Ji bo mirov bikare pirtûka pêkenîyan amade bike divê mirov wekî mêşhingivekê li nav mirovan bigere û xwe li civatan bigire. Mehpûs Serhedî ev çend sal in bûbû mêşhingiv û bi vê xebatê mijûl bû. Wekî zimanê me, zargotina me jî bêserûber e û ji sansurê bêrî ye, lê gelek berhevkar xwe ji keresteyên bisansur dûr dixin û tiştên ku argo û eyb tên hesibandin qeyd nakin, çap nakin. Tê bîra min wextê hevalên me nifir berhev dikirin pîrekê gotibû, “Ma Xwedê ji we stendîye, hûn ê çi bikin bi van nifiran?”
Tiştin hene yekser bi mirovbûnê ra eleqedar in, êş (dilşewatî jî tê da) û kêf ji wan tiştan in. Ji gîyandaran bêhtir mirov dikare biêşe û ji bo êşa xwe şîn girê bide, dilê xwe bişewitîne, bêhtir mirov dikare ji bo tiştekî kêf bike, bikene. Hebûna wan tiştan nîşana mirovbûn û zindîbûnê ye. Di zargotina me da pirbûna pêkenîyan nîşaneya vê yekê ye.
Mirov bi vê pirtûkê sînorên sansurê derbas dike û bi kêf û coşa civaka xwe dihese.
Bahoz Baran
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…