrove û analîz li ser wan hatine nivîsîn. Di vê serdema felsefeyê de zanist, hûner, dîn, aborî û wek encama van têgehan jiyana civakî gûherînên mezîn pêk hatin. Lê divê neyê jibîr kirin ew gûherîn pêşî di hûnerê de xwe nîşan da. Di edebiyatê de Cervantes û Dante, di tiyatro de Shakespeare, di resme de Da Vinci, di avasaziye de Brunelleschi, di peykera de Michelangelo berhemên hêja dane di ve serdemê de.
Di vê serdemê de ramanê nûjen li hember ramanên skolastik derketiye. Ramanên skolastîk mirateya felsefeya dînî ye. Ramanên felsefeya nûjen;
- Mijara felsefe mirov, sirûşt û cîhan ankû kaînat e.
- Zanistê bandoreke mezin li felsefe kiriye.
- Sirûşt bi rêya ceribandin û hiş hatiye vegotin.
- Jiyana civakî dinyayî ye.
- Kes ankû mirov beriya her tiştiye.
- Zanist ji bo ku kar ankû fêde dide mirov girînge.
- Rewşenbîr biserê ankû azad in ne giredayî desthilatdarîye ne.
- Di navendê de mirov heye.
- Di hêla dadê de ankû hiqûqê de dewlet xwedî erk e.
Ramanên ku di serdema felsefeya sedsala 15-17an de derketine pêş;
- Humanizm
- Rêgezên Zanistî
- Felsefeya Kartezyen
- Felsefeya Dadê ankû Hiqûqê
Humanizm tê wateya girîng dayîna mirovatî ankû kesayetîye. Cara yekem li Îtalya derketiye. Xebatên felsefî cara yekem li Floransaye di Akademiye Platon de destpêdike. Ramanên humanist li dij ramanên skolastîk in. Di humanizme de kesayetîya mirov derketiye pêş. Gotina ‘her tişt ji bo mirov e’ hatiye pêjirandin.
Serkeftinên sedsalên 15-17an yên herî girîng bêguman serkeftinên zanistîne. Felsefeya ronesansê bi rêya ceribandin, nerîn û hesapkirinê berê xwe daye xebatên zanistî. F. Bacon bi gotina xwe ya kû ‘zanebûn hêz e’ rêya zanistê vekirye.
Descartes bi felsefeya Kartezyen xwestiye ku mirov ji zanînên ku heye gûman bikê. Bi saya vê gûmanê mirov dikarê bigihijê rastîye. Mabesta gûmanê di vir de heta mirov bigihijê rastiye dive berdewam bike. Ku gihişte rastîye dive ew gûman ji meydane rabê. Descartes vê felsefeya xwe bi gotina ‘ez difikirim, naxwe ez heme’ tînê ziman. Wek dî Descartes hebûnê wek dû şaxa ji hev cûda dike. Yek ‘toza afirîner’ ya dî ‘toza afirandî’. Toza afirandî jî wek ‘can’ û ‘madê’ binav dike.
Di felsefeya dadê de ji bo birêvebirina mirovan Machiavelli û T. Hobbes li ser jiyana civakî û polîtîkayê ramanê xwe anîne ziman. Machiavelli ‘ji bo gihiştina armancê her rê rewaye’ û T. Hobbes ‘mirov gurê mirov e’ nakokiyên dinavbera mirovan de anîne ziman û hebûna serdestîye û dewletê mecbûrî ditîne.
Wek di vê xebatê de hate dîtin felsefeya sedsala 15-17an ‘li xwe vegereke hişî’ye. Di vê serdemê de hiş derketîye pêş û bi serkeşîya hiş re zanist jiyana kesatî û jiyana civakî ji nû ve sazkiriye.
DILAZAD ART
dilazadart@gmail.com
Corduene, Adar 2024
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…